‘Bi tecrîdkirina Rêber Apo hewl didin temenê xwe dirêj bikin’

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan Felek Yusif têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Çareseriya vê pêvajoyê li gel Rêber Apo ye lê hêzên hegemon ku temenê wan bi dawî dibe ji bîrdoziya Rêber Apo ditirsin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li girava Îmraliyê girtî ye, ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî jê nayê girtin. Dewleta Tirk ji wê demê ve bi hincetên cezayên disiplînê ku herî dawî di 21’ê Gulanê de ceza ji bo 6 mehan hat nûkirin, hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe dike.

Têkildarî vê rewşê û pêvajoya ku niha li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê tê jiyîn, ajansa me nirxandinên hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan a kantona Firatê Felek Yusif girt.

‘Pergala li Îmraliyê di asta îşkenceyê de tê pêkanîn’

Felek Yusif behsa pergala li Îmraliyê kir û wiha got: “Ev 25 sal in ku Rêber Apo ji aliyê hêzên komploger û hegemon ên ku bîrdoziya wî li dijî berjewendiyên wan bû, bi riya komployeke navdewletî wî dan girtin. Ev komplo di kesayeta Rêber Apo de li hemberî gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî gelê Kurd bû. Bîrdoziya Serokatî, di naveroka xwe de hemû pirsgirêk, nakokî û aloziyên di asta cîhanê de analîz kir û li gorî vê yekê jî weke perspektîf çareserî pêşkêş kir ku her kes bi ziman, çand û nasnameya xwe li ser axa xwe û di nava civakeke exlaqî, polîtîk, ekeolojîk û azadiya jinan misoger be bi aramî, azadî û aştî bijî. Li hemberî van mijaran, komplo heta roja îro bi xelekên nû didome. Li pêşiya raya giştî û civaka navdewletî girtina Rêber Apo bi awayê derhiqûqî û dermirovî bû, bi pergala li Îmraliyê re jî ev yek berdewam dike. Her wiha ceza her dem tên dubarekirin û her car bihaneyeke vala tê nîşandan. Bi taybetî di van salên dawî de, pergala li Îmraliyê tê pêkanîn em dikarin weke îşkence bilêv bikin ku hevdîtin bi carekê hatine astengkirin.”

‘Hêzên hegemon li her devera cîhanê aloziyan diafirînin’

Felek Yusif bal kişand ser êrîşên topyekun ên bi girtina Ocalan re girêdayî ne û got: “Bi armanca ku gel ji nêrîn û perspektîfên Rêber Apo were qutkirin, hêzên hegemon ku niha cîhanê birêve dibin wî tecrîd dikin. Ji ber ew jî dizanin gotinek be jî wê rewşa dunyayê bide guhertin û pêvajo berovajî berjewendiyên wan bibe. Bi taybetî jî di vê qonaxa ku niha cîhan rû bi rû yê şerê cîhanê yê sêyemîn e, ji her demê zêdetir pêdivî bi perspektîfên Rêber Apo heye. Şer, pevçûn, komkujî, tundî, gendelî, pirçîbûn û hwd. ku niha li seranserê cîhanê tê jiyîn êdî ji aliyê gelan ve nayê pejirandin. Her wiha hêzên hegemon ku bi riya hinek hêzên din şeran derdixin ku mînaka wê Îsraîl-Hemas e, Rûsya-Okrayniya, Sûdan, Lîbya û gelek welatên din jî. Weke gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 13 salan e ku pergala neteweya demokratîk di pratîkê de pêk tînin, hemû pêkhate li gel hev di hemû warên jiyanê de bi pêşengiya jinan gavên sembolîk bavêjin. Ev yek jî tevî gef û êrîşên dewleta Tirk, kesên ji aliyê Îran û Rejîma Baasê ve û êrîşên dijwar ên DAIŞ’ê ve pêk hatin.”

‘Berxwedana Rêber Apo planên komplogeran berovajî kir’

Felek Yusif axaftina xwe wiha domand: “Modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn ku xwe dispêre felsefeya Rêber Apo ji tevahî cîhanê re bû sembol ku ew jî daxwaza vê bîrdoziyê dikin. Pergalên hegemon jî pêkanîna pergala neteweya demokratîk tê wateya têkçûna wan û sîstema yek al, yek ziman, çand û netew. Ji bo ev proje pêk neyê, şert û mercên girtîgeha Îmraliyê jî di asta îşkenceyê de ne. Di vir de em dixwezin bibêjin ku Rêber Apo bi berxwedan, perspektîf û projeyên ku pêşkêş kir, berê komployê da hêzên komploger. Bîrdoziya Serok Apo di nava gelê Kurd û yên cîhanê de belav bûye û tê pêkanîn. Pêngava ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî peyameke bihêz da van hêzên hegemon ku hewldanên wan ên vemirandina mêjiyê Rêber Apo bi bin ket û li şûna wê ev bîrdozî geştir û cîhanî bû. Berê weke Rêberê Gelê Kurd dihat nasîn lê niha weke rêberê mirovahiyê tê dîtin.”

‘Desthilatdarî têk diçe û azadî misoger dibe’

Felek Yusif di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dê pergala netew-dewletê hilweşe û li şûna wê jiyan were sererastkirin û wiha bi dawî kir: “Çawa ku Rêber Apo di girtîgehê de bersiva komployê da, di pratîkê de jî şagirtên wî ku bîrdoziya wê naskirin, pejirandin û pêkanîn, komplo vala derxistin. Bi taybetî jî ev yek bi pêşengiya jinan pêk hat ku wan rol û hebûna xwe ya di têkoşîna valaderxistina komployê de baş lîstin. Ev yek li Kurdistanê û derveyê welat tê jiyîn. Di vê pêvajoyê de pejirandina nêrînên Rêber Apo yên ku wê bibin rizgariya mirovahî û xwezayê ji aloziyên heyî re, diyar dike ku temenê desthilatdarî û pergala hegemon kêm maye. Ev sedsala ku weke serdema azadiya jinan û civakê tê bilêvkirin, di heman demê de wê bibe sedsala tunekirina hişmendî û pergala netew-dewletê jî. Rêber Apo ku digot; ‘ez vê jiyana îxanet lê hatiye kirin najîm’ vaye em dibînin ku bi bîrdoziya Rêbertî ev jiyan tê sererastkirin û fikir, zikir û çalakiya wî bûye yek.”