Bîr û Fermana 74’an – 6

Xezal Xêro a yek ji şahidên Fermana 74’an e qala rojên ku di fermanê de jiyane û hêza ku bi dîtina gerîlayên HPG û YJA Starê girtine, kir û got: “Em ê Şengalê biparêzin û rê nedin ku destên dijmin bikeve nava me.”

MEDYA HAWAR

Şengal - Di fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de ku çeteyên DAIŞ’ê anî ser Şengalê ger korîdora mirovî nebûya dê Êzidî bi qirkirineke mezin re rûbirû bimana. Di wan rojan de Êzidî tenê hatibûn hiştin, pêşmergeyên PDK’ê direviyan rê li pêşiya wan digirtin û nedihiştin xwe xilas bikin. Di nav rastiyekê bi vê rengê de gerîlayên HPG û YJA Star’ê tevî hêz û yekîneyên rojavayê Kurdistanê bi hewara civaka Êzidî ve hatin û korîdora mirovî ji bo xilaskirina civakê vekirin.

Endama dîplomasiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Xêro jî yek ji şahidên fermanê ye. Xezal ji me re behsa wan kêliyên destpêka fermanê heta rewşa Şengalê ya niha kir û da zanîn ku civaka Êzidî deyndar û dildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Xezal Xêro, behsa destpêka bihîstina navê çeteyên DAIŞ’ê dike û wiha dibêje: “Ez di serî de şehîdên 74 fermanan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan nemirên ku riya mirovahiyê vekirin ditewînim. Dema ku me navê DAIŞ’Ê bihîst gotin li Mûsilê mirovan dikujin û xelkê direvînin. Tirsa me ji DAIŞ’ê tunebû ji ber ku me digot me doza tiştekî ji dewletan nekiriye. Me texmîn nedikir tiştek wiha çêbibe û me digot beriya niha jî derbeyên leşkerî di nava dewletê de çêbûne dibe ku ev jî yek ji wan be. Em di halê xwe de bûn me bawer nedikir tiştek bê serê me.”

‘Me rastiya DAIŞ’ê dît’

Xezal behsa derketina ji malê û reva ber bi çiyayan ve dike û wiha dibêje: “Me bihîst ku nêzî milê Girzerik bûne. Bi şev hereket dikirin û dixwestin êrîşê gundan bikin. Saet 1’ê şevê li Girzerik şer dest pê kir. Şêniyên wê derê hindek derketin û hinek çûn ber satiran û şer kirin. Hinek jî heta sibehê man. Em jî heta serê sibehê man li gund. Piştre gotin DAIŞ mêran dikuje, zarokên keç û jinan direvîne û destdirêjiyê li wan dike. Me ev bihîstin em derketin. Di wê demê de tenê ez û dayika xwe li malê bûn. Mala xwişka min cîranê me bû, em bi hev re bi wesayîda wan derketin. Me berê xwe da gundekî çiya navê gund Madîka bû. Me erzaq bi xwe re biribû lê me digot em ê vegerin wê zû her tişt çareser bibe lê li çiya me xelkê Qibletê Şengal dîtin, dema behsa behsa DAIŞ’ê kirin, em ecêbmayî man û tirsiyan. Gotin DAIŞ hatiye keç û jin revandine û zilam serjê kirine.”

‘Rojên zehmet bûn’

Xezal Xêro da zanîn ku bûyerên qewimîn tirsa wan a ji çeteyan zêdetir kiriye û wiha pêde çû: “Me bihîst ku hinek ciwanên xelkê Xanesor û Sinûnê, hatine girtin. Dema ku diçûn erzaq ji bo malbatê xwe dianîn di rê de hatibûn girtin û qetilkirin. Piştî wê bûyerê tirsa di dilê me de zêdetir bû. Milet her diçû ber bi çiyayan ve dibeziya. Pir rojên zehmet bûn. Her ku sersala fermanê tê, ew zehmetî, ew dîmen hemû li ber çavên me zindî dibin. Hinek cîranên me hebûn malên me û wan li hemberî hev bûn. Zarokên wan hemû xwenda bûn. Dema ku xwestin derkevin rê pirs nekiribûn, DAIŞ derket pêşiya wan û hemû girtin. Mixabin heta niha aqubeta 6 xortên wan ne diyar e.”

