Bijîşka Afganî Zakîra Hekmat hêjayî xelata DYE’ê hat dîtin

Xelata Jinên Wêrek a Navneteweyî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ve tê darxistin, dê di 8’ê Adarê de ji xwediyên xwe re bê dayîn.

Navenda Nûçeyan- Xelata Jinên Wêrek a Navneteweyî (IWOC) ku Wezareta Derve ya Emerîkayê ev 17 sal in li seranserê cîhanê dide, îsal hêjayî Bijîşka Afganî Zakîra Hekmat ku di nav 11 jinan de cih digre û li Tirkiyê dijî, hat dîtin. Wezareta Derve ya Emerîka berî merasîma xelatdayînê daxuyaniyek da û wiha got: "Bi saya hewildanên Hekmet, gelek Afganî, bi taybetî jin, keç û kêmnetew, gihîştin derfeta parastina penaberan û mafê îltîcaye."

17’emîn Xelata Jinên Wêrek a Navneteweyî (IWOC) îsal di 8'ê Adarê Roja Jinan de li Qesra Spî bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve Antony J. Blinken û Jill Bîden ve were lidarxistin. Di merasîmê de dê ji 11 jinan re xelat bê dayîn. Di nava pîvanên xelata ku li seranserê cihanê ji zêdetirî 180 jinan re tê dayîn, ji bilî aştî, edalet, mafên mirovan, wekheviya zayendî û wekheviyê di mijara bihêzkirina jin û zarokan de nişandayîna wêrektî û mînaka hêz û divê ev yek jî bi gelemperî xeteriya kesane girtin û fedakarî nîşan dayînê pêk were.

Bijîşk Zakira Hekmet kî ye?

Zakîra Hekmat li parêzgeha Gaznî ya Afganîstanê ji dayik bû. Salên wê yên dibistan amedeyî rastî serdema yekem a Talîbanê hat û dibistana xwe bi dizî qedand. Zakira Hekmat a ku ji bo xwendinê li Tirkiyeyê bûrs wergirt, li Zanîngeha Erciyesê dest bi perwerdehiyê kir û di sala 2018’an de bijîşka tipê qezenç kir. Destpêke li Kayseriyê erka xwe kir. Dema di perwerdeya zanîngehê de di mijara girîngiya parêzvaniya maf û gihandina xizmetên bingehîn ên civakên penaber ferq kir, di saziyên demê de ji bo rêxistinên alîkariyê yên penaberan de jî wek dilxwaz xebitî.

Zakîra Hekmat di sala 2014’an de li Tirkiyeyê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Penaberên Afganî (ARSA) damezrand û ji wê rojê heta niha ji bo parastina mafên hemû penaberan û jinan xebiti.

Zekira Hekmat di sala 2007'an de hêjayî xelata "Xelata Lîderên Ciwan" a ku ji aliyê Weqfa Friedrich-Ebert-Stiftung (FES) ve hat dayîn û di sala 2020'an de jî hêjayî berjenga “Balyozê Aştiyê yê Salê" ya ji aliyê Rêxistina Hasna ya DYA'yê ve tê dayîn, hat dîtin.

Zakîra Hekmat, piştî di 15’ê Tebaxa 2021’an de Kabul ket destê Talîbanê, bang li hikûmeta Tirkiyê jî kir ku alîkariya kesên ku ji welata ji pevçûnê reviya û penaberê Tirkiyê bûne bike.

Navên xelat wergirtin

Navên din yên xelatên wergirtinê wiha ne: Alba Rueda ya nûnera taybet ya li ser Meyldariya Zayendî û Nasnameya Zayendî ya li Wezareta Karên Derve ya Arjantînê û yekem kesê trans ku li welatê xwe li hukûmetê xwedî erka payebilind e. Doris Rios a endam û serokê civata xwecihî ya Kosta Rika ya bi navê China Kicha ye, Serokê berê yê Dadgeha Destûra Bingehîn a Komara Afrîkaya Navîn Profesor Daniele Darlan, rojnamevan Meaza Mohammed ya nûçeyên jinên ku li Etiyopyayê rastî tundiya zayendî tên li ser kanala xwe ya serbixwe ya YouTube’ê radigihe, çalakvana mafên mirovan ya Urdunî Hadîl Abdel Azîz, li Qazaxistanê parêzvanê mafên mirovan Bakhytzhan Toregozhina. Senator Datuk Ras Adiba Radzî ku bi taybetî di civaka Malezyayê de mafên kesên kêmendam diparêze, Tûgenerala Bolor Ganbold a yekem leşkera jin a ku li Operasyona Parastina Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Mongolya hatî erkdar kirin, rojnamevana Polonî Bianka Zalewska ku ji sala 2014’an ve ji bo parastina mafên gelê Ukraynayê belgefîlman çêdike û parêzvana mafên Ukraynayê Yuliia Paievska ku sê mehan ji aliyê Rûsyayê ve li girtîgehê hate girtin.