Bi rizgarkirina Şengalê re rastiya dîrok û çanda berxwedanê şênber bû
Di 13’ê Mijdara 2015’an de, rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê ve, bû îsbat û rastiya dîrok û çanda berxwedanê. Bi çelengiya jinên çiyayî û berxwedêr, gerîlayên YJA-Starê, vê xaka qedîm warê pîroz û stargeha qewmê rojê hat rizgarkirin.
ZEHRA ŞENGALÎ
Li dijî şerxweziyê şervanî, li dijî jinkujiyê esaleta jinên berxwedêr, li dijî zilmê mêrxazî, li dijî xiyanetê berxwedanî, li dijî hemû serdemên tarîtiyê dîsa berxwedanî, di vê serdemê de di rehên gelan de olan dide. Şervaniya keç û xortên li welatê rojê, mîna destaneke nûjen a bargirê hemû nirxên mirovahiyê di vê serdemê de li her cihê ku xwe dide nîşandan dibe heqîqetek ebedî. Şervanên Rêber Apo yên ku di dema fermanê de ber bi warê pîroz Êzidxanê ve çûn, li ber xwe dan û Şengal rizgar kirin, di nava neh salên bê rawestan ên têkoşîna civaka Êzidî de heqîqetek li pey xwe nivîsandin ew jî ev e; Şervanan Şengalê rizgar Kir.” Di rastiya vê hişmendiya avabûyî de îro civaka me ya Êzidî, li dijî hemû plangeriyan li ber xwe didin. Êdî koka ku ji nû ve rehên wê bi xwîna şervanên azadiyê av daye ne pêkan e, hêzek li hemberî wê bibe xwedî şansê serkeftinê. Şervanan, bi şerê azadiyê, bi hêviya serxistina têkoşînê û geşkirina ruhê berxwedanê şopên zêrîn ji bo siberoja Êzidxanê hiştin.
Rêber Apo dibêje; “Di dîrokê de her dem hêzên serdest bi ser nakevin, gel jî bi ser dikevin.” Di vê sedsalê de şansê gelan ê ji bo serkeftinê û parastina çanda berxwedanê zêdetir xuya dike. Gelan heqîqeta vê serkeftinê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dîtin. Ruhê vê serkeftinê, ala vê mizgîniyê, qehremanên şerê azadiyê û rastiya çanda gelên berxwedêr li Kobanê, Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Minbic, Reqa û Dêrezorê bû heqîqetek di dîroka mirovahiyê de.
‘Civakên ku xwedî çanda berxwedanê bin tu carî bi planên qirker ên dagirker û zordaran tune nabin’
Civakên ku xwedî çanda berxwedanê bin, tu carî bi palanên qirker ên dagirker û zordaran tune nabin. Ji ber ku berxwedanî hebûn û ruhdayîna beden û jiyana civakê ye. Civakên ku hebûna xwe û jiyana xwe bi vî ruhî parastibin, ew civak ne ji nirxên xwe yên manewî û ne jî madî qut nabin. Civakên ku bi hêsanî teslîmî çanda desthilatdariyê bibin ew civak her dem ji aliyê hinek kesên din ve tên birêvebirin û bê îrade tên hiştin. Bi avakirina pergala desthilatdar re, ev rastî mîna kirasekî li civakê kirin û gelek civakan êdî nikaribûn cewher û heqîqeta xwe biparêzin. Hinek ji wan civakan di fermanan re hatin derbaskirin, hinek hatin neçarkirin mîna koleyan efendiyên xwe dilxweş kirin, hinek ji wan jî li hemberî hemû zordaran serî hildan û bûn temsîlkarên çanda berxwedanê.
Bi heyîna civakbûnê re, mirovahiyê nirxên xwe, dîrok û çanda xwe bi hişmendiya berxwedanê ava kir, bi pêş xist û li hemberî hemû şerên ku bi pêş ketin, parastin. Ev çanda qedîm a berxwedana civakî di erdnîgariya Mezopotamiyayê de rehên xwe kûr berdaye. Ji bo civakên bi çand, bawerî, nasname û hebûna xwe ve girêdayî ne çanda berxwedanê ji bo wan êdî mîna hewcedariya nan û avê ye. Li Êzidxana pîroz, li çiya, deşt û newalên çiyayên Şengalê destanên berxwedêran di her serdemê de mohra xwe li domandina hebûna çanda Êzidayetiyê daye. Di vê erdnîgariya herî qedîm de çanda berxwedanê her dem bi serîrakirina li dijî zilmê û berdêldayînê heta roja îro hatiye. Ji bo nirxên mirovahiyê bên mezinkirin û parastin, ev çand bi rastiya mirovên xwe yên berxwedêr, li ser piyan maye. Ji ber ku di dîroka gelên serî hildane de, çanda berxwedanê xwedî daneheva bi hezaran salî ye.
