Bijîşkan li dijî bûyerên jehrîkirinê banga çalakiyên hevpar kir
Li Îranê bijîşkan ji ber bûyerên jihrîkirinê yên ji meha Kanûnê ve li gelek dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê diqewimin, bi taybetî jî jêhrîketina xwendekarên keç a ji ber gazê, banga çalakiyên hevpar kir.
Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Îranê li hemberî serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû, polîtîkaya girtin, zext, darvekirin û kuştinê xist meriyetê. Herî dawî ji Kanûna 2022’an vir ve, hikûmet wek berpirsyarê jêhrîbûna gazê ya bi taybetî li dibistanên ku xwendekarên keç lê dixwînin tê dîtin. Ji ber ku xwendekar zêde tevî xwepêşandanan dibin serî li vê yekê dane.
Li dijî jehrîkirina bi gazê ya li dibistanan ji gelek cihan bertek hatin. Komek xebatkarên tenduristiyê yên duh çalakî li dar xistin jî li raya giştî banga çalakiyên hevpar kirin.
Bijîjkan daxuyanê da
Bijîşkan di daxuyaniya xwe ya ji bo Lijneya Teşkilata Pergala Tenduristiya Îranê de dest nîşan kir ku divê li van bûyeran mudaxale bê kirin û pêşî li karesatên ku telafiya wan nabe bê girtin û wiha hat gotin:
“Gelo eşkerekirina sedemên rastîn û mirina bi guman, ji bo lêkolînkirina bûyerê bi hincetên zanistî û zelal erka pergala bijîşkî, tenduristî û perwerdeya bijîşkî nîn e ku bi erkdarkirina tîmên hevbeş kar bike? Ma hûn sedemên bûyeran çareser dikin? Gelo ev êrîşên jehrîketinê yên li dibistanên perwerdeya keçan, tên kirin wê sibê bi rêbazên nûtir û pêşketîtir li dijî beşên din ên civakê belav nebe?”