Bîlançoya erîşên li Îsrailê yên li ser Xezayê giran dibe

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku ji aliyê civaka cîhanê ve bi gotina weke ‘Tiştek wiha nehatiye dîtin’ tê binavkirin, ji herêmê hatina nûçeyên mirî û birîndaran berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de ji 7’ê Cotmehê ve heta niha herî kêm 10 hezar û 300 zarok, 7 hezar û 100 jin di nav de 24 hezar û 285 Filistînî hatin kuştin. Di êrîşan de 61 hezar û 154 Filistînî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku hê di bin xirbeyan de bi hezaran mirî hene û ji ber êrîşan nikarin xwe bigihîjînin van mirovan. Li Xezaya ku êrîş berdewam dikin, bi taybetî nexweşxaneyên ku gel xwe spartinê û saziyên perwerdeyê û binesazî tên hedefgirtin.

Li gorî nûçeya ku di ajansa nûçeyan a Filistînê WEFA’yê de cih girt, di êrîşên ji hewa û bejahî ve malên Filistîniyên li rojavayê Xan Yûnus dijîn bûn hedef. Li gorî agahiyan13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan birîndar bûne. Êrîşên Îsraîlê li derdora nexweşxaneyên Emel û Nasir ên girêdayî Xaça Sor û Filistînê, xisarek mezin daye nexweşxaneyan.

Cenazeyê zaroka keç radest kirin

Di daxuyaniya ku ji aliyê Xaça Sor a Filistînê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de li bajarê Nablusê 2 Filistîniyên ku birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di heman demê de leşkerên Îsraîlê li rojhilatê Qudusa di bin dagirkeriyê de Filistîniyek birîndar kirine. Hat bibîrxistin ku li bakur û rojavayê Qudusa di bin dagirkeriyê de di 7’ê Çileyê de zarokek keç a 4 salî ya Filistînî Ruqayye Ebu Dahuk a hat kuştin, cenazeyê wê radestî Filistînê kir. Ruqayye Ebu Dahuk, li bakur û rojavayê Qudusê li xala kontrolkirina leşkerî di encama gulebaranê de li gel du hevjînên ciwan jiyana xwe ji dest dabû.

‘Xwarin weke çek tê bikaranîn’

Raporterên taybet ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku Îsraîl li Xezayê sîstema xwarinê tune dike û xwarinê li hemberî Filistîniyan weke çekê bi kar tîne. Raportorên NY der barê rewşa li Xezayê daxuyanî dan de destnîşan kirin ku êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê zêdetirî 100 roj in didomin û wiha got: “Bi temamî gelê sivîl tê hedefgirtin û ev rewşeke wisa ye ku bûyerek weke wê nehatiye dîtine. Îsraîl sîstema xwarinê ya Xezayê tune dike û birçîbûnê weke çekê li Filistînê bi kar tîne.”

‘Rewşa li Xezayê felaket e’

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku rewşa mirovên li Xezayê, di asta xela û felaketê de ye, ji sedî 80 kes birçî ne û hat destnîşankirin ku li Xezayê bombebaran û dorpêça Îsraîlê berdewam dike, rê li ber qeyrana ku mînaka wê tune ye vedike û wiha hat gotin: “Niha li Xezayê hemû kes birçî ne. Ji çar kesan yek ji birçîna dimre, xwarin û ava vexwarinê tune ye. Jinên ducanî ji lênêrîn û xizmeta tendirustiyê bêpar in, ev jî jiyana wan dixe metirsiyê û her wiha zarok jî bi gelek xeteran re rûbirû ne.”