Bi topên dewleta Tirk birîndar bû: Divê hesab bê pirsîn

Meryem Hemdo Şêx Salih a ku di 15’ê Tebaxa 2021’ê de li gundê Til Şinan ê Til Temirê birîndar bû, heta niha li gundê xwe dijî got ku birîndariya wê dikeve rêza sûcên şer û banga hesapirsînê kir.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; heta roja îro didomin. Li heremên dagirkirî revandin, tecawiz, darvekirin, qetilkirin û îşkence û hwd. bûyerên rojane ne dibin sernavê nûçeyên ajans, tv û radyoyên herêmî û navdewletî lê ruxmî ku dewleta Tirk zagonên navdewletî yên şeran binpê dike, heta niha tu gavên şênber ji bo darizandina sûcdar û qatilan nehatine avêtin.

Meryem Hemdo Şêx Salih li gundê Til Şinan ê rojhilatê bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 3 km. dijî, dayika keçek û 2 lawan e. Meryem di 15’ê Tebaxa 2021’ê de ji ber topbarana dijwar a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Til Şinan, ji pişta xwe ve birîndar bûye.

Meryema Hemdo Şêx Salih ku heta niha ji gund û mala xwe derneketiye û li hemberî êrişan li ber xwe didie, ji ajansa me re axivî û helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriyê anî ziman.

Di êrişê dewleta Tirk de birîndar bû

Meryem Hemdo di destpêka axaftina xwe de roja 15’ê Tebaxa 2021’ê bi bîr anî û wiha axivî: "Em di nav tirsê de dijîn. Ev tirs û xof her dem heye ji ber ku tu nizanî di kîjan kêliyê de dê topek were keda te ya ewqas salan wêran bike. Li vê derê min fêm kir ku jiyan kêliyek e. 15’ê Tebaxa 2021’ê demijmêr 19:00’ê êvarê bû, ez li mala xwe bûm lê topbaran jî hebû, topbaran li ser cihê çêkirina çîmento yê li hemberî gund bû lê wê çaxê min got dibe ku gund neyê topbarankirin, hew min dît du top bi ser mala min de ketin, yek li paş malê ket ez di pişta xwe de birîndar bûm, ya din li qazana avê ket. Wexta ez birîndar bûm tenê bûm, tenê keça min a 12 salî li cem min bû, ji ber dijwariya topbaranê kes nikaribû were gund, min xilas bike û bigihîjîne nexweşxaneyê. Kêliya ku ez birîndar bûm 15 deqe ez ji ser hişê xwe çûm, dinya li ber çavên min reş bû, ji topan mal di bin dûmanê de ma. Paşê ez hatim ser hişê xwe, bi alîkariya keça xwe em hêdî hêdî ji malê derketin ber bi rê ve çûn, dema ku ez gihîştim ser rê, ji çongan ketim, hew dikaribûm bimeşim, heta ku rêwiyek hat û em gihîştandin nexweşxaneyê."

2 sal û 9 meh in jana ku dikşînim didome

Meryem Hemdo dibêje ku heta niha jana wê birîndariyê dikşîne û wiha behsa rewşa xwe kir: "Ez nikarim barekî giran hilgirim û bi destan jî bigrim, nikarim nîv km. bimeşim û ne jî zêde xwe bitewînim, karekî bikim. Heta roja îro ji ber parçeyên di pişta min de mane, ez jan û êşa wê dikşînim. Bi taybetî di sermayê de dema ku ew parçe dicemide min pir diêşîne. Hinek parçeyên biçûk di pişta min de mane lê goşt xwe lê pêçandiye, bijîşkan gotibûn ku ji tirsa masiya pişta min zirar bibîne ew nikarin emeliyat bikin. Ez niha li bendê me ev parçeyên biçûk ji ber xwe ve derkevin."

'Bila ji ber sûcên ku dewleta Tirk dike lêpirsîn vebe û hesab were xwestin'

Meryem Hemdo da zanîn ku birîndariya wê dikeve rêza sûcên şer ên dewleta Tirk û wiha helwesta xwe anî ziman: "Dema ku mirov li vê meseleyê binêre, dê bi zelalî bibîne ku tişta dewleta Tirk anî serê min sûc e. Tişta ku em di vî welatî de dixwazin tenê aştî û aramî ye. Ji ber em nikarin dest ji mala xwe berdin biçin bajarekî din ango li welatekî cuda bijîn û bibin rêwiyên li ser sînoran ji lewre ya ku em dixwazin ew e em bi aramî li mala xwe bijîn. Ji ber piştî birîndariya min nêzî salekê bi şevê nediwêrîm li malê rakevim, me berê xwe dida çolê di wê germ, serme û baranê de li çolê radizam. Ez dixwazim der heqê dewleta Tirk de li ser sûcên li dijî me kiriye lêpirsîn vebe û hesabê vê bide. Gelek mirovan qetil kir da koçberkirin û me perîşan kir. Îro dewleta Tirk bi çi mafî û zagonî tê êrîşî sivîlan dike û pariyê nanê me mal û milkên me ji me digre, wêran dike. Em daxwaza erdên xwe yên dagirkirî dikin. Divê dewleta Tirk jê derkeve û em êdî di nava aramiyê de bijîn, bes e ji dagirkeriyê re."