Bihar Avrîn: Jinelojî zanisteke alternatîf û radîkal e

Endama Akademiya Jineolojiyê Bihar Avrîn a derbarê Jineolojiyê de axivî got: “Jineolojî bi nêrîneke sosyolojîk û dîrokî li nasnameya jinê dinêre û wê weke cewhera civaknasiyê şîrove dike.”

ŞEHLA MUHAMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Di rojên derbasbûyî de pirtûka Jinelojiyê ango zanista jinnasiyê ku kurtejiyana mijarên di akademiya jinelojiyê de tên niqaşkirin, ji aliyê akademiya jinelojiyê ve bi birtûka pirtûka “Jinelojî, zanista jin û jiyanê” ya zimanê Farisî hat weşandin. Di vê pirtûkê de çarçoweya teorî û mijarên ku vê dawiyê di akademiya jinelojiyê de hatine behskirin, bi kurtî hatine nîqaşkirin.

Der barê çapkirina vê pirtûkê, armancên Akademiya Jinelojiyê, mijar û nîqaşên ku ev Akademî bi wan re mijûl dibe û herwiha sedema çapkirina vê pirtûkê bi zimanê Farisî, me bi endama Akademiya Jinelojiyê Bihar Avrîn re hevdîtin kir.

*Hûn dikarin destpêkê pênaseya têgeha Jinelojiyê bidin û çarçoveya armancên wê çi ne?

Jineolojî yan zanista jinê têgeh û avahiyeke nû ya pênaseyî ye ku cara yekem di sala 2008’an de di parêznameya Abdullah Ocalan a sêyemîn a bi navê “Ezmûnek li bara Civaknasiya Azadiyê” ji sê beşan hatiye bikaranîn. Her çi jineolojî mîna "Jinnasiyê" tê pênasekirin jî, lewma ev pênas dikare li gorî nasnameya civakî ya jinê were berçav girtin. Ji ber vê jî Jineolojî zanista jinê, jiyan, jiyana hevbeş, bingehên teorîk û felsefî yên serhildana jinan li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk hatiye avakirin.

Diyar e kedxwerî ku ji ol û dewlet û çanda mêrsalariyê dixwe, dijminê jin, jiyan û civakê ye û ji ber wê jî pêwîstî bi lênêrîna jiyana civakê heye . Berevajî nêrînên bi vî awayî yên wêranker ku bûye sedema qeyranên civakî yên kûr û ketiye nava aliyên giştî jiyana mirovan, bi awayekî xwezayî ji bo şîrovekirina têkiliyên desthilatdariyê pêwîstî bi zanînê heye. Erka jinelojiyê weke felsefe û zanîneke nû ya jin, jiyan û civakê, dîtina bersiv û çareseriyên li gorî çarçoveya civaka exlaqî û siyasî ye ku li beramberî derbasbûna dîrokê berxwedan kiriye. Li aliyek din pêwîstî bi analîzek çandî ya pergala îstîsmarê ya ku li ser bingeha têkiliyên serdestiya mêr û têgihîştina desthilatdariyê ya jiyanê heye. Jineolojî bi perspektîfeke sosyolojîk û dîrokî li nasnameya jinê dinêre û wêya weke cewhera civaknasiyê şîrove dike û bi qeyranên ku ji ber şikandina paradîgmaya zanistî ya jin û jiyanê derketine re mijûl dibe. Jineolojî binê pirsên birina sînorên çêkirî mîna zanistên xwezayî, zanistên civakî û zanistên mirovî hatine xêzkirin, tîne bîra me ku her zanist, civakî ye û divê zanist li cewhera xwe ya civakî vegere. Jineolojî dema ku metodên xwe pêş dixe, ji tekoşîna çînan bigire heya tevgera rizgariya netewî û tevgerên ekolojîk hem ji gelemperîyên femînîst û hem jî ji tecrubeyên hêzên dij-desthilatdariyê giştî berjewendiyê werdigire. Jineolojî, bi dûrketina ji femînîzmê û kêmasiyên wê yên di analîzkirin û şîrovekirina pirsgirêkên jinan ên li erdnîgariya Rojhilata Navîn û herêmên din ên cîhanê de, li gorî rastiyên wan ên civakî û dîrokî ne tê de fikir, têgeh û sernavên tevgerên din ên azadiya jinê yên li hawirdora cîhanê di edebiyata femînîst de, di rizgariyê de alîkariya femînîzmê dike, yek ji wan rêyên mirinê ye. Di dawiyê de mirov dikare bêje jineolojî zanîneke alternatîf û radîkal e ku ji teoriyê wêdetir di nava hewldana têkoşîna teorîk û civakî ya li dijî pergala mêrsalarî û hemû sîstemên hiyerarşîk de ye û di çarçoveya xebatên demokratîk, ekolojîk û jinan de tê pêşxistin. Ji aliyê jineolojiyê ve, pêwîst e wateyek berfireh ji raman û çalakiyê re bê dayîn û xêza azadîxwazî û dij-sîstêmê ku li ser çand û cihêrengiya xwecihî radiweste û bi qutbûna ji pêkhateyên zanîna dewletparêz û hiyerarşîk were xurtkirin, bigihêjin avahiyên zanînê ên li ser jinê.

