'Bila girtiya nexweş a giran Ozge Ozbek bê berdan'

Hate diyar kirin divê girtiya nexweş a giran Ozge Ozbek bi lezgînî bê emeliyat kirin û banga berdanê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 590’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat.

Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Bila girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan” hate berzkirin, bal kişandin li ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê ragirtin. Di daxuyaniyê de balkişandin li ser zêdebûna mirina girtiyên nexweş û hate diyar kirin ku girtî ji ber astengiyan nikarin biçin nexweşxaneyê. Di daxuyaniyê de hate balkişandin li ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek ku rewşa wê her diçe giran dibe û diyar kir ku Ozbek di 10’ê tîrmehê de li qawîşa girtîgehê li erdê ketiye û serê wê êşiyaye û piştî wê rakirine nexweşxaneyê hatiye tespîtkirin ku xwîn çûye ser mêjiyê wê û ûrê di serê wê de jî mezin bûye. Di daxuyaniyê de bang li rayedaran kir ku demildest mudaxileyî rewşa Ozbek bikin û were emeliyetkirin û tavilê bê berdan.

'Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan'

Di daxuyaniya ku hate gotin: “Ozge her roj serêş, krîz û windakirina hevsengiyê ku bi awayekî cidî bandor li kalîteya jiyana wê dike dijî û nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bidomîne. Nêrîna bijîjkên ku tedawiyê dikin ew e ku Ozge Ozbek nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û her krîza ku dê derbas bike, dê gelek xeternak be û ji bo berdana Ozbek piştgirî daxwazkiriye” hat xwestin Ozge Ozbek û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”