"Bi riya pêşengehê, nîşaneya civakî ya çandî derdixînin holê"

Endamên Dezgeha Gav ku pêşengeha wêneyan li dar xistine diyar dikin ku Dezgeha Gav têkiliyên di navbera pêkhateyan de derdixîne holê û hemû pêkhateyan tîne gel hev.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Bi armanca xurtkirina hevgirtina hevbeş û bi cih kirina rêgezên tevna civakî ya ji pêkhateyên mîna ereb, kurd, êzîdî û suryanan pêk tê. Dezgeha GAV pêşengeheke nîgarkeşiya fotografî û wênegeriyê  li dar xist. Ev çalakî bin siwana Mala Cizîrê ya duyemîn ku armanc jê rêxistineke xurt ya ciwanan bê avakirin û danasîna hemû pêkhateyan di nava xwe de bigire dest, hate li dar xistin. Ev pêşengeh yek ji çalakiyên ku hewil dide balê bikişîne li ser parastina kevneşopiyên netewan û girêdana di navbera çandên wan de. Her wiha kûrkirina têkiliyên di navbera gelan de û ji hev naskirina şaristaniyê. Pêşengeh li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate li dar xistin. Gelek rojnamevan, wênesaz, wênegir û şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî pêşengehê bûn. Di pêşengehê de nêzî 60 wêne hatine pêşandan. Di derbarê pêşengehê de Endamên Dezgeha Gav ku bi pêşengehê rabûne nêrînên xwe parve kirin. 
"Çanda hemû pêkhateyan tînin gel hev"
Endama Dezgeha GAV Bêrîvan Abdulkerim armanca pêşengehê wiha nirxand: "Dezgeha gav di bin siya tevna civakî de bi çalakiyan radibe. Armanca dezgeha gav di nava civakê de çalakiyên mîna hunerî, çandî û guftogohan li dar bixin. Dezgeha gav têkiliyên di navbera pêkhateyan de derdixîne holê û hemû pêkhateyan tîne gel hev. Îro jî Dezgeha Gav bi çalakiya pêşengehê rabû. Ji bo vê pêşengehê nêzî deh rojan amadekarî hate kirin û pêşengehê me li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate li dar xistin. Nêzî 20 wênekêş, wênegir û karhêner  di pêşengehê de cihê xwe digirin û hemû jî ji herêma Cizîrê ne. Her wiha di nava wan de hemû pêkhate hene. Em di riya berhemên wan dixwazin nîşaneya civakî ya çandî derxînin holê. Her wiha em di vê pêşengehê de hemû reng û çanda pêkhateyan bê ferq û cudahî derdixînin holê. Nêzî 60 wêne û nîgar di vê pêşengehê de hate pêşandan. Di heman demê de kesên ku wêneyên xwe pêşkêş kirine, pê wêneyên xwe disekinin û mîvanên ku pirsa wan di derbarê wêneyan de heye bersiva pirsan didin.  Pêşengeh di 21'ê Tebaxê de despêkir û wê du rojan dom bike, her wiha seat 11 dest pê dike heta 6'an didome. Gelek rewşenbîr û wênexaz serdanê pêşengehê kirin. Di encamê de me xwest vê pêşengehê pêşkêşî civakê bikin da ku çanda xwe bi nasin. Em bi vê pêşengehê nirxê civakê diparêzin û çanda hemû pêkhateyan tînin gel hevdu.
"Wêneya min destnîşanî çand û filklora jina kurd dike"
Wênekêş Rîm Omer Mansûr ku wêneyê wê di pêşengehê de hatiye pêşandan di derbarê pêşengehê de wiha dibêje: "Îro ez jî di vê pêşengehê de bi wêneyên xwe beşdar bûme. Fikira pêşengehê pir xweşe, bi taybet weke pişgirtî ji bo wênekêş û wênexazan. Wêneya min jî yê ku di pêşengehê de bê beşdar bûme destnîşaneya çand û filklora jina kurd dike, di aliyê lixwekirina cil û bergan de. Me destpêkê çend wêneyên xwe ji komîteya amadekar a pêşengehê re şandibû, di nav de jî yê herî xweş hate hilbijartin. Pêşengehên bi van rengan pir feydeyan li me jî dike, ji ber em wêneyên hevalên xwe jî dibînin û pê re jî şaşitiyên xwe derbas dikin. Em bi hêvî ne hertim pêşengehên wiha bên çêkirin da ku em bi pêşketinên xwe re bêtir hîn bibin.