Bi wesayîda zirxî qetilkirina zarokan weke ‘erka civakî’ hat dîtin!

Doza polîsê dewleta Tirk Burhan Kolbaş ku bi wesayîda zirxî bû sedema mirina yek jê zarok û du kesan, hat xirakirin. Heyeta dadgehê komkujiya bi wesayîda zirxî weke ‘erka civakî’ hesiband.

Navenda Nûçeyan - Doza polîsê dewleta Tirk Burhan Kolbaşî ku li navçeya Licêya Amedê di roja 19’ê Hezîrana 2017’an de bi wesayîda zirxî li mînîbusê da û xwendekarê pola 4’yemîn Zîlan Yamankiliç, şofurê mînîbusê Remzî Menteşe û ji rêwiyan Îlhan Ayaş tê de mirin hat dîtin.

Piştî bûyerê îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Amedê ve hat amadekirin, der barê polîs Burhan Kolbaşî ku wesayîda zirxî dişixuland de ji sûcê: “Bi qesdî sedema mirina çend mirovan” bi daxwaza ji 2 sal heta 15 salan cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 15’ê Îlona 2020’an de cezayê 4 sal û 2 mehan ê girtîgehê da polîs Burhan Kolbaşî lê dûre ev ceza veguherand cezayê pere yê 45 hezar û 600 tl.

Parêzerê Zîlan Yamankiliç û malbata wê biryar birin dadgeha îstinafê. Ji ber ku der barê polîs de destûra lêpirsînê nehat dayîn, dadgeha îstinafê destûra lêpirsînê ji walîtiya Amedê girt û darizandinê rawestand. Li ser destûrnedana walîtiyê, dozgerê danişînê û parêzerê malbatê ji bo walîtî qedexeyê rake vê carê serî li dadgeha Îdarî ya herêma Dîlokê da. 6’yemîn  Dadgeha Îdarî ya herêma Dîlokê îtiraza dozger û malbatê red kir. Li ser vê yekê dozê careke din şandin dadgeha herêmî. Dadgehê der barê destûrnedayîna lêpirsîna der barê doza fail polîs de dozê careke din vekir û danişîna doza ku hat vekirin di 8’ê Mijdara 2023’an de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.

Biryara xirakirina dozê

Dozger di mutalaya xwe de diyar kir ku ji ber di biryara Dadgeha Îdarî ya herêma Dîlokê de der barê fail polîs de destûr nedaye xwest doz were xirakirin. Dadgeha ku li gorî daxwaza dozger tevgeriya, der barê polîs Burhan Kolbaşiyê ku bû sedema mirina sê kesan de biryara xirakirina dozê da.

Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de, diyar kir ku der barê fail de bê destûr doz hatiye vekirin û ji ber vê jî diyar kir ku biryara rawestandinê girtine. Di biryara bi hincet de diyar kir ku  ‘ji ber eka xwe sûc kiriye’ ji ber destûr ji bo darizandinê nedane doz xira kirine.

Di 15 salan de 21 jê zarok 44 kes hatin qetilkirin

Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet ku bi salen berdewam dike bi sedan kes û zarok bi wesayîdên zirxî hatin qetilkirin. Komeleya Mafên Mirovan di sala 2022’an de bi daneyan diyar kir ku di 15 salên dawî de bi wesayîdên ku leşker û polîs diajon 21 jê zarok 44 kes hatine qetilkirin, 23 jê zarok 94 kes jî birîndar bûne. 

Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di nava 4 salên dawî de bi wesayîdên zirxî yên leşker û polîsan 9 jê zarok, yek astengdar, bi giştî 18 kes hatine qetilkirin. Di heman demê de 14 jê zarok 50 kes jî birîndar bûne.