Di 134 rojan de serpêhatiya Newal: Kobanê

Newal Egîd Koçer a li Kobanê li hemberê çeteyên DAIŞ’ê di berxwedana 134 rojan de cih girt û 3 caran birîndar bû, bi gotinên “Bi Kobanê re dîrok û berxwedanî tê bîra min” bang li jinan dike ku xwedî li Kobanê û destkeftiyên xwe derbikevin.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Navenda Nûçeyan- Li Rojavayê Kurdistanê her bajarek xwedî çîrokên bêhempa ye. Li her bajarekî ku xwediyê serpêhatiya berxwedanên mezin e, çîrokên jinan û ya bajaran digihîjin hev. Bi berxwedana van bajaran re bi qasî çîrokên jinan gihîştin hev, jinên xwedî çîrok jî bi berxwedana van bajaran re bûn yek. Kobanê jî yek ji wan bajaran e. Kobanê 134 rojan li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da. Li hemberî êrişên ku bi armanca qirkirinê di 15’ê Îlona 2014'an de li ser Kobanê pêk hatin, bi berxwedana 134 rojan di 26’ê Çileya 2015’an serkeftinê bi dest xist.

Ne yek, ne du, ne sê... Tam 134 rojên berdela emrekî ye. 134 rojên ji rûpelên dîrokê, bi her roja xwe çîrokên berxwedana jinan li ser dîrokê nivîsandin. Van çîrokên ku veguherîn wateya jiyana azad û bi rûmet sînorên Kobanê derbas kirin, sînorên Kurdistanê derbas kirin û gihîştin tevahî jinên cîhanê. Yek ji wan çîrokan Newal Egîd Koçer e.

Yekem car di sala 2019’an de min Newalê nas kir. Weke jineke ku li Kobanê şer kiriye, sê caran birîndar bûye lê her carê piştî ku birînên wê hinekê hev girtine dîsa bazdaye çeperên şer. Min xwest li çîroka wê guhdarî bikim. Ji ber nebûna derfetan heta niha min nekarî bû vê serpêhatiyê guhdar bikim lê îsal careke din bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê min karîbû li çîroka wê guhdarî bikim. Çîroka Newalê jî yek ji wan çîrokan e ku bi Kobanê re dibe yek.

‘Min nikaribû êşa gelê me qebûl bikim’

Newal Egîd bi gotinên; “Rewşa ku gelê me dijiya, êrişa ku li ser gelê me pêk dihat min nikaribû qebûl bikim, lewre min berê xwe da Kobanê” dest bi vegotina sedema tevlîbûna xwe ya berxwedana dîrokî dike. Dema ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê dijwar bûne, di sala 2014’an de tevî 50 rêhevalên xwe berê xwe dide Kobanê. Dema Newalê berê xwe dide Kobanê 18 salî ye. Bi hatina wê re êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê dijwartir dibin. Newal dibêje ku dema berê xwe daye Kobanê êdî çeteyên DAIŞ’ê ketine bajar. Kobanê êdî tax bi tax kolan bi kolan şerê hebûn û tunebûnê dide. Newal wiha qala çûyîna xwe ya Kobanê dike: “Dema ku min destpêkê Kobanê dît, bi bêhna barûtê hatibû girtin û dengê hawanan jê bilind dibû. Şerekî giran hebû. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hov êrişî me dikirin. Me jî bersiva wan dida.”

