Bi zêdebûna pevçûnên li El-Faşêrê re krîz kûrtir dibe
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, da xuyakirin ku ji meha Cotmehê ve heta niha 81 hezar kes neçar mane warê xwe biterikînin. Tora Bijîjkên Sûdanê jî hişyarî kir ku kesên li kampên li bakurê El-Faşêrê dimînin rewşa wan pir xirab e.
Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Darfûra Bakur, El-Faşêrê, ji ber pevçûnên çekdarî û kontrolkirina Hêzên Piştgiriya Lezgîn, krîza mirovî her diçe girantir dibe. Bi hezaran mirov di mercên xirab de bê xwarin, dermankirin û bê cih û war, ji bo jiyanê têdikoşin.
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) roja 5’ê Mijdarê daxyanî da û ragihand ku ji 26’ê Cotmehê ve heta niha ji bajarê El-Faşêr ê Darfûra Bakur ku dikeve Sûdana Rojava û derdora wê ji 81 hezarî zêdetir mirov koçber bûne. Ji wê dîrokê ve heta niha bajar, di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye û sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan didomîne. Derdorên herêmî û navneteweyî, bi fikar in ku ev rewş bibe sedema perçebûna erdnîgariyê li welat û rewş wiha bimîne.
Bi deh hezaran mirov ji warên xwe koçber bûne
Rêxistinê diyar kir ku di şopandina koçberiyê ya di 4’ê Mijdarê de hat kirin diyar bûye ku ji bajarê El-Faşêr û gundên derdora wî bi giştî 81.817 hezar kes koçber bûne, ev hejmar dibe k udi rojên pêş de zêdetir bibe.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, gelek kesên ji cihên xwe koçber bûne hê jî di nava sînorên El-Faşêrê de dimînin. Ên din jî li herêmên Darfûra Bakur, Kebkabiya, Melît, Kutum û Tawîlayê bi cih bûne. Hejmarek ji wan jî li bajarên din ên Sûdanê bi cih bûne. Herêmên Nîlê Spî Kostî, Kordofana Rojava, Gebeish, Cebal Marra a li Darfûra Navîn û Bakur û herêmên Rojhilatê Darfûrê Geneniaya Rojava, heremên Kelbas û Şaariya bölgeleri, her wiha îdareyên Cebel û Wahda yên li Başûr Rojavayê Darfûrê di nava van deran de ne.
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, diyar kir ku ji ber ku rê bi ewle nîn in komên qadê zoriyên mezin dikşînin, vê rewşê li pêşiya gihîştinê dibe astengî û zoriyên gel zêdetir kiriye.
‘Rewş heta tu bibêjî xirab e’
Tora Bijîjkên Sûdanê jî bi daxuyaniyek hişyarî da ku rewşa kesên li kampên bakurê bajar El-Faşêrê dimînin pir xirab e, bi zêdebûna hejmara kesên ji bajar direvin re krîza mirovî girantir dibe. Torê diyar kir ku li kampên Tawila, Kurma û Goloyê rewş giran e û wiha hat gotin: “Li gorî daneyên herêmî li van kampan di nava çend rojên dawî de hejmara kesên ji cihê xwe bûne 36 hezarî zêdetir bûye. Her wiha gelek birîndarên ji El-Faşêrê hatine, du roj paşê gihîştine kampa Golo, birîna wan giran bûye û hema bibêje tu derfeta dermanirinê tune ye. Malzemeyên derman û dermankirinê pir kêm in, zarok û jinên ducanî birçî ne. Ev rewş heta tu bibêjî xirab e û xuyaye her biçe dê girantir bibe.”
‘Alîkarî kêm in yên tên jî tên talankirin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li kampan cih tune ye gelek kes li derve dimînin û nikarin razên û hat gotin ku saziyên alîkariyê desteka konan û cihê ku mirov lê bi cih bînin nikarin bidin û wiha bi dawî bû: “Ev rewş dibe sedem ku nexweşiyên şewbê belav bibin. Her wiha tunebûna ava vexarinê û paqij, kêmbûna alîkariyan, talankirina malzemeyên alîkariya mirovî, dibin sedem ku krîz bi awayekî bi xeter kûrtir bibe.”