“Bila Aysel Tûglûk serbest bê berdan”

ÎHD’ê di hefteya 501'emîn a çalakiya "Rûniştina F" de bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûk û daxwaza serbest berdana wê kir.

 
Stenbol- Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 501'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixe li avahiya komeleyê pek anî. Di çalakiyê de komîsyonê balê kişand ser rewşa siyasetmedara Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Kandirayê girtî ye. Di çalakiyê de pankarta "Bila girtiya nexweş Aysel Tûglûk bê berdan" hat daleqandin. Rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarê (MA-TUHAYDER) jî piştgirî dan çalakiyê.
Daxuyaniya hatibû amadekirin ji aliyê Parêzer Davût Aslan ve hat xwendin. 
Daxuyanî wihaye: "Di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de Aysel Tûglûk singa xwe daye ber gelek zor û zehmetiyan. Tiştên ku di cenazeyên dayika wê de pêk hatin hem di hêla ruhî de hem jî di hêla laşî de bandoreke mezin lê kirin û wê westandin. Girêdayî vê westandinê nexweşiya Demansê pê re çêbû. Ev rewşa di rapora nexweşxaneyê de jî bi awayekî zelal hatiye aşkerakirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji bo domandina jiyana xwe divê Aysel Tuglûk ji kesekî/ê alîkarî bigire. Li gorî vê raporê divê cezayê Aysel Tûglûk bê taloqkirin lê rexmî vê jî Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê serlêdana ji bo vê red kir. Li gorî hiqûqê derengxistina biryara taloqkirina înfazê sûc e. Em daxwaz dikin ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên bexweş bên berdan û ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş banga hestiyariyê li raya giştî û rayedaran dikin."
Rêvebera HDP'a Stenbolê Pinar Turk jî destnîşan kir ku di serî de Aysel Tûglûk 5 sal in vîna wan a hilbijartî li girtîgehan e û daxwaza berdana wan kir.