‘Bila sûcê leşkerên Îsrailê yê li dijî jin û zarokên keç were lêkolînkirin’

Jinên Misrê di nameya ji çar aliyên cîhanê re şandî de xwestin ku sûcên Îsrailê yê li dijî jin û zarokên keç yê li Xezayê bên tesbîtkirin û lêkolînkirin kirin.

Beyrûd – Çalakvanên jin ên Misrê, bi armanca piştevaniya jinên li Xezayê ku êrişên Îsrail lê berdewam dike, ji rêxistinên feminist, sazî, komele û aktivîstan re name şand. Di nameya xwe de ji civaka navnetewî xwestin ku sûcên Îsrailê yê li dijî jin û zarokên keç ên li Xezayê bên tesbîtkitin û ji bo lêkolînê zext li sazî û dewletên eleqeder were kirin.

‘Divê bûyera êrişa zayendî were lêkolînkirin’

Di nameyê de hate diyarkirin ku li Xezayê û Şariaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsrail de bûyerên êrişên zayendî zêde bûye û wiha hat gotin: “Em ji saziyên girêdayî NY dixwazin ku bûyerên ku jin û zarokên keç rastî tên werin lêkolînkirin û ji bo parastina wan û lênêrînên wan demildest mudaxele bikin.”

Di nameyê de ev tişt hate gotin:

“Li Zîvala Xezayê di nava kompleksa Tendirûstiya tiba Şifa de, em bûn şahid ku ji aliyê hêzên Îsrail ve, jinên Filistinî rastî êrişên giran ên zayendî tên. Li gor gotinên şahidên ku li dora komplekse asê mane; hînek jin di nexweşxaneyên de rastî tecawîzê hatin, hinek jin jî hatin qetilkirin. Kûçikan berdan ser cenezeyan.”

‘Di bin çavan de wêneyên tazî yên jinan tên kêşan’

Di nameye de amaje bi wê yekê hate kirin ku ji destpêka êrişên Îsrail li ser Xezayê di 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha de li Xezayê 200 jin û zarokên keç, li Şerîaya Rojava 147 jin û 245 zarok hatine girtin û hat destnîşankirin ku ev rewş berdewam dike. Di nameyê de wiha hate gotin: “Jin bi keyfî tên binçavkirin. Li cihên binçavkirinê wêneyên tazî yên jinan tên kêşan. Leşkerên Îsrail, ev wêneyên ku kişandine û li malên ku xistine destê xwede cilên binî yên jinan digrin û vane di demênên ku nîşan didin de parve dikin.”

‘Nagihin pedên hîjyenîk’

Di nameye de îşaret bi wê yekê hate kirin ku ji destpêka şer heta niha ji bo her meh regla jinan nekarin xwe bigihînên pedên hîjyenîk yên pêwîst û pêwistiyên dermanan jî nayên dabînkirin, ji ber tehrîbkirina bînesaziyan, xelaya avê jî berdewam dike û wiha hate gotin: “Hinek jinên dû canî, ji ber bombardûmanê, bi zorê ji cihê xwe birin, birçîbûn, tirs û fikarê, ji ber bombeya bi jehr ya fosfor zarokên wan ji ber diçin yan jî di welidînê de komplikasyon çêdibe.”

‘Cîhan bêdeng dimîne’

Di nameye de hate bi birxîstin ku ev nêzî 6 mehane şer berdewam dike û amaje bi wê yekê kir ku pêkanînên Îsrail li Xezayê li dijî jinan ne nû ye. Di nameyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku welatên tê îdeakirin polîtakayên ji derve bal dane ser parastin û bi hêzkirina jinan di sûcên li dijî jinên li Xeza de bêdeng mane û wiha hate gotin:

“Di pevçûnên bi çek de jî, divê rê li parastina sivîlan, rumet, mafê wan, baweriyên dinî, kevneşopî û çanda wan bên girtin, bi taybet li dijî her cûrê êrişên li dijî jinan weke tecawîz, qûral û sûcan pêkanîn hene. Ev sûcê ji aliyê Îsrailê ve nakeve katagoriya mafê parastina rewa. Leşkerên Îsrail bi xwe bêyî ku teredûtekê jiyan bikin bi şanazî van sûcan dikin dîmenan diweşînin û cîhan jî bedeng dimîne!

Em îlan dikin ku li Zîvala Xeza û Şeriaya Rojava bi jinan re bi temamî di nava piştevaniyê de ne. Ji bo agirbesetek demildest, li seranserî cîhanê siyasî, mafê mirovan, tevgerên mirovî jî di nav de em dixwazin her cûrê piştevaniyê berdewam bikin. Ji bo agirbestê biryara Konseya Ewlehiya NY di zûtirîn demê de were pêkanîn. Em dixwazin Çavdêrên Serbixwe yên Navnetewî, Xaça Sor, Komîsertiya Bilind ya Komîsyona Mafê Mirovan, Komîsyona Navnetewî ya Lêkolîna rastiyan, pisporên bûyerên tundiya zayendî, endama Konseya Mafê Mirovan Pamela Pate jî di nav de biçin Xeza û Şeriaya Rojava cihên binçavkirinê kontrol bikin.”