Bijîşkên Bê Sînor qedexeyên Talîbanê şermezar kir

Bijîşkên Bê Sînor qedexeyên Talîbanê yê li ser jinan û bi taybet jî qedexeya karkirina jinan şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Talîban a rêveberiya Afganistanê desteser kir rojane qedexeyên nû li ser jinan ferz dike, hewl dide jinan ji qada civakî qut bike. Bijîşkên Bê Sînor bi daxuyaniyekê bal kişan li ser ferzkirin û qedexeyên Talîbanê ya li ser jinan û destnîşan kir ku bi taybetî ji qada kar dûrxistina jinan zirarê dide jin û zarokan.

Bijîşkên Bê Sînor piştrast kirin ku jin ji sedî 51 ji xebatkarên vê saziyê pêk tînin û nêzîkî 900 bijîjk, hemşîre û yên din ên pispor hene ku rojane xizmetên bijîşkî pêşkêşî bi hezaran Afganiyan dikin. Rêxistinê diyar kir xebata Bijîşkên Bê Sînor bêyî jinan nikare bidome û her wiha da zanîn ku biryara dawî ya Talîbanê dê bi taybetî zirarê bide jin û zarokan.

Rêxistinê eşkere kir ku zêdetirî ji sedî 90 ji karmendên wan yên bijîjkî yên li Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Xost jin in ku her meh bi alîkariya wan 1800 pitik tên dinyayê. Rêxistinê destnîşan kir ku eger biryara Talîbanê bi tevahî were cîbicîkirin, dê bêtir dayik ji bo gihîştina karûbarên berî û piştî zayînê bi astengiyên giran re rû bi rû bimînin.