‘Bi ruhê Newrozê em ê dengê xwe bigihîjînin her derê’

Girtiyên li Girtîgeha Şakranê peyama Newrozê dan û gotin ku ew e di girtîgehan de yên ku bi tilîliyên xwe daketine qadên Newrozê hîs dikin û diyar kirin ku bi înad ew ê li herderê dengê xwe bilind bikin.

Îzmir- Girtiyên li Girtîgeha Şakranê  bi boneya cejna Newrozê peyamek nivîskî şandin û diyar kirin ku ew cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dikin. Di peyma ku şehîdên Newrozê hatin bibîranîn de gotin: “Di serî de em Rêber Apo yê ku têkoşînek bêhempa, rastiya gelê Newrozê afirandiye ji dil û can silav dikin û di şaxsê wî de Newroza we pîroz dikin. Di şexsê Kawayê hemdem Mazlum Dogan de hemû şehîdên Newrozê ku bi agirê bedena xwe bûn meşaleyên azadiyê bi rezdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin.

‘Gelê me teslîmê tarîtiyê nebû’

Di peyamê de diyar kirin ku gelê Kurd tu carî li hemberî zilma zordaran serî netewandiye û wiha gotin: “Gelê Kurd teslîmê tarîtiyê nebû. Em di vê baweriyê de ne ku ew ê gelê me bi têkoşîna xwe ya dîrokî tarîtiyê veguherîne ronahiyê. Gelê me yê Newrozbûyî hemû dîwarên tirsê îro hilweşandine. Tu tirs û zext nikare li pêşiya herikîna milyonan bisekine. Her çiqas ji ber şert û mercan em we nebînin jî ew coş û moralê we kelecanek pir mezin dide me. Em di zindanê de germahiya dilê we û dengê tilîliyên we yê jinên ku berxwedana xwe ji 8’ê Adarê herikandin qada Newrozê pir hîs dikin. Wek hevalê Kemal Pir jî dibêje; faşîzm ji deng ditirse em ê bi înad li her derê dengê xwe bilind bikin.

 ‘Em di wê baweriyê de ne ku em ê di Newrozê de govenda azadiyê bigerînin’

Di berdewamiya peyamê de destnîşan kirin ku bi coşa têkoşîna azadiya 50 salan, wê Newroza îsal pêşwazî bikin û wiha domandin: “Bî hêviya Newroza sala pêşiya me em bi hev re govenda azadiyê bigerînin. Di sala 2019’an de hevalê Zulkuf Gezen li hemberî tecrîdê bi çalakiya xwe bû pêşengê berxwedanê û dîsa hevalên Abdulrezak, Halîl Guneş, Vedat Ekmen û Garîbe Gezer ji aliyê faşîzma dewleta dagirker hatin şehîdkirin. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê me yê bi rûmet bi rihê pêngava  "Dem dema azadiyê ye" em we hemûyan dîsa bi dil û can silav dikin. Em careke din dibêjin Newroza we pîroz be, Newroza te pîroz be ey Rêber Apo."