'Bi şoreşê jin li xwe û mafên xwe agahdar bûn'

Endama Mala Jin a navçeya Til Koçerê Melka Hisên a got “Bi şoreşê jin li xwe û mafên xwe agahdar bûn” behsa serpêhatiya jiyana xwe kir û got, “Mala Jin ji min re bû çavkaniya hêzê.”

SORGUL ŞÊXO

Dêrik - Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku weke Şoreşa Jinê deng veda bi qasî hemu pêkhateyên li heremê ji jinên Ereb re jî bû pencereyeke azadiyê. Endama Mala Jin a navçeya Til Koçera girêdayî bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê Melka Hisên, weke jineke Ereb behsa serpêhatiya guhertin û veguhertina xwe û yên ku zemîn ji vê derfeta dîrokî re ava kirine kir.

Melka Hisên a ji Ceza ye dema ku di 27’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gund dikin, koçî gundekî Til Koçerê dibin. Li gund ligel dayika xwe û kurê xwe yê 6 salî wê demê ku niha temenê wî 12 salî ye dijî. Hevjînê wê bi krîza dil, kurê wê hê 6 mehî bûye diçe ser dilovaniya xwe. Çîroka Melka ji vir dest pê dike.

‘Min berê xwe da mala jin’

Melka Hisên got ku ji bo girtina mafên kurê xwe dest bi hewldanan kiribû, wiha ji me re behsa serpêhatiya xwe kir: "Ji ber rewşa dayika min a aborî nebaş bû, min berê xwe da malbata hevjînê xwe û xwest bi min û kurê min re bibin alîkar û xwedî li kurê min derkevin, mesrefa wî bidin lê li min guhdarî nedikirin û mafê ku me dixwest nedan. Min hêviyên xwe ji wan qut kir lê vê carê min riya rast û guncaw hilbijart, min berê xwe da Mala Jin. Dema ku hatim Mala Jin, wê çaxê hîn bûm ku çiqas xwedî maf im û lê bêpar im. Min ferq kir ku ez bi zilmeke çawa re rû bi rû me."

‘Bi mafê xwe hesiyam’

Melka Hisên da zanîn ku ew berê jineke pir qels bûye û wiha sedemên ku hişt di rêwîtiya xwe de bihêz bibe anî ziman: "Bi rastî, ez jineke pir qels bûm û şikiyabûm, bêhêz bûm, min kesek li dora xwe nedît û ne jî kesê piştgirî dida min. Dema ku Mala Jin ji min re zagon xwendin û min fam kir zagon min û mafên kurê min jî diparêzin, bêtir di vekirina doza mîras de bi îsrar bûm. Min ew tirs ji dilê xwe avêt û giliyê xwe kir û piştî çend rûniştinan, mafê min û kurê min di aliyê mîras de gihîşt me. Bêyî tirs niha ez ligel jinan di hemû dozên wan de piştgiriyê didim û heta dawî jî wê wiha be."

‘Mala Jin ji min re bû çavkaniya hêzê’

Melka Hisên wiha behsa xeyalên xwe dike: "Xeyala min a yekem a ku ez bi şev û roj dua dikim ji bo pêk were, azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ya din ew e ku ez di Mala Jin de bimînim û malekê ji xwe û kurê xwe re ava bikim êdî bi îstîqrar bibim. Ji ber Mala Jin ji min re çavkanî û jêdera hêz, bawerî û îradeyê ye. Min li vir xwe nas kir, ma ji vê ji bi qîmetir çi heye? Ji Rêber Apo pê ve kesê wiha bi berfirehî qala jinan û mafên wan nekir û nebû stûn û hêz. Xebatên Mala Jin ne bi bandor bûna û min mafên xwe negirta, ez nedibûm endam û xwedî rol. Madem ez li vir im û di Mala Jin de me ez ê mafên hemû jinan bigrim û tişta min jiyaye, nehêlim jineke din êş û jana wê ji kûr ve bikşîne."

‘Divê hemu jin serdana Mala Jin bikin’

Melka Hisên da xuyakirin ku berê tunebûn lê îro zagon hene û bi zagonan ew ê bikaribin mafên xwe biparêzin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jin niha li her derê rola xwe dilîzin, hemû jinên ku mafên wan winda ne bila serdana Mala Jin bikin û zagonên ku mafên wan diparêzin bizanibin. Zagonên jinan bûn sedem ku em careke din li ser piyan bisekinin. Em di roja îro de baş dijîn, jin berê dihatin qetilkirin û bêrûmetî li wan dihat ferzkirin dema daxwaza mafên xwe dikirin lê îro jin mafên xwe li erdê nahêlin û bi çi awayî dibe digrin. Li herêmên Ereban jin bi awayekî pir baş bi pêş ketine û guhertinê bi xwe û civakê re çêkirine. Em êdî ne şikestî û stûxwar in, ew dem çû."

'Em deyndarên Rêber Apo ne'

Melka Hisên bi vê hevokê dawî li axaftina xwe anî: "Hêviya min ew e ku Rêber Apo azad bibe, li gelê rizgarbûyî û jinên azadbûyî binêre bibîne çiqas gav avêtine. Em çi bikin jî em ê deyndarên Rêber Apo bimînin."