Bi sed hezaran kes: AKP wê biçe karker wê bi ser bikeve

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi sed hezaran kes ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daketin qadan. Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de ku bi hêviyên hilbijartinê pêk hatin, peyama "AKP wê biçe, kedkar wê bi ser bikeve" derket pêş.

Navenda Nûçeyan- Bi sed hezaran bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê herîkîn qadan. Hema bêje li her bajarî bi taybetî li Şirnex, Mêrdîn, Dîlok, Sêrt, Colemêrg, Wan, Dêrsim, Êlih, Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê 1’ê Gulanê bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku bi bendewariyên hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê pêk tên de, peyama "AKP wê biçe, kedkar wê bi ser bikeve" derket pêş. Di pîrozbahiyên ku bal kişandin ser tecrîd, xizanî, bêkarî, şer û komkujiyên li ser jinan, li hemberî operasyonên qirkirina siyasî yên rojên dawî yên li ser gelê Kurd zêde bûne jî bertek hatin nîşandan. 

Amed

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran meş û şahî hat lidarxistin. Beriya daxuyanî û pîrozbahiyê girse li ber Deriyê Riha û Sendîkaya Hemî Kedkarên Xizmetên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (All Bel-Sen) li hev civiya û heta Qada Dagkapiyê meşiya. Pêkhateyên platformê, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Amedê û hevberdevkên parêzgehan, rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan, TJA, Komeleya Jinan a Rosa, CHP, rêxistinên sivîl û welatî beşdarî meşê bûn.

Girseya ku hat Qada Dagkapiyê, piştî ku polîsan qad dorpêç kir û nokteyên lêgerînê hatin avakirin, karî derbasî qadê bibin. Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan daxuyaniya ku li qadan hat dayîn xwend. Elîf Turan got, “Em hemû welatiyên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Yên ku bi destê mirovan bûne sedem ku karesateke xwezayî bibe yek ji trajediyên herî mezin ên van çend sedsalên dawî, wê nikaribin bi daxuyaniyên qaşo û çend girtinan birevin. Ez sond dixwim, zû yan dereng, em ê ji her zindiyên jiyana xwe ji dest dane, ji ber tunebûna ji ber bê kontrol û polîtîkayên rantê hesab bipirsin. Bi merasîmên vekirinê yên sexte ku ew her roj dikin, bi xapandina gazê, Bi nîşandana çekên xwe nikarin êşa erdhejê bidin ji bîr bikin. Em tijî peyvên vala ne! "Tu axaftineke xapînok têrê nake ku vê rastiyê veşêre ku karûbarên giştî hilweşiyane,"

'Her tişt bi dawî bû'

Elîf Turan, bal kişand ser profîla hikûmetê û got, “Xalên hevpar polîtîkayên înkar û ewlehiyê yên di pirsgirêka Kurd de, li dijî jinê, bertek, dijberiya aştiyê, rakirina demokrasiyê ne. Tiştê ku ji me re rewa dibînin qayyum e, dersînorkirin, neheqî, yekperestî, mîlîtarîzm, îşkence, pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan e. Ji aliyê darazê ve operasyonên binçavkirina siyasî ne. Sebra me qediya. Me got êdî wiha naçe, bi rastî jî naçe. Em dibêjin êdî bes e ji bo wekhevî, azadî, edalet, aştî, demokrasî û laikti yê.”

Piştre nûnerên her saziyê axaftinên kurt kirin û li ser wate û girîngiya rojê rawestiyan.

Piştî axaftinan şahî bi govendê bi dawî bû.

Stenbol

Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Sendîkaya Diranan (TDB) û Komeleya  Tabîbên Tirk(TTB), li Stenbolê mîtînga 1’ê Gulanê li dar xist. Îsal li gelek deverên bajêr karker û kedkar di saetên sibê de ji bo tev li mîtînga 1'ê Gulanê ya ku bi dirûşma "1'ê Gulanê destpêkeke nû" û "Kar a me ye, siberoj ya me ye." Her wiha endamên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, sendîka û komeleyan, endamên Marmarayê li Îdealtepeya Stenbolê hatin cem hev.

Wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin

Rojeva sereke ya pankartên ku her sal tên rojevê û pîrozbahiyan nîşan didin, hilbijartinên 14'ê Gulanê yên îsal bû. Pankarta DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û TDB'ê ya "Kar a me ye, Pêşeroj a me ye" li pêşiya girseya ku bi du milan di kortejan de meşiyan. Tifaqa Ked û Azadiyê bi pankarta "Em ê bi hev re biguherin" beşdarî kortejê bûn. Li aliyê din Çalakiya Xwendekaran bi wêneyên navên ku hatine qetilkirin Denîz Poyraz, Kemal Kurkut û Tahîr Elçî meşiyan qadan.

Jinan daxwazên xwe li ser pankartan anîn ziman.

Tevî kedkar û kedkaran, jin û ciwan jî bi pankart û dowîzên li dijî polîtîkayên şer ên 21 salan ên hikûmeta AKP-MHP'ê di kortejê de bûn. Ciwanen Karker pankarta, “Em ê vî gelî biparêzin, em ê bigihêjin rojê” Her wiha pankartên "Ciwan wê bi ser bikevin", "Azadî li kolanan e", "Dê qesr û siltanî hilweşin" û "Şerê çînab, ne stargeh" hatin vekirin. Meclîsên jinan bi pankartên "Bijî jin", "Em ê mêtingeran bişînin", "Cîhanek bê patron bê tundî", "Em kar dixwazin, ne alîkariyê" û "Em ê dengên xwe bidin azadiyê" dan.

Ne hat hiştin ku Pankarta 'Pîvaz' li qadê were hildan

Welatiyê bi navê Erol Temurçî ê ji bo tevlî mîtîngê bibe xwest di noqteya lêgerînê re derbas bibe, pîvazên ku weke "sembola kedê" binav kir li stûyê xwe girêda. Polêsên ku Erol Temurçî nexistin qadê, diyar kirin ku pîvaza ku li stûyê wî kiriye xwedî naverokeke siyasî ye, bersiva "Ez ê pîvazê bixwim, hûn jî destûrê nadin" hatin bersivandin. Li aliyê din pankarta “Pîvaz an jî pîyaz” a ku Erol Temurçî hilgirtibû, destûr nehat dayîn ku bikeve qadê. Her wiha 10 xwendevanên Partîzan bi hinceta ku beriya meşê alên Îbrahîm Kaypakkaya hilgirtine hatin binçavkirin. 

Rojnameyên Yenî Yaşam û Oksîjen hatin desteserkirin

Dema girse piştî lêgerîna bedenê ket qadê, bi sedan rojnamegerên ku mîtîngê dişopandin, li nuqteya kontrolê heta alavên teknîkî lêgerîn kirin. Rojnameyên Yenî Yaşam û Oksîjen bê hincet hatin desteserkirin û destûr nehat dayîn ku bikevin qadê.

Tecrîd protesto kirin

Kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê li 11 bajaran pêk hat de ji ber xemsariya hikûmetê jiyana xwe ji dest dabûn, nehatin jibîrkirin. Hat destnîşankirin ku dê hesabê dirûşmeyên ku pir caran tên qîrîn bê pirsîn. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, bû yek ji rojeva herî girîng a 1’ê Gulanê ya îsal.  Dirûşmên "Bi can û xwîn em bi te re ne Ocalan" û "Bê Serok jiyan nabe" ku ji aliyê ciwanan ve hatin berzkirin, li qada Maltepeyê dengveda.

Dayikên Aştiyê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' daketin qadan.

Her wiha dirûşma “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” ku li herêmê hat bihîstin jî bal kişand. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi cil û bergên spî û cil û bergên gelêrî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ketin qada Maltepeyê. Korteja Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Kesk û Çep) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma "Ji  şer na, aniha aştî" ketin qadê û bi dirûşmeyên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û "Çapemeniya azad rûmeta me ye" rojnamegerên girtî silav kirin.

Girseyê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê da û dirûşmên “Ji şer na, aştî” berz kirin. Li aliyê din gelek jin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin ku bikevin qadê. Lê jinên ku astengiya polîsan nas nekirin, bi dirûşma " ne ji bo jinan ji qatilan re barîkat " bi derbasbûna barîkatan ketin qadê.

Bi sed hezaran qad tijî kir

Bi sed hezaran kesên ku hêrs û serhildana xwe anîn qadê qad tijî kirin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Mîtîng bi pêşandana Koroya Hunermend a 1’ê Gulanê didome.