“Bi rêxistinbûnê emê hêzin komploger vala derxin”
Jinên ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyekê komploya 9’ê Cotmehê ku her sal bi şêwazek cuda dewam dike şermezar kirin.
Şengal- Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî li Şengalê bi daxuyaniyekê komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin ku weke Jinên Ciwan ewê her dem li hember kompoloya ku îradeya azad ya gelan hedef digirin tekoşîn bikin.
Daxuyanî wiha ye: “Ji 9’ê Cotmeha sala 1998’an ve komplo berdewame. Bi giran kirina tecrîda li ser Rêbertî dixwazin hemû gelên ku li hember faşîzimê rawestiyaye tecrîd bikin û mehkûmê windakirinê bikin. Komploya ku li Îmraliyê vala hate derxistin vê carê dijmin li her çar peşên Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê di her salvegera komployê de dixwazin bi pîlanên xwe yên qirêj û siayseta xwe ya faşîzane komployên bighînin serî. Komploya ku 9’ê Cotmeha 2019’an li ser Rojava hate meşandin û Serêkanî kirin hedef, her wiha peymana 9’ê Cotmeha 2020’an jî di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê hate imazekirin, berdewamiya komploya li ser Rêbertiyê ji hev qût nînin. Em weke jinên ciwan her dem bi pêşengtiya jinan bi taybet jinên ciwan emê komploya li ser Rêbertî hatiye meşandin vala derxînin. Bi rêxsitinbûyîn û xwedî derketina li welat û rûmeta xwe emê hesabê hêzên desthiladar û komploger vala derxin.”