Bikaranîna madeyên hişbir li Îranê zêde dibe

Li Îranê temenê bikaranîna madeyên hişbir kêm dibe. Li gel ku ji sedî 57’ê xwendekarên dibistana navîn bi tiryakê ve girêdayî ne, navendên dermankirinê tenê ji mêrên bi tiryakê re xizmet dikin!

SRUSHA AMİN

Navenda Nûçeyan – Her ku roj diçe hêjmara tiryak û bikaranîna madeyên hişbir zêde dibe, navîna temenê bikaranîna wê jî kêm dibe. Hikûmet der barê zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir li Îranê de ne xwedî siyaseteke bi bandore. Dermankirina kesên narkotîkê jî pêvajoyek pir tevlihev û dem dixwe ku pêdivî bi lênêrîna piralî ji hêla malbat, xizm û saziyên piştgirîya civakî ve heye.

Temenê bikaranîna tiryakê daketiye 10 salî!

Midûriyeta Giştî ya Perwerde û Pêşîlêgirtina Zirara Civakî, 7 sal berê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, 136 hezar xwendekarên Îranî di bin metirsiya tiryakê de ne û 3 hezar û 600 ji wan herî kêm carekê madeyên hişber bikar anîne. Li gorî statîstîka nû; Temenê bikaranîna madeyên hişber li Îranê daketiye 10 salî. Ev jî nîşan dide ku ji her hezar xwendekarî 21 kes tiryakî ne.

Li gorî statîstîkên herî dawî yên Navenda Lêkolîn û Epîdemîolojiyê; Li Îranê ji sedî 57 xwendekarên dibistana navîn madeyên hişber û ji sedî 53.3 jî alkolê bikar tînin. Rêjeya kesên ku ji 30 saliya xwe vir ve maddeyên bi kar tînin di tevayiya kesên girêdayî wan de ji sedî 4 bû niha buye ji sedî 10. Rêjeya bikaranîna tiryakê ya pîşesaziyê ji sedî 5 çûye sedî 22.

‘Ew bû sedema mirina 5 hezar û 342 kesan’

Li gorî rapora Saziya Tiba Edlî ya Îranê; Di sala 2021’an de hêjmara mirina ji ber bikaranîna tiryakê li gorî sala borî ji sedî 15,2 zêde bûye. Ji ber tiryakê îsal 5 hezar û 342 kes mirin.

Jinên bi tiryakê re li Îranê nikarin bên dermankirin

Gelek jin û keçên ku li Îranê bi madeyên hişbir ve girêdayî ne, ji ber morkirina civakî neçar in ku rewşa xwe ya tiryakê veşêrin. Navendên dermankirinê jî tenê ji bo mêran xizmetê didin. Ji ber vê yekê, rêjeya jinên bi narkotîkê ne diyar e.

Tê gotin ku pirsgirêkên wek kêmbûna derfetên perwerdehiyê, bêhêvîbûna ji siberojê, kêmbûna qada afirîneriyê di jiyana civakî de, kêmbûn an nebûna ewlehiya civakî, kêmbûna derfetên dema vala, xirabûna rewşa aborî û bêkarî faktorên zêdebûna bikaranîna narkotîkê ne.