Bi rêbazên şerê taybet li ser jinan dejenerasyona çandî tê ferzkirin

Tekçûna exlaq, tê wateya dejenerebûna civakê. Pergala baviksalar bi polîtîkayên zayendperest dejenerasyona çandî bi pêş dixe. Em dibînin ku hem di radyo û televîzyonan de, hem jî di çapemeniyê de jin tên biçûkxistin û dibin objeya zayendî.

NEWRA DENÎZ

Rêbazên şerê taybet ên ku ji aliyê pergalên zihniyeta mêr ve tên pêşxistin, hemû ji bo derjenerekirina nirxên çandî yên civakê ku xwe dispêrin civaka xwezayî ne. Tesbîta rêbertiyê ya “qirkirina çandî” behsa vê yekê dike. Bi rêbazên şerê taybet hewl didin bingeha vê yekê amade bikin. Bi wê yekê ji bo jinên ku ji çand û nirxên xwe dûr ketine, li gorî xwe bi teşe bikin, hemû polîtîkayên qirêj dixin dewrê. Çand ji nirxên madî û manewî yên civakê pêk tê û her awayê zanîn, têkilî, nirx, zihniyet û hal û tevgerê di nava xwe de dihewîne. Gelê Kurd tevî ku xwedî dewlemendiyeke çandî ye jî bi sedsalan e rastî polîtîkayên homojenkirinê hatiye. Di encama wan polîtîkayan de; li ser gelê Kurd ji cil heta rengên wan, ji govendê heta stranên wan, ji navê gundan heta navê zarokên wan, polîtîkayên qedexeyê li ser wan, polîtîkayên şerê taybet hatine meşandin.

Desthilatdariya heyî bi taybetî li Kurdistanê, li her derê ku Kurd lê dijîn, rêbazên şerê taybet bi kar tîne, polîs û leşker ango hêzên çekdar ên xwedî zihniyeta serdestiya mêr, bi taybetî ciwan û jinan hedef digrin. Berê wan didin têkiliyên dejenerebûyî û hewl dididin wan ji nirxên civakê dûr bixin. Li dijî jinên ciwan, kemînên ku wan ji çand û nirxên exlaqî û nasnameya wan dûr bixin datînin. Bi rêbazên şerê taybet, kesayetên qels, dikin hevkar û sîxur û wan bi kar tînin û bi wî rengî hewl didin civakê ji hev belav bikin. Bi wê yekê armanc ew e kesan ji nirxên çandî yên ku bingeha hebûna kes e, dûr bixin û bînin rewşeke wisa ku nirxên xwe yên çandî ji nedîtî ve were û veguhere tişteke din. Di pêvajoyeke wisa de kes, ji hemû tiştên aydê xwe dûr dikeve. Kesayeta ku kirdebûyîna xwe ji dest dide, bi ‘objebûyînê’ vediguhere hebûneke din. Dejenerebûna nirxên çandî, tê wateya dejenerebûna ziman, nirxên exlaqî, kevneşopî û urf û edetan. Çand û nirxên ku di navê de ne, faktoreke girîng a ku civakê li piyan dihêlin e. Dema ku dejenere bibe û her biçe tune bibe, tê wateya ku pergala civakî dejenere dibe û her diçe civak tune dibe. Di hemû dem û dewranên dîrokê de, mînakên wiha hene lê li hemberî vê di dîrokê de hatiye dîtin ku civakên çandên xwe diparêzin, her çendî dem bi dem ketibin bin hakimiyeta desthilatdariyan jî piştî sedsalan jî careke din serxwebûna xwe bi dest xistine û çanda xwe parastine.

Her ku dejenerebûn zêde dibe çand taybetmendiyên xwe winda dike û bêparastin dimîne

Mirov dikare dejenerebûnê; weke windabûna hêjahî û nirxên baş ên di xwezayê de, xirabûna cehwer û tişteke ku tu nirxên manewî tê de namîne pênase bike. Gotina dejenerebûn tê wateya têkçûna exlaqî û rizîna civakî. Di heman demê de tê wateya xirabûna exlaq û civakîbûnê. Pergala baviksalar bi polîtîkayên xwe yên zayendperest û cudakar, dejenerebûna çandî jî çêdike. Em dibînin ku hem radyo û televîzyon, hem weşanên çapkirî, hem jî li ser medyaya dîjîtal, jin tên biçûkxistin, bikaranîn û vediguherin objeyeke zayendî. Her ku dejenerebûn zêde dibe, çand taybetmendiyên xwe yên xweser winda dike û bê parastin dimîne. Di hemû pêvajoyên dîrokê de, di demên şer de, tecawiz, windakirina mirovan, xizanîkirin û koçberiya bi darê zorê weke teqtîka şer hatiye bikaranîn. Bi wê pergalê jinan xistiye nava qalibek, armanc kiriye ku wan ji cehwerê wan dûr bixe. Ji lixwekirinê heta modela por, ji axaftinê heta tevgerê dest dirêjî her tiştî kiriye. Li dijî êrîşên yektîp ên pergala serdest a mêr parastina nirxên çandî gelek girîng e. An na dê vê rewşê rê li pêşiya kes û civakîbûna ku tu bertekek nîşan nade, her tişta li ser tê ferzkirin dipejirîne veke.

Çand jiyan e hemû tiştên ku mirov e

Jinan di civaka Kurd de bi taybetî li dijî êrîşên bişavtin û qirkirina çandî, her dem li ber xwe dane. Di avakirina civakîbûn û awayên çandê de, di ragihandina nifşên nû, pratîzkirina civakîbûyînê de her dem bûne aktorên sereke. Ji bo parastina van nirxan bi qasî ku hêza wan hebûye têkoşiyan e. Bi taybetî dixwazim balê bikşînim ku ji bo şikandina zincîrên qirkirina çandî ku li ser jinan û civakê tên ferzkirin; divê di gelek aliyan de mirov têbikoşe. Çand jiyana mirov e, her tiştê ku ava kiriye di nava xwe de dihewîne û ger çanda me ji dest biçe dê tu tişt ji me re nemîne, em ê bibin qalikek ku nava wê vala ye. Ji bo em hebûna xwe biparêzin nabe em tenê berxwedana xwe ya çandî, li ser milên kesên ku di warê çand û hunerê de dixebitin bihêlin. Weke civaka Kurd li her dera ku em lê ne divê em li dijî hewldanên ku me bê çand dihêlin, bandorên kapîtalîzmê û çanda populer bisekinin, li dijî wan li ber xwe bidin.