Bîlançoya 6 mehan a şerê li Xezayê

Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Bîlançoya encamên şerê 6 mehan hat eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ji 7`ê Cotmeha 2023`yan ve dest pê kir heta niha bênavber berdewam dike, 6 meh li pey xwe hişt. Bîlançoye encamên şerê Îsraîlê li Zîvala Xezayê hat aşkerekirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di encama êrişên li Xezayê de di nav de zêdeyî 13 hezar zarok, bi giştî 33 hezar û 91 kes hatine qetilkirin û 75 hezar û 750 kes jî birîndar bûne. Li Dîfa Xerbiye jî 456 kes hatine kuştin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerê li Xezayê de 224 xebatkarên rêxistinên xêrxwazî, 484 xebatkarên qada tenduristiyê û herî kêm 95 rojnamevan hatine kuştin.

Li gorî malpera El Erabiya, di encama şer de 227 mizgeft û 3 dêran zirarê dîtin, ji sedî 90 dibistan wêran bûne û di encamê de pergala perwerdeyê rawestiya. Her wiha hat diyarkirin ku ji 36 nexweşxaneyan 10 nexweşxane dixebitin, .1.1 milyon kes rûbirûyî birçîbûnê ne û ji sedî 31 zarokên di bin 2 salî de bi birçîbûniyê rû bi rû ne.