91 sal piştî Hawarê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî

Di ser damezrandina yekemîn kovara bi zimanê Kurdî re 91 sal diborin. Kovara Hawar bû dergeha xebatên zimanê Kurdî û jêdera avabûna dibistan, peymangeh û zanîngehên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Zimanê Kurdî yek ji kevintirîn zimanên cîhanê ye ku 5 zaravayan Kurmancî, Soranî, Goranî, Dimilkî û Lûrî digre nava xwe. Kurdî zimanê resen ê gelê Kurd e ku bi sedsalan e rastî êrîşên asîmîlekirinê tê. Tevî ku welatê Kurdan, Kurdistan bû çar perçe û gelek hewldan hatin kirin ku ji zimanê xwe yê zikmakî werin qutkirin, Kurdan bi rê û rêbazên cuda zimanê xwe parastin.

Di 15'ê Gulana 1932'an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û çend kesên din, yekemîn kovara bi tîpên latînî ya bi navê Hawar li paytexta Sûriye Şamê çap kirin. Vê dîrokê di warê rewşenbîrî, çand, ziman û wêjeyî Kurdî de şoreşeke mezin pêk anî. Kovara Hawar ku 57 hejmar weşand, bû dibistana Kurdî ya sereke û îlham ji bo xebatkar, lêkolîner, mêvan û hezkiriyên ziman. Ji bo vê roja 15'ê Gulanê di 2006'an de weke cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Bi ragihandina vê rojê re, gelê Kurd her sal di 15'ê Gulanê de helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên pişaftina ziman, çand û nasnameya gelê Kurd ji aliyê hêzên serdest ên li Kurdistanê, nîşan didin.

Roja 15'ê Gulanê bi şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re bi rengekî balkêştir hat teyisandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku weke şoreşeke civakî tê destgirtin, di warê ziman û çandê de jî şoreşek pêk hat. Li Rojavayê Kurdistanê beriya ku şoreş pêk were, ji ber zextên rejîma Baasê xebatên fêrbûna ziman di çarçoveya tîpan de sînordar bû. Bi şoreşê re xebatên zimanê Kurdî bi Saziya Zimanê Kurdî (SZK) re dest pê kirin, piştre dibistan, peymangeh û herî dawî jî li ser asta Rojavayê Kurdistanê û kantonan zanîngeh hatin vekirin.

Li herêma Firatê Zanîngeha Kobanê di Îlona 2017'an de hat avakirin. Li rex beşên zanistî, Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî û Erebî hat vekirin.

'Yekemîn beşa di zanîngehê de beşa wêje û ziman e'

Hevseroka Beşa Ziman û Wêjeya Zanîngeha Kobanê Hîva Mihemed Elî der barê fakulteya Wêje û Ziman de ev agahî dan: "Çawa ku di 2017'an de zanîngeha Kobanê hat avakirin, yek ji gavên destpêkê vekirina fakulteya Ziman û Wêjeyê bû. Me li Rojavayê Kurdistanê bi tîp û astên Kurdî dest pê kir. Piştre em gihîştin pêvajoya dibistan û peymangehan ku herî dawî jî me zanîngeh ava kir. Em van pêşveçûnan weke şoreşeke di warê fêrbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî de dinirxînin. Hezkiriyên zimanê dayikê gelek in ku her sal hejmareke mezin serî li zanîngehê didin. Di dirêjahiya van 6 salan de 2 kom derçûn. Gelek xwendekarên derçûyî di zanîngehê de weke mamosteyên alîkar, wergervan û di ragihandinê de jî dixebitin. Pêvajoya xwendina Ziman û Wêje 4 sal in û di nav de materyalên wêjeyî û yên zimannasiyê jî hene. Di warê zimannasiyê de rêziman, werger û zimannasî bi xwe jî heye. Ji bo xwendekarên ku asta nivîsandin û xwendina wan lewaz be, astên Kurdî tên dayîn."

'Xwendina ziman û wêjeya Kurdî gihîştiye pileya masterê'

Hîva Mihemed Elî destnîşan kir ku derfeta xwendina mastera Wêje û Zimanê Kurdî heye  û got: "Beşa wêjeyê jî wêjeya klasîk û ya nûjen her wiha romana Kurdî, şano û derbirîn e. Herî dawî jî projeya derçûnê heye ku xwenedkar li gor wê tên nirxandin. Li aliyekî din jî mastera zimanê Kurdî li zanîngeha Kobanê bi alîkariya hîn profesorên rêziman û wêjeya Kurdî yên li zanîngehên Başûr û Bakurê Kurdistanê, Belçîka û Parîsê vebûye ku bi riya xwendina li ser înternetê ango zindî waneyan didin. Di destpêkê de mamosteyên li zanîngehê qonaxa masterê dixwînin ku hinek ji wan pisporiya di warê ziman de û hinek jî di warê wêjeyî de bingeh digrin. Piştî mamoste masterê xilas bikin, wê ev derfet ji bo xwendekaran jî were pêşkêşkirin."

