Bîlançoya erdhejê giran dibe!

Hejmara kesên ku di erdheja ku navenda wê Mereş bû de jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar û 332’an, hejmara birîndaran jî derket 69 hezar û 429’an.

Navenda Nûçeyan – Bîlançoya her du erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 ku navenda wê Mereş e, her ku diçe xirabtir dibe. Di erdheja ku di roja çaremîn de ye, li Mereş, Dîlok, Semsûr, Meletî, Riha, Amed, Hatay, Osmaniye, Edene û Kîlîsê bi hezaran kes di bin xirbeyan de li bendê ne ku bên rizgarkirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan di parvekirina agahiyên dawîn ên der barê mirinan de destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 16 hezar û 170’î û hejmara birîndaran jî derket 64 hezar û 194’an. Li bajarên Sûriyeyê yên ku di heman erdhejê de rû da jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 162’an û hejmara birîndaran jî derket 5 hezar û 235’an. Di erdheja ku navenda wê Mereşê pêk hat de hejmara miriyan derket 19 hezar û 332’yan û hejmara birîndaran jî derket 69 hezar û 429’an.

Bîlanço erdheja ‘99’an derbas kir

Di roja çaremîn de bîlançoya erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hat ji erdheja Marmarayê ya di 17'ê Tebaxa 1999'an de pêk hat zêdetir bû. Li gorî agahiyên fermî di erdheja bi lerza 7,4 a Marmarayê de 17 hezar û 480 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûn. Li gorî rapora lêkolîna meclîsê ya di sala 2010’an de hat weşandin, 18 hezar û 373 kesan jiyana xwe ji dest dane û 48 hezar û 901 kes jî birîndar bûne.