Bi wêneyê bavê xwe mezin bû: Wê têkoşîna min berdewam bike

Sozdar Ozdemîr ji bo pirsa aqûbeta bavê xwe Mehmet Ozdemîr ê ku di bin çavan de hat windakirin beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin” dibe got: “Ez bi wêneyê bavê xwe mezin bûm. Tu bîranînek min pê re tune ye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Sozdar Ozdemîr ji bo aqûbeta bavê xwe Mehmet Ozdemîr ku di roja 26’ê Kanûna 1997’an de di bin çavan de hat windakirin têkoşîna xwe berdewam dike. Sozdar Ozdemîr a hê yeksalî û nîv bû bavê wê hat windakirin, 5 sal in bi wêneyê bavê xwe her hefte beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin” ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ve ve tê lidarxistin dibe.

Sozdar Ozdemîr da zanîn ku dema bavê wê winda bûye hê yeksalî û nîv bûye û dayika wê 3 meh ducanî bûye, ew jî weke zarokên kesên din ên winda, bi çîroka dema ku bavê wê hatiye binçavkirin û îşkenceya ku dîtiye mezin bûye. Sozdar Ozdemîr diyar kir ku roja bavê wê winda bûye rastî gefa ‘Em ê te qetil bikin, malbata te hestiyên te jî nebîne’ hatiye û ev tişt anî ziman:

“Piştî ku wan gefan li bavê min xwar me tu agahiyek jê negirt. Dema me daxwaznameya yekem da, gotin cenaze li gel me ye. Piştre înkar kirin. Dayika min bi salan têkoşiya. Bê westan ji bo hestiyên wî bibîne têkoşiya. Bavê min nayê bîra min. Carna ji bo bîranîneke bi bavê xwe min re were bîra min ez zorê li xwe dikim lê belê tiştek nayê bîra mîn.”

‘Ez bi wêneyê bavê xwe mezin bûm’

Sozdar Ozdemîr xwest ku goreke bavê wê ya ku biçe serdanê hebe û wiha got: “Wê têkoşîna min her dem berdewam bike. Heta sax bim ez ê li pey vê bim.” Sozdar Ozdemîr destnîşan kir ku bi salan dayika wê beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin” dibû, 5 sal in bi xwe jî beşdar dibe û wiha domand: “Ez bang li hemû malbatan dikim, bila her kes li windahiyên xwe û paşeroja xwe xwedî derbikeve û vê riyê bernedin. Ez bi wêneyê bavê xwe mezin bûm. Min qet dengê wî nebihîst, tu bîranînek min pêr e tune ye. Ez vî wêneyî ne bi şerm, bi rûmet û serbilindî hildigrim.”

‘Em li gel malbat û windayan in’

Alîkara seroka Şaxa ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglu ji ajansa me re axivî û da zanîn ku têkoşîna windayan zêdeyî 30 salan e berdewam dike. Suzan Mehmetoglu got ku di vê erdnîgariyê de çîroka gelek zarokên ku hê di zikê dayika xwe de bûne, bavê xwe winda kirine hene û wiha got:

“Dewletê di vê dema derbasbûyî de tu deman bersiva daxwaz û pirsên malbatan neda. Niyeta wan a bersivdayînê jî tune ye. Ger bersiv bidin divê destpêkê xwe bidarizînin. Naxwazin hevrû bibin lê belê em ê her dem têkoşîna xwe berdewam bikin. Em li gel malbat û windayan in. Li vê derê em careke din dubare dikin; bila winda bên dîtin fail bên darizandin.”

Mehmet Ozdemîr 27 sal in winda ye

Mehmet Ozdemîr di sala 1954’an de li gundê Arakî yê girêdayî navçeya Licêya Amedê ji dayik bû. Zewicî û bavê 7 zarokan bû. Gundê Mehmet Ozdemîr ji aliyê hêzên dewletê ve her dem dihat serdegirtin. Ji ber zextên dewletê yên di salên 90’an de malbata Mehmet Ozdemîr koçî Amedê dibe. Ji bo çandiniya zeviya dem bi dem Memet Ozdemîr diçû gundê xwe, piştî şewitandina gund, Mehmet Ozdemîr li navenda bajarê Amedê bi cih dibe, li wê derê dest bi lawirvaniyê dike û debara malbata xwe dike.

Mehmet Ozdemîr di roja 26’ê Kanûna 1997’an de dibêje ez ê biçim bazara lawiran ji malê derdikeve, piştî ku serdana mala hevalek xwe dike, diçe qehweyek nêzî bazara lawiran. Mehmet Ozdemîr li qehweyê dema ku li gel hevalên xwe rûdinê, ji aliyê 2 kesên bi çek ên cîhaza bêtêl di dest wan de bi zorê tê revandin. Piştî bûyerê Enzîle Ozdemîr ji bo hevjînê wê Mehmet Ozdemîr were dîtin serî li ÎHD’ê dide û daxwaza alîkariya hiqûqî dike.

Cezayê tezmînatê li Tirkiyeyê hat birîn

Enzîle Ozdemîr bi alîkariya parêzeran bi daxwaznameyekê serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dide. Tê îdiakirin ku hevjînê wê nehatiya binçavkirin. Enzîle Ozdemîr bi riya hiqûqa navxweyî encam nagire. Di dîroka 7’ê Îlona 1999’an de der barê Mehmet Ozdemîr de ji ber ku bi zorê hatiye revandin serî li AÎHM’ê dide. Tevî hemû serlêdanên ku hatine kirin tu agahî ji Mehmet Ozdemîr nayê girtin. AÎHM di dîroka 8’ê Çileya 2008’an de di aliyê esas û usûlê de der barê dozê de biryara îhlalê dide û Tirkiyeyê mehkumî tazmînatê dike.