Bikaranîna çekên kîmyewî siyaseta Tirkiyeyê ya dijî gelan e
Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, êrîşên dagirkeriya Tirk bi çekên navneteweyî yên qedexekirî şermezar kirin û diyar kirin ku divê lêpirsîn der barê van kiryaran de werin destpêkirin.

ZEYNEB XILÊF
Dêrazor- Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastina Medyayê de li herêma Kurdistanê ku ji nîvê meha Nîsana 2022’an ve dest pê kiriye çekên qedexekirî bi kar tîne.
Bertekên li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk zêde dibin, weke bikaranîna çekên kîmyewî ku sûcekî şer e û zagonên navneteweyî her kesî wan çekan bi kar tînin ceza dikin. Lê bêdengiya civaka navneteweyî cihê lêpirsîna gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye, rêvebera kombûna jinên Zenûbya ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê Muna Uweyêd dibêje ku tiştê li Herêmên Parastina Medyayê diqewimin sûc e.
‘Êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomin’
Der barê armancgirtina herêmên bakur rojhilatê Sûriyeyê de jî got: “Êrîşên dagirkeriya Tirk bi bombebarana berdewam bi hemû cureyên drone û çekên navdewletî yên qedexekirî didomin, bi wê yekê gefan li ewlekarî û gelên me dixwe. Ev kiryar berê jî li Serêkaniyê û Efrînê pêk hatin û sivîlên bê sûc bê çek armanc girtin.”
Muna Uweyêd da zanîn ku êrîşên li ser herêmên Parastina Medyayê bi çekên kîmyewî rojane didomin û wiha got: “Têkoşerên Kurd erîşê tu derê nekirine, welatê xwe diparêzin. Lê êrîşên Tirkiyeyê li dijî gelan sînoran derbas kirine. Em ê bi hemû karînên xwe li ber xwe bidin û nehêlin plan û siyasetên Tirkiyeyê pêk werin. Gelek alî hewl didin me qir bikin lewma divê em têkoşîna xwe bilind bikin, tola xwîna şehîdên xwe rakin û parastina destkeftiyên xwe bikin.”