*Jineolojî zêdetir li ser kîjan mijaran dixebite û çarçoveya çalakiyên wê çawa ye?

Di cîhaneke ku modernîteya kapîtalîst bi îdeolojiya lîberalîzmê û nêrîna obje û amûran a xweza û mirovan û bi destwerdanên domdar, şekil û amûrên zanîna mirovî ji holê rakiriye, armanca jinelojiyê vekirina riyên nû ên ji bo naskirina alav û armancên zanebûnê (zanînê) ye.

Li aliyê din ji ber ku civak bi awayekî dîrokî û nûjen li derdora jinê ava bûye, zanista ku li derdora jinê pêş dikeve, tenê dema ku ji bin bandora sîstemên desthilatdariyê yên di bin çanda mêrsalarî û sermayeyê de bê derxistin dibe civakî. Li ser vê bingehê di çarçoveya xebatên jinelojiyê de derxistina nirxên civakî, bikaranîna azmûn, ceribandin û koleksiyonên jinan ji bo analîzkirina civakê, derxistina mirovan ji zanistên civakî û zayendperestiya tê de ye. Li aliyê din divê mirov bi nêrîna jinê li zanistê binere û derewên ontolojîk ên di kesayet û nasnameya jinê de heye careke din derxe holê û şîrove bike.

Ji ber ku siya nêrîna mêrane û heta hestên fikrê mêr li hemberî jinan bandor li nêrîna wan kiriye. Li kêleka wê Jineolojî li dijî berxwedana sosyolojiya hevdem a ku ji aliyekî ve bi zanebûn pergala sermayeyê weke ku îdeolojiya lîberal dixwaze analîz nake û koletiya çînî û zayendî bi awayên cuda meşrû dike û ji aliyê din ve her tim li hemberî hebûna jinê li ber xwe dide û afirandina sosyolojiya wan, civaknasiya jinê ye.

*Ji destpêka xwendina Akademiya Jinelojiyê heta niha çi çalakî hatine kirin, bertekên li hember vê zanînê çi bûn û mirov dikare bêje bandor li ser civaka mêrsalarî kiriye?

Jinelojî ji sala 2011 ve tê niqaş kirin. Di yekemîn konferansa jineolojiyê ya sala 2015’an de biryara avakirina akademiya jinelojiyê hate dayîn. Ji bo bidestxistina zanyariyên jinan li gelek deverên cîhanê ji semîner heta konferans û komxebatan gelek lêkolîn hatin kirin. Li Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê piştî serhildanê vekolînên sosyolojîk û xebatên çanda devûkî hatin kirin û di bin çavdêriya Akademiyê de navendên lêkolînê yên li ser xebatên jinan hatin avakirin. Hêjmara destpêkê ya kovara jinelojiyê di sala 2016’an de derket, di sala 2017’an de li piraniya deverên Rojava navendên lêkolînê hatine vekirin û li zanîngeha Rojava jî qada jinelojiyê hat avakirin û navenda jinelojiyê jî di sala 2018’an de li Belçîka hate avakirin, gelek, beş û kargehên hînkariyê di vî warî de û di gelek qadên din hatin avakirin. Di sala 2019’an de li Rojavayê fêrgeha Andorya Wolf hate avakirin û ev çalakî bi armanca pêwendî û hevdîtina jinên cîhanê bi taybetî li Ewropa, Asya û Amerîkaya Latîn pêk tê. Akademiya Jinelojiyê hewl dide lêkolînên li ser jinê zêde bike û bi tevayiya jinên li seranserê cîhanê re zêdetir bikeve têkiliyê. Bê guman di van salan de li seranserê cîhanê gelek jin bejdarî Akademiya Jineolojiyê bûne û ev têkilî bûne sedema têkilî û roleke avaker di pêşxistina têkoşîna akademîk a jinan de li dijî her cure dijjintiyê ye.

