Bîlançoya erdheja li Mexribê giran dibe

Li gorî bîlançoya nû ya ku Wezareta Karên Navxweyî, di erdheja bi mezinahiya pileya 7 pêkhat de herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li gorî bîlançoya nû ya ku Wezareta Karên Navxweyî ya têkildarî erdheja bi pileya a ku duh êvarê di saet 23.10’an de li herêma El Huz a Marakeşê qewimî, herî kêm 820 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di erdhejê de 672 kes birîndar bûn ku rewşa 205 kesan giran e. Tê diyarkirin dibe ku bîlanço hîn girantir bibe.

394 kes li El Havûz ya ku navenda erdhejê ye û 271 kes jî li başûr Tarûdantê ya li Başûr jiyana xwe ji dest dane.

Piştî erdheja di sala 1960’î de ya ku li Agadirê çêbûbû û 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ev erdheja îro jî wekî erdheja herî giran kete qeydan.