‘Bi tu rêbazê dê nikaribin pêşî li serhilana jinan bigrin’

Jinên ku li bajarê Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, jehrîkirina xwendekarên jin ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kirin ku tu hêz nikare pêşî li têkoşîna jinan bigre.

MELEK MUHEMMED

Tebqa – Serhildana gel a piştî ku jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê “polîsên exlaq” ve hat qetilkirin, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di meha xwe ya 7’emîn de didome. Bi taybetî jinên pêşengên serhildanê, hemû beşên civakê bûn hedefa dewleta Îranê. Ji polîtîkayên wek girtin, îşkence, desteserkirin, qetilkirin û cezayên giran ên li dijî tepisandina serhildanê re polîtîlaya jehrîkirina xwendekarên jin a bi gaza kîmyewî jî ked dewrê. Hikûmetê der barê jehrîkirina ku ji meha Kanûnê vir ve zêdetirî 7 hezar xwendekar jê bi bandor bîne û bûye sedema mirina 4 xwendekaran daxuyaniyeke zelal neda, ji gelek cihên cîhanê bertek berdewam dikin.

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Tepqayê Leyla Muhammed û yek ji Rêveberên Meclisa Jinan a Zenûbyayê Fatima Bahboûh der barê mijarê de bertek nîşan dan û diyar kirin ku têkoşîna jin didomînin dê bi ser bikeve.

'Em piştgiriyê didin jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin’

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Tepqayê Leyla Mihemed diyar kir ku jehrîkirina xwendekarên keç ji aliyê hikûmetê ve bi zanebûn hatiye kirin û wiha got: "Jêhrîkirina bi zanebûn a xwendekarên keç ên li Îranê encamek dîktatoriyê ye. Hewl dide bi girtin, qetilkirin an jî bi qestî jehrîxistina kesên ku mafên xwe dixwazin atmosferek panîk û tirsê ava bike. Serhildana ku li çar aliyên Tirkiye û Rojhilatê Kurdistanê belav bûye 7 meh in didome. Hikûmetê tevî hemû rêbazên hovane û zextan jî nikaribû serhildanê bitepisîne. Em wek Komîteya Perwerdeyê vê sûcê li dijî gel û zarokan şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne ku jin xwedî mafên parastina maf û azadiya xwe ne.”

'Ji bo pêşî li wan bigrin vê polîtîkayê xistine dewrê’

Yek ji rêveberên Meclisa Jinan a Zenûbyayê Fatima Bahboûh jî diyar kir ku dewlet hewl dide serhildanên jinan ên ku bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' dest pê kirine, bitepisîne û wiha got: "Rêbaza herî dawî ya hovane ya ku rejîma Îranê pêk tîne jehrîkirina bi qestî ya xwendekarên keç li dibistanan e. Armanc bi vê yekê qutkirina dengê heqîqetê û jiholêrakirina destkeftiyên jinan e.” Fatima Behboûh destnîşan kir ku ew bi serhildana ku li Îranê bi peşêngiya jinan dest pê kiriye hevgirtina xwe didomînin û anî ziman ku li dijî pergala kapîtalîst dê şoreşa jinan bi ser bikeve.