Binarê Qendîlê ji bo pîrozbahiya Newrozê amade ye
Her sal bi coşek mezin xelkê başûrê Kurdistanê û çar aliyên Kurdistanê berê xwe didin Newroza Binarê Qendîlê. Îsal jî hemû amadekariyên ji bo pîrzobahiyê temam bûne.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Îsal jî weke salên borî cejna Newrozê wê di 21’ê Adarê de li Binarê Qendîlê were pîrozkirin. Hemû amadekariyên pîrozbahiyê temam bûne. Endama Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê Tara Hisên banga beşdarbûnê kir.
‘Newroza îsal em ê bi peyama Rêberê Gelê Kurd pîroz bikin’
Endama Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê Tara Hisên, behsa xebatên amadekariyê kir û got: “Gelê Kurd her sal li Binarê Qendîlê Newrozê pîroz dike. Gelê Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Newrozê dibin. Îsal ji ber peyma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala wê beşdariyek xurt çêbibe. Hemwelatî ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat beşdar dibin. Amadekariyên me temam bûne, hemwelatî bi morelek mezin û kelecan ji bo beşdar bibin navê xwe dinivîsînin. Di pîrozvahiyê de komên muzîkê hene. Her wiha çalakiyên hunerî û pêşangehên karên destan û pirtûkan tên vekirin. Cihê lê mayînê û pêwîstî hemû hatine amadekirin. Amadekariyek baş hatiye kirin, êvarê wê xwarina fitarê were dayîn.”
‘Îsal gelek kes beşdar dibin’
Tara Hisên da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd, coşa Newroza 2025’an zêde kiriye û ji tevahî aliyên Kurdistanê, bi taybetî ji Bakurê Kurdistanê gelek kes serdana Binarê Qendîl dikin û wiha got: “Amadekariyan li her çar aliyên Kurdistanê ji 1’ê Adarê ve dest pê kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê, bi rojan e çalakî didomin, li Bakurê Kurdistan hemwelatî serdana başûrê Kurdistanê dikin ji bo beşdarî Newroza Qendîlê bibin. Li Başûrê Kurdistan bi awayekî sîstematîk tê pêşwazîkirin. Tevî rewşa hewaya herêmê û meha Remezana pîroz jî li gorî salê borî rêjeya beşdariyan zêde dibe. Di Newroza îsal de gelek peyam hene, Newroz peyameke siyasî û neteweyî ya Kurd e.”
‘Pêvajoya aştiyê bûye sedema silametiya hemwelatiyan li Binarê Qendîlê’
Tara Hisên da zanîn ku bi riya medyaya dîjîtal propagandayên li ser metirsiya herêmê tên kirin lê belê ewlahiya herêmê weke salên din tê parastin û wiha got: “Desthilatdarî propaganda ji bo metirsiya herêmê dike lê belê ev çend sal in tu metirsiyek li ser hemwelatiyan çênebûye. Hevalên me bi ruhê berxwedanê tevahî herêmê diparêzin. Her wiha hebûna pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn bûye sedem ku hemwelatî bê dudilî serdana Binarê Qendîlê bikin. Divê em Kurd niyeta van propagandayan bizanibin. Her sal Newroz bi coş û xiroş tê pîrozkirin. Em weke komîteya Amadekar li benda peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Amadekariyên ji bo tenduristiyê jî me tamam kirine me ji bo yên ku nexweş dikevin ambulana û çend bijîjk jî amade kirine. Hemwelatî ji bo mayîna şeva 20’ê Adarê dikarin li konan û malên gund ên hatine diyarkirin, bi cih bibin. Her wiha çend komên muzîkê ji Şengal, Mexmûr û herêmên din ên Kurdistanê beşdar dibin.”
Tara Hisên di dawî de ev bang kir: “Bi riya pêwendiyên telefonê hemwelatî dikarin dem û cihê otobusan bizanibin. Li tevahî bajar û bajarokan dikarin beşdar bibin. Di 21’ê Adarê de di saet 12’ê nivîroyê de ji bajarê Silêmanî otobus ji nêzî Huşî Tewar li benda mêvan in. Di 21’ê Adarê de li heman cihî di saet 6’ê sibehê de ber bi Qendîl ve dê otobus bi rê bikevin.”
Ji bo têkilî û beşdariyê xelkê Başûrê Kurdistanê dikarin bi van hejmarên li jêr pêwendî deynin:
Silêmanî
07866135320
Ranya
07780867192
07507306226
Kelar
07738739412
Bazyan û Tekiye
07730084144
Kerkûk
07752241420
Çemçemal
07739768158
Koye
07702328766
Hewlêr
07507688482