Bila gorên komi yên dinê jî bên vekirin
Cenazeyê 104 Êzidiyên li gundê Koço ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin û di di gorên komî de hatibûn veşartin bi merasîmekê ji aliyê bi hezaran Êzidiyan ve roja derbasbûyî hatin veşartin. Civaka Êzîdi daxwaza vekirina gorên komiyên dinê jî dikin.
NAZÊ SEÎD
Navenda Nûçeyan - 3 yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê di navê de jin, zarok, kal û pîr jî heyî ji 5 hezaran zêdetir Êzidî bi awayek hovane qetilkirin. Bi hezaran jî êsîr girtin. 450 Êzidiyên ku ji qirkirina nijadî reviyan koçberbûn. Li Şengalê li gel 80 gorên komî bi dehan mezar hatin dîtin. Ev hemû ayîdê dema êrîşên DAIŞ’ê ne.
Li Bexdayê merasim
Piştî 7 salan bi ser komkujiyê re derbasbû gorek komi ya cenazeyê 104 Êzidiyan têdebû hat dîtin. Nîsana 2019’an 104 cenazeyê mêran ji gora komiya gundê Koço yê derxistin û ji bo otopsiyê şandin Paytexta Îraqê Bexdayê. Rojên derbasbûyî nasnameyên cenayezan hatin tespîtkirin. Li ber bîrdariya Leşkerên Kiriyarnediyar a Bexdayê bi tevlîbûna Serokomarê Îraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Îraqê Mûstefa Kazimî, wezîrên din û berpirsiyarên payebilind ên Parementoya Îraqê bi merasîmek fermî ji bo definkirinê cenaze şandin memleketê wan Şengalê.
Qurbanî li memleketê xwe Koço ne…
Bi hezaran Êzidî ji bo cenazeyan li gorî wacibên olî li goristana gund defin bikin li Koçlyê kombûn.
Şîrîn Şengali ya ji gundê Sîba Şêx Xidir jî ji bo definkirina hestiyên birayê xwe di nava yên tevlî merasîmêbûyîn de bû. Şîrîn a ku zehmetî kêşa heya ji kamereya mer re axivî diyar kir ku wê bi xwe re şîna xwe ya 7 salan jî aniye. Şîrîn a xwe bi reş pêçayî tenê bi gotina “pir zore” karî êşa xwe bîne ziman.
“Divê ji bo vekirina gorên dinê jî hewildan bên kirin”
Şîrîn a ku ji malbata wê windahiyên dinê jî hene, niha ji bo definkirina hestiyên birayê xwe her çendî xwe ji bîr bike jî, dixwaze li peyî şopa wendahiyên dinê jî bigere. Şîrîn got: “Îro ji bo hemû mirovahiyê rojek zore, ji bo me jî bi heman şêweyi ye. Hemû Êzidî îro li vêderê ne. Lê hîna yên em lê digerin hene. Ez hêvî dikim ku rojekê em wan hemûyan bibînin. Hîna gorên li benda vekirinê hene, ji bo wê jî divê hewildan bên dayîn.”
Şîrîn a ku di merasîma cenazeyê 104 kesên li gundê Koço ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin bang li cîhanê kir û got: “Banga me ji bo hemû kesên giringiyê bi nirxê mafê mirovan didin, ji bo vekirina gorên komî û em bikarin hestiyên miriyên xwe li gorî baweriya xwe bispêrin axê alîkariyê bidin.”
Di torena êrên û girî lê kêmnedibû de yên xwe bi zorê li ser lingan digirtin hebûn. Di vê atmosfera şîn û axîn lê serwerbû de di nava yên di axaftinê de zorî dikişand de Xoxê Cindî ji mikrofîna me re axivî
“Dilê me dişewite, lê em bihêzin...”
Di serî de Xoxê Cindî sipasiya hemû kesên bûne wesîleya dîtina windayan û li gorî baweriya wan bên defin kirin kir û axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Em hemû îro li vêderê ne. Belê me gelek bedel da. Lê bila her kes bizane, em bi qetilkirinê xelas nabin. Yên pişta xwe dan me û çun, yên gotin em ji Êzidiyan yekê sax nahêlin hebûn. Dema ku me xwe sipart çiyayan hinek li me xwedî derketibana, dibe ku me vê pêvajoyê bi kêmtir qayîban derbas kiribana. Em hebûn, em hene û emê hebin. Dê Êzidî her hebin. Bi sedan ferman bi serê me hatin. Em xilas nebûn û emê xelas nebin. Belê şîna bedelên ku me dane li ser me heye. Dilê me dişewite, lê em bi hêzin. Emê li peyî zarokên xwe bin. Emê nesekinin heta ji vanên ku qetluam kirî hesabê nexwazin.”
“Bila gorên komiyên dinê jî bên vekirin”
Xoxê Cindî dawiyê banga xwedîderketina li Şengal û Êzidi yan kir û wiha dom kir: “Em dixwazin her kes li Şengalê xwedî derkevin. Gelek gorên komi yên nevekirî hene. Divê ew jî bên vekirin.”
Çî çêbûyî bû?
Gundê Koço yê dikeve başurê Şengalê yek ji gundên ku çeteyên DAIŞ’ê lê komkujî pêkaniye. Çeteyên ku 3 yê Tebaxê ketin gund 12 rojan gund di çemberê de hêlan. Gundiyan ola îslamê ya ku ji aliyê çeteyan ve dihat ferzkirin red dikirin. Ji ber wê çeteyan jin û zarokên keç revandin, ên temenê wan mezin jin û mêr hemû qetil kirin û di gorên komî de veşartin. Li gundê Koço heta niha 18 gorên komiyên têde 407 cenaze têdebûne hatine dîtin.