'Ji fêrbûna tîpan em gihîştin asta zanîngehan'

Hevseroka fakulteya Ziman û Wêje Hîva Mihemed Elî girîngiya ziman û asta parastina zimanê Kurdî wiha şirûve kir: "Ziman tişta herî girîng e ji bo gelan, mirov bi zimanê xwe heye. Gelekî ku bi zimanê xwe yê zikmakî nemîne, nexwîne û fêr nebe, hebûna wî gelî tune ye. Bi sedan zimanên cuda hene lê hêzên desthilatdar û hegemon rojane zimanan di qirkirinan re derbas dikin. Gelê Kurd jî bi sedsalane rastî êrîşên qirkirin û asîmîlasyonê tê. Li kîjan devera ku Kurdan lê jiyane, hewldanên pişaftina çandî û ziman pêk hatiye. Bêguman Kurdan li hemberî van polîtîkeyên qirkirinê serî rakirin û heta astekê zimanê xwe parastin. Lê bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re ku di hemû warên jiyanê de şoreşek pêk hat, bi taybetî jî ji bo qada fêrkirin û ziman, şoreşeke dagirtî û dewlemend bû. Bi taybetî jî em gihîştibûn asteke ku êdî axaftin û hizirandina bi Kurdî têk diçû, heta rejîma Sûriyeyê ji bo kesên me yên temenê wan mezin ku nivîsandin û xwendinê nizanibûn, waneyên fêrkirina zimanê Erebî didan. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ev rewş guhert ku em ji asta tîpan gihîştin mastera Kurdî."

'Xwendin lêkolînkirin û fêrbûna ziman û wêje destkeftiyeke bi nirx e'

Di zanîngeha Kobanê de pergala dayîna wêneyên zimanê Kurdî ji bo beşa zanistî jî hatiye rûniştandin. Mamosteya zimanê Kurdî Fîdan Hemo ku ji 2016'an de vê xebatê dike bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hestên xwe ji ajansa me re parve kir: "Piştî ez gihîştim asta zanîngehê, daxwaza min ew bû ku ez derbasî peymangeha şehîd Viyan Amara ya Efrînê bibim. Ez li pey hezkirina xwe ya ji zimanê zikmakî û dîroka xwe re çûm û xwendina xwe ya peymangehê bi dawî kir. Wekî tê zanîn jî Kurd bi salan e bi qirkirinên fizîkî û çandî re rû bi rû tên, min jî xwest ez rola xwe di parastina zimanê Kurdî de bilîzim û ji bo nifşên nû zemînê fêrbûna bi zimanê dayîkê ava bikin. Ji bo vê heger di roja me ya îro de zanîngeheke ku wêje û zimanê Kurdî fêr dike heye, ev ji mezintirîn destkeftiyên şoreşa me ne. Her wiha ev yek dibe bersiv ji bo xeyalên bi sedan wêjevan, zimanînas û hezkiriyên zimanê Kurdî. Ji lewre em gelek bi şans in ku me bi zimanê xwe yê dayikê xwend û niha jî nifşên xwe yên nû bi heman rêbazî fêr dikin."

Xwendina ziman û wêjeya Kurdî hemû qedexeyên di mêjiyê wê de rakirin

Ji 2017'an ve du kom ji Fakulteya Ziman û Wêjeya Zanîngeha Kobanê derçûne û ya 3 jî li ber derçûnê ne. Xwendekar Dilvîn Ehmed ku sala 3'an di Fakulteya Ziman û Wêje de dixwîne, bi coşeke mezin behsa hezkirina xwe ji zimanê dayikê re kir û wiha got: "Gelek fakulteyên zanîngeha Kobanê hene lê beşa herî balkêş ji bo min Ziman û Wêjeya Kurdî bû. Ji lewre min ev beş hilbijart û xwendina ya di vê fakulteyê de gelek bi wate ye. Bi qasî ez têgihîştim qedexe bû ku em bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin jî ji bo vê dema ku derfeteke wiha çêbû ez beziyam û min hembêz kir. Xeyal bû heta ez dikarim bibêjim hesreta bi salan bû ku em bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî dîroka xwe bixwînin. Ji bo ku ez vê beşê bixwînim, gelekî têkoşiyam, bi taybet jî mala min li gundan e û di çûndin û hatinê de astengiyê dikşînim. Lê min bi daxwaza xwe kir û sal bi sal xwe bi pêşxist ku ez gihîştim sala 3'emîn."

Ji bo pêkanîna xeyalên xwe bênavber dixwîne

Dilvîn Ehmed destnîşan kir ku ji bo bibe pispora ziman û wêjeya Kurdî masterê jî bixwîne û got: "Beriya ez bixwînim gelek pirs û nakokî di mêjiyê min de hebûn lê bi xwendina vê beşê re min bersivên xwe dîtin. Me wêje, ziman, çand û hwd. nas kir. Ez weke xeyal roja derçûna xwe dibînim û hestên gelek xweş dijîm, heta piştî derçûnê ez ê masterê jî bixwînim. Xwendin û fêrbûn, yek ji armancên min yên sereke ne di jiyanê de. Ji bo vê ez bi xwendina xwe ya di fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî de gelek serbilindim. Ez ji ciwanên me yên ku xwendina zimanên din hildibijêrin re dibêjim ku bila jibîr nekin em bi salane bindestin. Divê ku em li zimanê xwe yê zikmakî vegerin, biparêzin û mayînde bikin. Îro derftên ji hemû aliyan ve hene, dibistan, peymangeh û zanîngeh, heta mamoste û doktor jî hene."