Di salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî de jinan daketin qadan

Bi boneya salvegera yekemîn a Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya kongra Star xwepêşandanek li dar xistin. Jinan destnîşankirin ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî veguheriye manfîstoya azadiya jinan.

Navenda Nûçeyan-Di ser serhildana Rojhilatê Kurdistanê de salek derbas bû. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ya Jîna Emînî erdê hejand û bû felsefeya ji tevahî jinan. Îro bi wesîleya salvegera serhildanê li gelek bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya Kongra Star çalakî hate li dar xistin. Çalakiyên ku bi hezaran jin tevlîbûn  serhildana li rojhilatê Kurdîstan û Îranê silav kirin û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” herikîn qadên çalakiyê

Hesekê

Li bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi sedan ji jinên Kurd, Ereb û Suryan xwepêşandanek li ber Navneda Kongra Star a Bajarê Hesekê li dar xistin. Di xwepêşandanê de wêneyên Jîna Emînî, dirûşmeya ‘Jin , Jiyan, Azadî’ hilgirtin. Di çalakiyê de berdevke Kongra Star a bajarê Hesekê Helebça Ebdo axîvî.

‘Serhildana azadiya Jinê wê serbikeve’

Berdevka Kongra Star a Bajarê Hesekê Helebça Ebdo tekez kir ku yekîtiya jinan bersivek xut ji sîstemên çewsandin û koletiya jinan e û wiha axaftina xwe domand:” li tevahî cihanê yek system li dijî hebûna jinan û têkçûna civaka xwedî dîrok û çand tê meşanidin. Sîstemên desthilatdar bi nav tên guhertin lê yek armanc û yek siyaset dide meşandin . hemû jî hêza jin, azadiya wê xeterî li ser xwe dibîne lewma jinê dike hedef û civakê jihevdixe . Serhildana Îranê jî ev salek ser derbas dibe em bi dil û can piştgirî didin wê serhildanê û dibêjin Jin JIyan Azadî .”Em serhildana Îranê bi serhildana azadiya jinê bi nav dikin . serhildanek li dijî sîstemên hegemonik û faşîzim ku azadiya jinan na pejrîne, jin li tevahî cihanê di bin yek dirûşme yekîtiya xwe xurt kirine û jib o azadiya jinan piştgirî didin hev.”

Xwepêşandan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.

Kobanê

Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê bi boneya yekemîn salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî ku çavkaniya xwe ji Rojhilata Kurdistanê digre, meşek di bin diruşmeya "Bi jin, jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinê ve" birêxistin kir.

Meşê bi rengekî girseyî ji qada şehîd Egîd destpêkir û li qada Jina Azad bi dawî bû. Di meşê de bê navber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin seroka Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş axivî.

Cîhan Derwîş wiha got: "Rêjîma Îranê jina Kurd Jîna Emînî sala borî qetil kir. Lê vê carê ev bûyer veguherî serhildaneke mezin ku jinan bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî serî li dijî hişmedî û kiryarên rêjîma Îranê hildan. Ev serhildan dirêjî tevahî welatên azadîxwaz bû Ev serhildan nirxandin û projeyên ku Rêber Apo pêşkêş jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê piştrast dike.”

‘Jinan piştî qetilkirina Jîna weke volqanekî teqiyan’

Nadiya Hiso bal kişand ser girîngiya têkoşîna jin û got: "Em pêşenga serhildana Jin, Jiyan, Azadî Jîna Emînî di salvegera wê ya yekemîn de bibîr tînin û sozê serkeftina vê serhildanê didin giyana wê. Jinên Kurd bi her awayî pêşengiya azadiya jin û gelan dikin, heta bi şehadeta xwe jî vê yekê dikin ku me dît bi qetilkirina Jîna Emînî re jin weke volkanekê teqiyan. Çawa ku hêzên desthilatdar bi qetilkirina jinan re dibêjin em hene, em jî bi serhildanên xwe bersiv didin. Çawa ku Jîna Emînî bû sembola serhildanê, emê jî bi felsefeya Jin û Jiyanê bibin dengê wê. Jin, Jiyan, Azadî manîfestoyeke ku qasî nan û avê ji bo jinan girîng e. Lewra emê vê riyê bişopînin û tola Jîna Emînî û hemû jinan hilînin." 

Meş bi silavkirina têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dawî bû

Qamişlo

Îro bi boneya yekemîn salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi dehan jinên Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi pêşengtiya Kongra Star di bin dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî re, ber bi Şoreşa jinê ve” li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner xwepêşandanek li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl di xwepêşandanê de axaftin kir.

‘Jin Jiyan Azadî dê bibe rêya xilasiya jinan’

Şaha Xelîl di çalakiyê de wiha axivî:”Serhildana ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir ne tenê di çarçoveya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ma, lê belê bû serhildaneke di asta cîhanî de û deng veda. Ji ber ku li Îranê sîstema heyî; sîstemeke ku bi hezarê salan li ser tunebûna jinan û xwarina mafên wê yên rewa hatiye mezinkirin. Her wiha li wî welatî zihniyeta olperestî pir li pêş e. Ji vê bingehê û bi pêşengtiya Jîna Emînî raperîn çêbû. Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” dê bibe rêyek ji bo rizgarkirina tevahî jinên blindest, dê bibe roja serkeftin û azadiyê. Bi felsefeya Rêber Apo ya ku dibêje “heta ku jin azad nebe, dê civak jî azad nebê”. Em jî dibêjin ku heta jinek bindest hebe li her hêleke cîhanê bi vê dirûşmeyê em ê xeta têkoşînê bilind bikin.

Xwepêşandan bi drûşmeya “jin jiyan azadî “ bi dawî bû.