“Bi rêya fitneyan dixwazin aramiya herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin”
Dewleta tirk a dagirker bi êrîşan hewl dide aramî û ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe. Jinên Şehaba yê dan zanîn ku ew di ferqa planên dagirkeriyê de ne û dê li dijî wê têbikoşin.
HESNA MIHEMED
Şehba- Bi rûniştandina projeya Neteweya Demokratîk û avakirina pergala Rêveberiya Xweser re li Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê aramî û ewlehî hat pêşxistin. Civak bi vê projeyê re dikaribûn bi rengekî rehet bijîn, ji ber pergala Rêveberiya Xweser wehkevî û hevbeşiya jiyana hemû pêkhateyên herêmê bi xwe re anî. Dewleta tirk pergala Rêveberiya Xweser weke metirsiyê li ser serweriya xwe dibîne, ji bo wê bi hemû rengên êrîş û kiryaran dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û derbeyekê li vê projeye bixe. Gelek caran xwestin bi rêya derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, baweriya civakê bi xweseriyê hilweşînin lê vîn û girêdana gelê me ji van planên wan xurtir bû û nehiştin armancên wan pêk werin. Têkildarî mijarê jinên Kantoan Şehaba- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman.
Avakirina projeya Neteweya Demokratîk û guhertinên ku bi xwe re anîn
Jina bi navê Sebîha Omer da zanîn ku piştî avabûna projeya Neteweya Demokratîk li herêmê rê li pêşiya vîn û azadiya gel vebû û wiha pêde çû: "Piştî avakirina projeya Neteweya Demokratîk gelê me û bi taybet jin dikaribûn di riya azadiyê de bimeşin. Her wiha gelek guhertin di jiyana civakê de bi xwe re anî û ewlehiyeke pir baş di herêmê de hat pêşxistin. Dewleta tirk a dagirker her dixwaze vê ewlehiyê li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe û hemû kiryarên dijmirovî li ser herêmê dide meşandin. Li herêmên dagirkirî dewleta tirk nasnameya gelên resen di nava planên xwe dihelîne û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike. Bi avabûna pergala xweseriyê re mafê gelê me û taybetî jina pêşeng hat parastin û misogerkirin."
Armanca dagirkeriyê şikandina baweriya gel bi rêveberiya xweser e
Hevseroka şaredariya Gel a navçeya Ehrezê li Şehbayê Rojeng Osman bal kişand ser jiyana civaka berî rûniştandina projeya Neteweya Demokratîk li herêmê û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Beriya projeya Neteweya Demokratîk bê avakirin, gelek bandorên olî û civakî li ser derûniya me dihatin kirin. Jin nikaribûn bi rengekî azad tevbigerin. Piştî rûniştandina vê projeye gelek jin ji çarçoveya malê û malbetê derketin û berê xwe dan qadên xebat û azadiyê. Li Sûriyeyê gelek pergal û partî hatin avakirin lê nikarîibûn bibin bersiv ji pirsgirkên civakê re û aramiyeke mayinde ji bo civakê bi xwe bînin. Girêdaneke pir xurt di navbera civakê û rêveberiyê de ava bûn û gelek encamên erênî vê rêveberiyê bi xwe re anîn. Dewleta tirk a dagirker dixwaze vê girêdanê qut bike û mirovan mecbûrî serwerî û koletiya xwe bikin. Em ê li dijî şerê li herêmê tê meşandin vîn û têkoşîna xwe xurt bikin."