Bi ser mala parêzvana mafê mirovan Eren Keskin de girtin
Bi hinceta li Dêrsimê axaftinek kiribû polîsan bi ser mala parêzvana mafê mirovan Eren Keskin de girtin. Erek Keskin bertek nîşanî bûyerê da û got: “Bi rastî jî di vê çaxa nebûna zadiya roman û nêrînê axaftin gelek bi êşe. Ev der erdnîgariyek a azadiya Alaaddin çakici û ên weke wî ji bo civakê weke tehdît tê dîtine.”
Stenbol – Polîsan bi ser mala Hevseroka Giştiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Eren Keskin a li Stenbolê de girtin. Sedema serdegirtinê jî weke hincet belgeya girêdayî axaftinek wê ya du sal û nîv berê li Dêrsimê kiriye divê biçe li ser wê îfade bide nîşandan. Eren Keskin girêdayî serdegirtinê da zanîn ku li ser axaftinek wê ya du sal û nîv berê li Dêrsimê di panelekê de kirî Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz lê vekiriye û ji ber wê bi ser mala wê de girtine.
“Em vê pergalê baş nas dikin”
Eren Keskin bertek nîşanî tiştên hat jiyîn da û got: “Ez parêzerek a her ku gazî min kirine çume min îfada xwe daye me. Binpêkirina azadiya îfadê ji derveyî çaxê ye. Ez sipasiya her kesê ku piştevanî kirine dikim. Em parêzerên muxalîf pir baş vê pergalê dinasin. Ne tenê îro berê jî wiha bûne.Li gel ku di derbarê min de gelek doz û ceza hene jî em parêzerên dibêjinên em li ‘vêderê’ ne. Em bi ti cihî de naçin. Ofîsa me diyare, gazî bikin emê bên. Newin mala me û malbata me aciz nekin. Bi rastî jî di vê çaxa nebûna zadiya roman û nêrînê axaftin gelek bi êşe.
Ev der erdnîgariyek a azadiya Alaaddin çakici û ên weke wî ji bo civakê weke tehdît tê dîtine. Li piş me hêzek dewletê nîne. Baweriya me ya bi nirxan û deyînê me yê ji bo windayên me ji me re bese.”