Çand û mêjiyê mêrsalarî ev bi hezaran salan ava bûye, lê ev nayê wê wateyê ku nayê guhertin û hewcedariya wê bi têkoşînên teorîk, civakî û çandî heye. Ji ber ku ji destpêka vê çandê heta niha hatiye parastin, xurtkirin û ji nû ve hilberandin ji ber ku berjewendiyê ji hikûmetan werdigire û mêrsalarî weke rastiyek û îdeolojî bi hêz daye avakirin. Ji ber vê yekê jî divê ku ev çand bi ser bikeve û li aliyê din veguhere vê çandê. Hewceyî bi pênaseyên rast, dîtineke nû ya cîhanê û hilweşandina teoriyên heyî heye. Ji ber vê sedemê yek ji armancên jineolojiyê, weke ku pir caran hatiye niqaşkirin, analîzkirina esl û pêvajoya pêkhatina vê çandê û pêşkêşkirina çareseriyeke teorîk ji bo têkoşîn û derbaskirina wê ye. Li aliyê din pilana “veguhertina mêr” ku herdem di nava tevgera jinên Kurdistanê de hebûye, dikare weke yek ji çalakiyên perwerdeyê yên ji bo guhertina çand û mêjiyê mêrsalarî di civakê de bê zêdekirin. Di van salên derbasbûyî de beşek ji xebatên jinelojiyê ji bo mêran dewreyên perwerdeyê tên lidarxistin û ev çalakî bi bandor bûne. Hebûna wekhev a jin û mêr li gor pergala serokatiyê ya hevpar, ku li ser bingeha teoriya "jiyana hevpar a azad" di hemû qadên civakî û siyasî de, dikare di şikandina qalib û pîvanên heyî de bi ser bikeve û ramana ku siyaset ya mêran e bi tepisine. Ji ber ku jiyana hevpar têkiliyên çandî, siyasî û civakî yên jin û mêran giştî dihewîne. Divê tenê di çarçoveya malbatî û têkiliyên malbatî de nemîne. Eger ev têkilî bi awayekî rast ku rêz li îradeya partiyan bigire, mirov dikare bêje ku dê di rakirina çanda mêrsalarî de bi bandor be. Faktorek din a girîng jî perwerde û rêxistinbûna jinan e.

*Di van rojên dawî de pirtûka “Jineolojî, zanista jin û jiyanê” bi zimanê Farisî derket. destpêkê, ev pirtûke bi çi zimanan li ber destê xwendevanane û armanca çapkirina vê pirtûkê çi ye û behsa kîjan pirsgirêkan dike?

Em di qonaxên girîng ên dîrokê de ne. Di wê rewşê de ku mêrsalarî û faşîzm li beramberî jin û gelan rûyekî hovtir girtiye û li aliyê din pêla şoreşên civakî yên bi şopandina jinan li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn û di van çend salên dawî de bilindtir bûye. Bi mehane hêjî şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ya bi pêşengiya jinan didome, pêwîste li ser bingehên teorîk û kampanyaya serhildana jinê werin destgirtin û jibo serketina vê serhildanê rêgez bê dayîn. Weke ku min di serî de jî gotî Jineolojî di heman demê de zanista serhildana jinê ye û di vê qonaxê de erka wê ye ku roleke girîng di pêşveçûna vê serhildanê de bilîze.

Armanca weşandina vê nivîsê ewe ku nêrînên nû yên di akademiya jinelojiyê de li ser mijarên girêdayî jinan hatine lêkolînkirin, pêşkêş bike. Li aliyê din jî nêrînek li ser bingeh û koka dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û felsefeya wê ye û pêwîst e ku mirov çawanî û çiqasiya "efsûnî"bûna vê dirûşmê fam bike. Di beşeke ji vê pirtûkê de ku behsa şoreşa jinê dike, girîngiya vê dirûşmê tê vegotin. Di beşa yekem a vê pirtûkê de, di çawahiya hewcedariya zanîn û paradîgmaya nû tê nîqaş kirin. Ji ber ku her qonaxeke dîrokê li gorî rewşên xwe yên civakî, siyasî û çandî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gorî pêwîstiyên civakan pêwîstî bi paradîgmayek û zanîneke nû heye û em di demên wiha de ne. Jineolojî zanistek e ku aktor, hêz û pergalên ku rê li ber pirsgirêkan vedikin ji nû ve pênase dike û analîz dike û ji bo çareserkirina van qeyranan tez û rêgezên nû dide.”