Dê bi sernava ‘Adalet ji bo hemuyan’ panelek online bê lidarxistin

Akademiya Jineolojî, Tora Jin Pêşerojê Dihûnin û Însiyatifa Adalet ji Bo Nagihan Akarselwê di 13’ê Cotmehê de bi dirûşma “Li hemberî Qirkirina Jinan Bibin Yek-Adalet ji bo hemuyan!” dê panelek onlîne li dar bixe.

Navenda Nûçeyan- Akademiya Jineolojî, Tora Jin Pêşerojê Dihûnin û Însiyatifa Adalet ji Bo Nagihan Akarsel ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel û jinên pêşeng ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û têkoşîna jinan li dijî tundî û qetilkirinê, wê di 13’ê Cotmehê de panelek bi dirûşma “Li hemberî Qirkirina Jinan Bibin Yek- Adalet ji bo hemuyan!” Bi awayekî onlîne li dar bixe.

Wê di panela ku bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî, Erebî, Îspanyolî û Fransî bê wergerandin de mijarên ‘Qirkirina jinan çi ye? Sedem û Şêwazên qetilkirina jinên pêşeng û Pêkanîna edaletê ji bo jinan’ werin nîqaşkirin.

Di vexwendnameya panelê deev peyam hat dayîn: “Bi vê panelê, em dixwazin Nagihan Akarsel ku ji aliyê dewleta  Tirk ve hat qetilkirin û jinên pêşeng ên ku li çar aliyên cîhanê hatine qetilkirin bi bîr bînin. Her wiha armancên qirkirina jinan û têkoşîna li dijî vê em ê nîqaş bikin. Qetilkirina jinên pêşeng, xwedî dîrokek kevn e. Em dibînin ku ev erîş li hemberî afrînerî, vîn, ramana azad û nasnameya jinan e.

‘Tu kujer nehatine darizandin’

Li Kurdistanê, bi taybetî di pevajoya desthilatdariya AKP-MHP’ê de, rêjeya qetilkirina jinan hem di nava sînorên Tirkiyeyê de hem jî ji derveyî sînorê xwe bi awayekî derqanûnî gelek zêde bûye. Li Rojhilatê Kurdistanê û İranê, di dema serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin de, bi dehan jin hatin qetilkirin û cezayê darvekirinê li wab hatin birîn. Qetil kirina jinên pêşeng di sala 2022’an û virve her diçe zêde dibe. Ew qetilamên ku bi taybetî li Iraq-Başûrê Kurdistan û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov pêk tînin, dijberî zagonên navneteweyî ne. Di demên dawiyê de, rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî bi balafirên bê mirov ên devleta Tirk hatin qetilkirin. Lê heta niha, tu kujer nehatine darizandin.

Pêşîgirtina qetilkirina jinan

Bi vê panelê, em armanc dikin ku tekoşîna jinan li dijî tundiya li hemberî jinan, qirkirina jinan û pergala baviksalarî li seranserî cîhanê bi hev re vê mijarê nîqaş bikin. Li hemberî mêtingerî, tundî, nijadperestî, netewperestî ku bi pergala netew-devletê kûr dibin, dengê xwe bilind bikin. Bidawîkirina bêdengiya der barê kuştinên polîtîk de, tê wateya darizandina kujer û tetikêşan tê wateya pêşîgirtina li hemberî qetilkirina jinan ji bo peşerojê.”

Kesên dixwazin li panelê guhdar bilin dikarin li ser vê navnîşanê navê xwe qeyd bikin:

[email protected]