‘Bi rêxistinkirina hevjîn û zarokên şehîdan erka me ye’

Rêvebera Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid xebatên xwe yên meclisê nirxand û got: "Ji bo zarok û hevjînên şehîdan bibin xwedî pêşerojeke azad, em dixebitin. Birêxistinkirina hevjîn û zarokên şehîdan erka me ya sereke ye."

PERWÎN AMARA

Qamişlo - Şoreş bê bedel nabe û yên ku vê şoreşê ava kirin û bedel dan pakrewan in. Îro li Rojava şoreşa jinan pêk hatiye bi saya bi hezaran pakrewanan. Ji bo pergala Rêveberiya Xweser were avakirin gelek ked û xebat çêbûn. Îro bi saya wan pakrewanan zarokên Kurd hînî ziman, çand û dîroka xwe dibin. Civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê zanînê de ne ku ew deyndarên pakrewanên xwe ne. Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna bi hezaran pakrewanên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Ermen û enternasyonalîst hat bidestxistin.

Bi Şoreşa Rojava re gelek sazî di hundirê vê pergala nû de hatin avakirin. Yek ji wan Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan e. Malbatên şehîdan di sala 2018'an de konferansa xweser a malbatên şehîdan li dar xistin. Di konferansê de biryar hat girtin ku ev komîte êdî xwe weke meclisa jinan a Malbatên Şehîdan bi rêxistin bike û ev biryar di sala 2018'an de ket meriyetê.

Meclis ji 3 endamên rêveberiyê pêk tê, di hundirê kantonê de li 14 bajaran, 14 meclisên jinan ên Malbatên Şehîdan hene û di nava wan meclisan de jî komîteyên jin ên Malbatên Şehîdan hene. Li bajarên herî mezin rêveberiya wan ji 3 kesan pêk tê û bajarên biçûk jî ji 2 rêveberiyan pêk tê. Kar û xebatên wan bi rêxistinkirina hevjîn, zarok û dayikên şehîdan, perwerdekirina wan û ji bo wan pêşxistina projeyan e.

Der barê kar û xebatên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan de, rêvebera meclîsa jinan a Malbatên Şehîdan Hêvî Seyîd nirxandin kir.

'Vekirina dibistanê bû cihê kêfxweşiyê'

Hêvî Seyîd girîngiya xebatên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan wiha nirxand: "Weke Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan, xebatên ku em didin meşandin bi rêxistinkirina dayik, xwişk, hevjîn û zarokên şehîdan e. Mehê carekê ji bo hevjînên şehîdan civîn tên lidarxistin û 3 mehan carekê ji bo dayik, xwişk û hevjînên şehîdan civîn tên lidarxistin û li gorî pêwistiyan 3 mehan carekê civîn ji bo zarokên şehîdan tên lidarxistin. Komîteya me ya beşa aborî heye, proje ji bo hevjînên şehîdan bi pêş xistine û hevjînên şehîdan bi riya wan projeyan xebatên xwe didin meşandin û debara mala xwe dikin. Me ji bo zarokên şehîdan dibistana Şehîd Beşîr vekir û ev ji bo wan bû cihê kêfxweşiyê. Me li gelek bajarên din jî amadekariya dibistanan kiriye û em ê dest bi perwerdeyên wan bikin. Di van dibistanan de ji derveyî xwendin û nivîsandinê, waneyên li ser teknolojî û sînemayê jî tên dayîn. Her meh ji aliyê komîteyê ve serdana hemû dibistanan tê kirin û rewşa zarokên şehîdan ji nêz ve tê şopandin. Di aliyê madî de jî  em dibin alîkar û hemû pêwistiyên zarok û hevjînên şehîdan pêk tînin."

'Zarokên şehîdan mîrasên şehîdên me ne'

Hêvî Seyîd di berdewamiya axaftina xwe de got ku zarokên pakrewanan mîrasên pakrewanan in û wiha domand: "Em zarokên şehîdan, weke mîras û nirxên herî pîroz ên şehîdên xwe dibînin, nêzî wan dibin û xwedî li wan derdikevin. Dema bav ango dayikên wan berê xwe didan qada şer, zarokên xwe spartin vê rêxistinê da ku xwedî li wan derkevin. Ji bo zarokên şehîdan bibin xwedî pêşerojeke azad, xwe nas bikin û bibin xwedî zanebûn û pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Em bi hemû derfetên xwe dibin alîkar. Ên ku destpêkê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin zarokên şehîdan in. Gelek zarokên şehîdan dema em bi wan re civînan çêdikin dibêjin, ji bo parastina welat û xaka xwe ger pêwist be em ê çeka bav ango dayika xwe rakin û li hemberî dijmin şer bikin, xwedî li nirxên şehîdan derkevin."

'Berpirsyariyên herî giran dikevin ser milên jinan'  

Hêvî Seyîd di avakirina saziyê de zehmetiyên ku derketine pêşiya wan jî wiha anî ziman: "Weke Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan, di avakirina vê saziyê de em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû hatin. Ji ber rewşa êrîşan jî gelek caran dibû sedem ku em di kar û xebatên xwe de zehmetiyan bikşînin. Di hemû xebatan de berpirsyariyên herî zehmet û giran dikevin ser milên jinan. Ruxmî hemû zehmetiyên heyî jî tişta ku rojane dihêle em bi moraleke mezin vê xebatê bidin meşandin soza me ye. Li hemberî nebesiyên heyî em rexnedayîna xwe bidin, ji ber ku soza me daye şehîdên xwe ew e ku em xeyalên wan pêk bînin."  

'Rêber Apo riya azadiyê nîşanî jinan da'

Hêvî Seyîd herî dawî got ku bi saya nirxê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşanî jinan daye, ew îro bûne xwedî xebateke pîroz a bi vî rengî û wiha bi dawî kir: "Rêber Apo ji bo jinan kedeke pir mezin da. Jinên ku bi salan kesê dengê wan nebihîstibû, Rêber Apo hebûna wan nîşanî hemû cîhanê da. Rêber Apo her dem dibêje ‘ez ji ber projeya jinan a nîvçemayî rexnedayîna xwe didim' lê ji bo me Rêber Apo wê projeyê pêk aniye. Weke dayikên şehîdan, em ê her dem li ser fikir û felsefeya Rêber Apo jiyana xwe bidomînin û bi vê baweriyê nirxên şehîdên xwe biparêzin."