"Bila ji rojnamegerên Afganistanê re 'derbasbûna bi ewle' were mîsogerkirin"
Komîsyona Jinan a TGS û LGBTI+ xwest ku rojnamegerên jin ên ku Talîbanê jiyana wan tehdît kiriye bê şert û merc mafê penaberiyê werbigirin û banga ewlehî û parastina rojnamevanên ku dixwazin bi malbatên xwe re ji Afganistanê derkevin kir.
Navenda Nûçeyan - Sendîkaya Jinan a Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) û Komîsyona LGBTI+ banga hevgirtina ji bo rojnamegerên jin ên li Afganistanê kirin û xwestin ku jinên rojnameger ên di bin xeterê de ne bê şert û merc mafê penaberiyê werbigirin. Di daxuyaniya ku li ser mijarê hat dayîn wiha hat gotin; “Em bi xem û hêrseke mezin tiştên ku li Afganistanê diqewimin dişopînin ku 20 sal in di nav wekheviya zayendî ya cîhanî de yek jî welatên herî xirab e û bi dehsalan ji hêla dagirker, fermadarên şer û Talîbanê ve hatiye talankirin. Bi dagirkirina welat Talîbana ku bi pêkanînên xwe yên hovane û dijmirovahiya li dijî jinan tê naskirin, xeter zêdetir bûye. Jinên ku dibêjin di bin rejîma nû de ewlehiya jiyanê nîn e, hewl didin dengê xwe bigihîjînin cîhanê.
"Ew rastî tacîz û gefan tên"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke hemû jinên li Afganîstanê, jinên rojnameger jî di bin tehdîdeke mezin de ne û ev hat destnîşankirin: “Em agahiyên ku ji saziyên çapameniyê tên û gotina "rejîm guheriye" bi fikar in. Em em ji malên xwe û ew ji ber nebûna ewlehiya jiyanê nikarin karên xwe bikin û li kolanan rastî tacîz û gefan tên. Em wekî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û Komîsyona Jinan a LGBTI+’îyan, diyar dikin ku em em hempîşeyên xwe yên Afganî û hemû jinên Afganî yên ku ji bo jiyana xwe li ber xwe didin re di nava hevgirtinê de ne.
"Bila ji bo rojnamegeran derbasbûna bi ewle were mîsogerkirin "
Di dawiya daxuyaniyê de bang li serokomar Tayyîp Erdogan hat kirin û ev hat gotin; “Em danûstandinan, çêkirina peymanek bi Talîbanê re, meşrûkirin û naskirina rejîma Talîbanê ku bi kiryarên nemirovane jiyana jinan tehdît dike, qebûl nakin. Em ji bo hemû jin û rojnamevanên LGBTI+ yên ku jiyana wan ji hêla Talîbanê ve tê tehdîtkirin daxwaza penaberiya bê şert û merc dikin û derbasbûna bi ewlehî û parastina rojnamegerên ku dixwazin bi malbatên xwe re ji Afganistanê derkevin daxwaz dikin."