Her rojeke Kobanê dibe navê berxwedanê

Tişta ku em hemû ji Kobanê fam dikin, ango wateya ku Kobanê ji bo me ava dike ew e ku berxwedana li wir hat meşandin ne bi tenê ya Kobanê bû. Dema ku Newal jî qala wan rojan dike ji çavên wê vê rastiyê dixwînim. Di 134 rojên Kobanê de jinan li ber xwe dan, civaka polîtîk û exlaqî li ber xwe da ango bi giştî mirovahiyê li ber xwe da. Newal jî di nava vî şerî de li ber xwe dide, li gel rêhevalên xwe. Carinan tunebûnê dijî, di nava germahiya şer de gelek pêdiviyên xwe yên bingehîn nikarin peyda bikin. Lê bi hemû hebûna xwe li ber xwe didin. Li wir digihîjin wateya rast a têkoşîn û berxwedanê, ango wateya hebûn û tunebûnê ji bo gelekî ku dixwaze xwe bigihîjîne azadiyê. Belê, Newal jî yek ji wan jinan e ku bi porê xwe yê dirêj û çavên xwe yên biken, li dijî feraseta mêr a DAIŞ’ê ku dixwaze li ser jinan ava bike li ber xwe dide û şer dike.

3 caran birîndar dibe

Di nava şerê gerim de Newal du caran birîndar dibe. Her cara ku birîna xwe dipêçe berê xwe dide çeperên şer, ji nû ve çekê digire li dijî hişmendiya tarî ya DAIŞ’ê şer dike. Lê cara sêyemîn Newal bi giranî birîndar dibe. Wiha qala wan kêliyan dike: “Sala 2015’an me dest bi pêngava Miştenûrê kir. Beriya pêngav dest pê bike me ji bo moral dîlan girt. Bi vê kelecanê em bi ser dijmin de çûn. Bi şevê jî pêngav berdewam kir. Di serê sibehê de dema ku ez çûm cihê nobetê bi guleya sûîqestê birîndar bûm. Min ji qirika xwe gule xwar. Paşê heval hatin. Ez birim nexweşxaneyê.”

Piştî 3 mehan şiyar dibe

Piştî birîndarbûna giran a Newalê wê radikin nexweşxaneyek li Bakurê Kurdistanê. Newal Egîd beramberî birîndariya xwe ya giran jî têdikoşe. Piştî ku 2 mehan di komayê de dimîne mîna ku carek din were dinyayê, şiyar dibe. Paşê pêvajoyek bi qasî mehekî di beşa lênêrîna giran de dimîne. Newal dibêje: “Piştî 3 meh di ser birîndarbûna min re derbas bûn min çavên xwe vekirin. Dest û lingê min hereket nedikirin. Min nikaribû rabim ser lingên xwe. Dema min çavên xwe vekirin hesteke pir cuda bû. Piştî mehekî ez rabûm ser lingan. Lingên min çêbûn, lê destên min hê jî nedigirt. Ji ber min ji qirika xwe gule xwaribû nikaribûm biaxivim.”

Mizgîniya rizgariya Kobanê

Di pêvajoyên ku Newal li hemberî birîndariya xwe ya giran li ber xwe dide, li Kobanê jî rêhevalên wê yên têkoşînê ji bo rizgarkirina Kobanê li ber xwe didin. Newala ku li nexweşxaneyê rizgarkirina Kobanê dibihîse hestên xwe yên wê demê wîha tîne ziman: “Di vê pêvajoya dermankirinê de rojek bijîşk hat gel min. Ji min re got mizgîniya min ji te re heye. Ji ber ku min nikaribû biaxivim min serê xwe hejand. Ji min re got ‘Kobanê rizgar bû’. ” Newal dema ku behsa mizgîniyê dike mîna ku ji nû ve mizgîniyê digire, wiha didomîne: “Dema min bihîst ku Kobanê rizgar bûye, min kêfxweşiyek ku nikarim pênase bikim jiya. Lê di dilê min de xemgîniyek kûr jî xwe dida der. Gelek hevalên ku me bi hev re di çeperan de cih girt û şehîd bûn, diviyabû wan jî ev mizgîniyê bibihîsta.”

