"Bi têkoşînê em ê tundiyê ji holê rakin"
Endama Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiyê Qudret Osman teqez kir ku bi rêka vê hemleyê re wê tundî bê rakirin û got:"Ji bo roja têkoşîna li dijî tundiyê 25'ê Mijdarê me dest bi hemleya xwe kir, ev hemle wê bibe çareseriya van pirsgirêk û tundiya li ser jin û civakê."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Roja cîhanî ya Têkoşîna Li dijî tundiya Li ser jin ango 25`ê Mijdarê, xwedî dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtiye. Roja ku hersê xwîşkên Mîrebal ji bo gelek jinan bûn îlham û hêza têkoşînê, li beramberî hemû cûreyên desthiladariyên xeta têkoşînê ji xwe re hilbijartin û îroj bi hezaran jin wê têkoşînê didin meşandin. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiyê, dest bi hemleya 25'ê Mijdarê kir. Li komîn, meclîs, bajarok û navçeyan semîner di derbarê tundiyê tê de tê dayîn û li kolanên sereke jî pankartên bi nivîsa "Dengê min bi dengê te re, na ji kuştina jin ê re", "Bi hev re di cîhanekî bê tundî de" û "Bi hev re em tundiyê têk bibin" hatine hilawistin. Têkildarî mijarê Endama Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiyê Qudret Osman ji ajansa me re axivî.
"Li beramberî tundiyê têkoşîn lazime"
Qudret di nava axaftina xwe de anî ziman ku tundiya ku îroj li ser jin tê meşandin di heman demê de li ser civakê jî derbas dare û wiha got: "Di nava herêmên me de herî zêde em bala xwe pêdin jin û zarok dibin qurbana şer, desthiladarî û komkujiyan. Ev tenê têrê nake jin di nava hişmendiya civakî jî rastî tundiyê tê, bê ku sînor jê re were dayîn. Di van salên dawiyê de gelek jin rastî tundî, kuştin û xwekuştinê hatin. Lê her ev tundî xwe di nava civakê de belav dike û zêde dibe. Em wek Rêxistina Sara her di nava pirsgirêkên gel de ne. Ji bo 25'ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiyê, em daketine kolanan da ku em pankartan daliqînin. Ji bo vê rojê me bernameya xwe amadekiriye, çawa em li mal bi mal bi civakê re nîqaş bikin. Ji bo em dûbare mijara kuştin û xwe kuştinê nebînin, ev rojev li Kobanê tevahî rabe li şûna wê divê me li dijî hişmendî û êrîşan têkoşîn bikin. Em li ser xwe koletî qebûl nekin. Bi taybet em niha civînan ji xwendekar û ciwanan re, ji ber ev niha di temenê xwe dagirtinê dane, çi tundî, êrîş û şerê taybet be li ser ciwanan tê kirin. Her wiha bi van êrîşên ku niha li ser herêmên me tên kirin, yek ji sedema kuştin û xwe kuştinê ye, lê divê jin bizanibe ku cihê ku wê biparêzin heye, bila berê xwe bide saziyên pêwendîdar."