‘Gotin heval tên’

Xezal Xêro da zanîn ku hatina gerîlayên HPG û YJA Star’ê bi hawara wan ve deriyê xêrê û xilasiyê vekiriye û wiha got: “Em li çiya bûn gotin wê heval bên, hemû kesên ku li çiya zehmetî dîtibûn û westiyabûn hêviya wan çêbû. Deriyekî xêrê li pêşiya gel vebû. Pir ji me navê hevalan bihîstibûn lê ew nedîtibûn û gelek kes jî hebûn beriya fermanê heval nas kiribûn. Dema ku bi navê Tevda kar kiribûn, heval nas kiribûn, wan jî heval nas kiribûn û moral dan gel û gotin netirsin wê heval we xilas bikin. Piştî vê agahiyê xort û mêrên ku di çiya de asê mabûn jî hêz girtin.”

‘Em ê we xilas bikin’

Xezal Xêro hestên cara yekem dîtina gerîlayan, wiha tîne ziman: “Beriya ku heval bên û rê vekin pir kesan digotin pêşmerge rê vedikin lê hemû derew bû ji ber ku yên civaka me hiştin û reviyan pêşmerge bûn. Piştî ku gotin heval hatin nû rê vebû û em xilas bûn. Korîdora mirovî vebû. Ez bawer im wesayîda me jî yek ji yên destpêkê bû ku di vê riyê re derbas bû. Me nizanibû em ber bi ku ve diçin û li pêşiya me çi heye. Ji ber ku em ji herêma xwe dûr neketibûn lê dema ku em hatin me heval di wê riyê de dîtin hesteke gelekî xweş bi me re çêbû lê mixabin li kêleka wê jî hesteke bi êş hebû ew jî ji ber riya ber bi koçberiyê ve bû. Hevalan gotin netirsin em hatin em ê we xilas bikin. Her ku em diçûn me heval didîtin em kêfxweş dibûn. Hevalan jî ji bexçeyan sebze kom dikirin û li gel belav dikirin.”

‘Îradeya wan bi hêz e’

Xezal behsa jiyana xwe ya di kampa Newrozê ya li Rojava kir û da zanîn ku wan li wir xwe perwerde kirine, îro li Şengalê kar dikin û got: “Em derbasî Rojava bûn li hinek herêmên wê jî şer hebû lê heval ji bo me bûn rêber heta ku me gihîştandin bajarê Dêrikê. Hevalan nizanibûn hejmar ewqas zêde ye. Kamp hatibû amadekirin lê têr nedikir. Gelek kes hatin pêşiya me û ji me re xwarin anîn. Piştî wê jî em di kampê de bi cih bûn û me çend rojan bêhna xwe veda. Piştî wê jî êdî me dest bi avakirina YBŞ’ê kir. Xortan li wir tevli dibûn û perwerde didîtin û derbasî Şengalê dibûn ji bo rizgarkirinê. Me li wir hevalan nas kir û em hînî fikrên serok Apo bûn. Me got ew jî weke me ne lê îradeya wan bi hêz e, ew xwe diparêzin û li ber xwe didin. Min ji maliyê xwe re got ez ê tevli nava kar û xebatan bibim. Em hê li wir bûn tevli nava meclis û komînan bûn. Ji me re digotin a girîng ew e ku hûn xwe birêxistin bikin, ji bo ku hûn vegerin Şengalê divê hûn xwe birêxistin bikin. Em nêzî 5 salan li Rojava man.”

‘Em ê Şengala xwe biparêzin’

Xezal Xêro di dawiya axaftina xwe de spasiya gelê Rojavayê Kurdistanê kir û da zanîn ku ew ê heta dawiyê Şengalê biparêzin û wiha got: “Em gelê Rojava silav dikin û careke din spas dikin ji ber ku di rojên zehmet de derî û dilê xwe ji me re vekirin. Piştî 5 salan dema ku em vegeriyan tevli nava kar bûm û me konferansa meclisê li dar xist. Ez bûm hevseroka meclisê. Niha jî ez karekî cuda dikim û hevalên cuda ketin cihê me. Heta niha em karê xwe didomînin û weke Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo pêşwazîkirina gel em amadekariyê dikin. Ji bo parastina gelê xwe em di nava kar û xebatan de ne. Em ê Şengalê biparêzin û rê nedin ku destên dijmin bikeve nava me.”