Binpêkirin li deverên di bin kontrola Hûsiyan de zêde dibin

Binpêkirinên ewlehiyê li deverên di bin kontrola Hûsiyan de berdewam dikin. Bi van binpêkirinan re, tundiya ku sivîlan hedef digire û di nav de kuştin, revandin û êrîşên sîstematîk hene, zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê xirabbûna rewşa ewlehiyê ya li deverên di bin kontrola Hûsiyan de rasterast bandorê li jiyana sivîlan dike. Êrîşên bêserûber û danîna mayînan bûne sedema windakirina jiyana sivîlan, di nav de jin û zarok. Zêdebûna binpêkirinên wek girtinên bêserûber û windakirina bi zorê, di nav raya giştî de tirs û fikar çêkiriye.

Li gelek bajar û herêmên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de rêze binpêkirinên ewlehiyê ku di nav de kuştin û serdegirtinên malan hene, qewimîne. Her wiha serdegirtin û revandinên berfireh ên ku sivîlan hedef digirin, bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di 23’yê Îlonê de, jinek bi guleyên serokê Hûsiyan li herêma Şarab el-Selam a li bakurê Taîzê hatiye kuştin. Mêrê wê ku di bûyerê de birîndar bûbû, paşê ji hêla serokê Hûsiyan ve hatiye gulebarankirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku sûcdarek ku berê bi kuştinê hatibû tawanbarkirin, di bin şert û mercên nepen de zarokek kuştiye. Sûcdar ji ber sûcê xwe yê berê nehatiye girtin û hîn jî serbest e. Bûyerek din ku tundûtûjiya zêdebûyî ya li deverên di bin kontrola Hûsiyan de nîşan dide; çekdarek Hûsî zarokek kuşt û şeş kesên din ku di nav de du zarok hebûn, bi avêtina bombeyên li dora mala wî birîndar kir. Ev bûyera ku bû sedema panîk û tirsê, di nav xelkê herêmî de qewimî.

Hûsiyan kampanyayek berfireh a êrîş û serdegirtinan pêk anîne, gelek welatî û şêxên eşîran revandine. Her wiha piştî xwepêşandanên li dijî revandina welatiyekî ji gundê wî, wan gund û malên li herêma Hemdanê ya li bakurê rojavayê paytext Sanaayê, dorpêç kirin.

Wezîrê Agahdarî, Çand û Tûrîzmê yê hikûmeta Yemenê operasyonên tepeserkirina Hûsiyan li herêma Hemdanê ya Sanaayê ku di nav wan de êrîşên li ser gelek gundan û dorpêçkirina malên welatiyan hebûn, şermezar kir. Wezîr diyar kir ku ev kiryarên sûc berdewamiya kampanyaya revandin û girtina kêfî ya berdewam in ku bi sedan welatiyan li deverên cûda yên di bin kontrola Hûsiyan de hedef digre. Di bûyerek nû de ku zêdebûna aloziyan li deverên di bin kontrola Hûsiyan de nîşan dide, çekdarên girêdayî Hûsiyan ên ku li xala kontrolê ya ewlehiyê li bajarê El-Cewf ê bakurê rojhilatê Yemenê bicîh bûne, du bira ji Saada kuştin. Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdaran hewl dan ku otomobîl û çekên kesane yên birayan desteser bikin, lê redkirina wan a vê yekê bû sedema pevçûnek çekdarî ku di encamê de du xort mirin û yên din jî birîndar bûn.