‘Çete ji tîliliyên hevalên jin ditirsiyan’

Newal dibêje ku bi ked û berxwedana jinan, Kobanê rizgar bûye û wiha lê zêde dike: “Yek ji wan nimûneyên berxwedana Kobanê jî hevala Arîn e. Dema ku hevala Arîn li Miştenûrê çalakiya fedaî kir, cîhan bi berxwedana Kobanê hesiya. Hevala Rêvan jî dema li Hêlincê çalakiya fedaî kir, dîsa hişt ku cîhan berxwedana dîrokî ya li Kobanê tê meşandin bibihîse. Di nava şer de dema ku hevalên jin tilîlî dikişandin ziravê çeteyên DAIŞ’ê diqetiya. Kobanê bi ked û berxwedana hevalên jin rizgar bû. Hevalên jin ên li Kobanê şehîd bûn, serkeftina Kobanê misoger kirin. Li Kobanê bi hezaran heval gihîştin şehadetê.”

Ji aliyê dewleta Tirk ve tê binçavkirin

Çîroka Newal li vir jî bi dawî nabe. Hê riyek vegerê li pêşiya wê heye. Bi rewşa xwe ya birîndariyê ku hê jî nikare biaxive dema ku Newal ji Bakurê Kurdistanê dixwaze vegere Rojavayê Kurdistanê ango cihê ku lê li ber xwe daye, ji aliyê dewleta Tirk ve tê binçavkirin. Paşê tê berdan û vedigere Rojava.

Vegera Kobanê

Bêguman Kobanê ya beriya Newal birîndar bibe û ya piştî vegera Newal êdî ne wekî hev in. Çawa ku Kobanê 134 rojan bi tîliliyên şervan û fermandarên jin li ber xwe da û 26’ê Çileya 2015’an serkeftin bi dest xist, piştî rizgarbûnê jî bi destên jinan jiyana nû hat avakirin.  Jiyana nû li ser hîmê paradîgmaya neteweya demokratîk bi ked û hewldana jinan ava bû. Newal li ser hatina xwe ya duyemîn a Kobanê wiha dibêje: “2015’an dema ku piştî rizgarkirinê dîsa hatim Kobanê, ew ne Kobanêya berê bû. Êdî li Kobanê jiyan vejîn dibû. Ev dîtin kêfxweşiyek mezin bû. Min dît ku çima ewqas xwîn hatiye rijandin. Hesteke pir cuda bû.”

‘Kobanê navê dîrok û berxwedanê ye em ê li ber xwe bidin’

Newal Egîd bi gotinên; “Dema ez dibêjim Kobanê dîrok û berxwedan tê bîra min. Kobanê bi sedan hevalên ku li wir şehîd bûn tîne bîra min” balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Newal Egîd wiha dibêje: “Piştî Kobanê rizgar bû jî heya niha êrişên dewleta Tirk li ser didomin. Dewleta Tirk êrişî giştî Rojava dike. Ji ber ku bi bin dikeve êrişî Rojava dike. Em ê li hemberî êrişan destkeftiyên ku bi xwîna sedan hevalên me yên şehîd hatine bidestxistin biparêzin. Li ser paradîgmaya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo bi pêş xist û li Rojava bi pêş dikeve heya dawiyê em ê li ber xwe bidin, di nava kar û xebatê de cihê xwe bigirin. Em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.”

‘Divê jin xwedî li Kobanê û destkeftiyên xwe derbikevin’

Newal Egîd Koçer a yek ji gaziyên berxwedana Kobanê ye dibêje “Serkeftina Kobanê ne tenê bi berxwedana Kobanê bû, ya tevahî jinên cîhanê bû” û wiha bang li jinên cîhanê dike: “Çalakiya her hevaleke jin a li Kobanê ji bo jinên cîhanê rê li azadiyê vekir, bû sedema destkeftiyên mezin. Lewre her êrîşa ku îro li ser Rojava tê kirin li ser hemû jinên cîhanê ye. Weke hevaleke gazî ya Kobanê, bang li hemû jinên cîhanê dikim ku xwedî li Kobanê û destkeftiyên jinan derkevin. Serkeftin a me ye.”