‘Civaka Êzidî weke berdewama vê heqîqetê û çanda kevnar a li ser vê xakê dijî’
Civakên li ser vê xakê dijîn, di dîrokê de rastî gelek şer, êriş, dagirkerî, qirkirin û zilma zordaran hatine. Ji dîrokê ve heta roja îro şerên li ser van xaka me rû didin, di esasê xwe de ji bo tunekirina çanda berxwedanê ye. Civaka Êzidî, weke berdewama vê heqîqetê û çanda kevnar a li ser vê xakê dijî, li hemberî hemû neheqî û zilmê li ber xwe daye. Mîna êş û birînên beriya niha kişandine, di sedsala 21’emîn de careke din ji aliyê heman hêz û pergala desthilatdaran ve bi fermaneke xedar re rû bi rû man. Di fermanê de civaka me ya Êzidî êşên giran kişand. Di dîroka mirovahiyê de heta vê sedsalê, ne pêkan e cîhana me ji fermaneke wiha tije êş û trajediyên civakî re şahidî kiribe. Hovîtiyeke wisa hê nehatiye dîtin û jiyîn. Ev fermana ku bi êşên giran bi encam bû, em dikarin bibêjin di nava rûpelên dîroka mirovahiyê de weke rûreşiya herî tarî ya sedsala 21’emîn hat nivîsandin. Di wijdanê mirovahiyê de wê her dem ev jana giran were ziman. Lê wê ne weke yên beriya xwe bê ziman, ji ber ku êdî şervan û pêşengên civaka Êzidî ji bo kuştina fermanê serî hildane û ji nû ve çanda berxwedanê jîndar dikin. Civakên ku di cewherê xwe de, xwe bi hişmendiya berxwedanê xwedî kiribin û hebûna xwe parastibin, di wê civakê de tu carî zayîna dem û kêliyên berxwedanê bi dawî nabe. Ji ber sedemên mafdar bê lewazkirin jî lê dem tê, ew careke din jîndar dibe. Rastiya ku li Şengalê civaka me ya Êzidî di nava deh salên piştî fermanê de derxist holê ji aliyê dîrokî ve ev heqîqet e. Ji ber Êzidayetî di cewherê xwe de îfadeya hemû daneheva çanda berxwedanê ye li ser xaka Kurdistanê.
‘Gerîlayên YJA-Starê pêşengî ji berxwedana bi heybet a Şangalê re kirin’
Êzidayetî bi çanda berxwedanê dikaribûye heta roja îro, li hemberî her cure êriş, dagirkerî û fermanan li ser piyan bimîne, xwe biparêze, serî bide û sir nede. Di civaka me ya Êzidî de çanda herî qedîm û bi kok, çanda berxwedanê ye. Dijminên koka Êzidiyan, ji bo vê çanda bihêz ji holê rabikin bi dehan ferman li ser vê civakê pêk anîne. Her ku civaka Êzidî li ber xwe daye, rastî fermanan hatiye. Fermana 74’an ku mîna rûreşiyek di vê sedsalê de derbasî dîroka mirovahiyê bû, yek ji fermana herî giran a li ser civak û jinên Êzidî hat rakirin bû. Li hemberî baweriya herî qedîm a li ser vê xakê qirkirineke fizîkî, çandî û baweriyê bi pêş xistin. Li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, çanda Êzidayetiyê ya ku di cewherê xwe de çanda dayikê hembêz dike li ber xwe da. Vê yekê di şerkeriya jinên şoreşger de xwe şênber kir. Artêşa jinan ya di bin pêşengiya gerîlayên YJA-Starê de li Kurdistanê xwedî mîraseke tekoşîna 50 salî ye, ji berxwedana bi heybet a Şengalê re pêşengî kir. Lê hêzên desthilatdar û pergala wê ya serdest vê hesab nekiribûn. Berxwedana jinên têkoşer mîna li çiya, Kobanê, Reqa û Kerkûkê li Şengalê jî mohra xwe li berxwedana dîrokî ya rizgarkirina Şengalê da.
‘Ji her aliyên Kurdistanê gerîlayên azadiyê herikîn deşta Nînowayê’
Ji sala 2014’an heta sala 2018’an gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji çiyayên azad ref bi ref herikîn deşta Nînowayê, hem di parastina jin, zarok û civaka Êzidî de roleke pêşeng lîstin, hem di rizgarkirina Şengalê de berxwedaniyeke destanî nivîsandin. Ji bo parastina civaka Êzidî bikin û tola 74’an a fermanan bistînin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xwe kirin mertal. Berxwedana rizgarkirina Şengalê 11 mehan berdewam kir. Di berxwedana 11 mehan de her gerîlayeke azadiyê li ser banga Rêber Apo bi ruhê Apogerî li ser her bihusta xaka Şengalê şer kir, ji bo vê axa pîroz, çand û baweriya kevnar û civaka berxwedêr xwe feda kir.
Di 13’ê Mijdara 2015’an de, rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê, bû yek ji rastiya dîrok û çanda berxwedanê. Bi çelengiya jinên çiyayî û berxwedêr ên li ser vê xaka qedîm, bi mêrxasiya xortên welatê agir û rojê warê pîroz û stargeha qewmê rojê hat rizgarkirin. Şengala ku di hembêza xwe de bi hezaran salan bargirê çand û baweriya Êzidayetiyê ye; careke din di rûpelên dîroka mirovahiyê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand. Rizgarkirina Şengalê, tola ji hemû serdemên tarîtiyê bû. Tola hemû jinên di 74 fermanan de jiyana xwe ji dest dane ye. Rizgarkirina Şengalê qêrîn û banga tevahî jinên ku li hemberî zilmê li ber xwe dane ye. Rizgarkirina Şengalê dawiya serdemeke tarî û mizgîniya hêviyeke nû bû.