‘Bi rakirina vê tecrîdê re dê bêhna gelê Tirkiyeyê were der’

Parlamenterên HDP'ê bang li Wezareta Dadê ya Tirk kirin û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Enqere – Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 28’emîn de ye. Parlamenter Kemal Pekoz, Muazzez Orhan, Abdullah Koç, Erdal Aydemir û Ayşe Surucu ku careke din bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kirin, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat balkişandin ku bi pêkanînên kêfî bi mehan e hevdîtina ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re pêk bîne tê astengkirin, wiha hat gotin: “Li Tirkiyê qanûna înfazê ya heyî jî hatiye rawestandin. Li Îmraliyê jî xalên wekheviyê yên destûra bingehîn nayên sepandin. Li Îmraliyê xalên wekheviyê yên Destûra Bingehîn nayên bicih anîn. Niha malbata birêz Ocalan, malbatên girtiyên din û raya giştî ya Tirkiyeyê bi fikar in. Ev tecrîd demeke dirêj e li ser gel û siyaseta Tirkiyeyê tê meşandin.”

Qanûnan pêk bînin’

Di daxuyaniya ku hat îfadekirin rakirina tecrîdê bêhna gel bide der, hate diyar kirin ku gelên Tirkiyeyê di nava aloziyke aborî û siyasî de û di heman demê de bi pêvajoya hilbijartinê re ev alozî didome. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku yekane rêya derbaskirina qeyranan ya li welat rakirina tecrîdê û wiha hat gotin: “Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê tecrîda li Îmraliyê ye. Bi rakirina vê tecrîdê re wê bêhna gelê Tirkiyeyê were ber. Ji ber vê yekê em Koma HDP'ê ya cara 28'an, bang li Wezîrê Edaletê û hikûmetê dikin; qanûnên heyî pêk bînin, em serlêdanek cuda naxwazin. Tekane daxwaza me ew e ku em bi rêzdar Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê li gorî Makeqanûnê û qanûnan hevdîtinan pêk bînin.”

Li dijî rêgezên wekheviyê tevnegerin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di demên berê de me dîtiye, dema ku astengiyên li pêşiya Îmraliyê ji holê rabin, wê civaka Tirkiyeyê jî bi pêş bikeve. Bi rastî jî wê rêya gihandina demokrasiyê ya ku niha xitimî ye bihata vekirin. Di pêvajoyek ku em diçin hilbijartinê de, rakirina vê tecrîda li ser civaka Tirkiyeyê tê wateya rakirina astengiya li pêşiya aştiya civakî. Em carek din bang li Wezîrê Dadê û hikûmeta AKP’ê dikin. Li gorî qanûna heyî, hikmên qanûna înfazê ya heyî li Îmraliyê jî pêk bînin. Li dijî rêgezên wekheviya Destûra Bingehîn tevnegerin. Em dixwazin diyar bikin ku astengiya herî mezin a li pêşiya civaka Tirkiyeyê, demokrasî û aştiyê tecrîda li Îmraliyê ye.”