Bi projeyên çandiniyê destek dide jinên Eden
Cewhera El Qaîdî alîkariya jinên gundewarên Edenê dike. Bi projeyên çandiniya erdên xwe ku tê de 20 jin rojane dixebitin hewl dide pirsgirêkên debarê çareser bike.
FATIMÊ REŞAD
Yemen- Ji ber têkçûna stratejiyên pêşketinê yên ji bo başkirina rewşa jiyana niştecihên gundan û zêdebûna xizaniyê, Cewhera El Qaîdî alîkariya jinên gundewarên Eden dike ji bo ku debarên xwe yên aborî pêk bînin û jiyana wan baştir bibin. Cewhera bi riya çandina erdên xwe di nava kêmbûna avê de hewl dide destek bide wan jinan. Nêzî ji % 70 hemwelatî li gundewarên Yemenê dijîn û % 50 ji wan jî bi projeyên çandiniyê dijîn û debara xwe pê dikin.
‘Ev proje ji jinên herêmê re dibin destek’
Cewhera El Qaîdî bal kişand ser projeya xwe ya çandiniyê û wiha got: “Me hinek erd kirîn û dest bi lênêrîna wê kir ji bo ku em sebze û fêkiyan lê biçînin. Me erdek çol veguherand erdek çandiniyê. Destpêkê me kuncî çand, piştre di nava 4 salan de gelek cureyên çandiniyê çandin ku niçtecihên herêmê jê sûdê bigrin. Her wiha me bîrek avê koland ji ber tenê ev bîr li herêmê tê peydakirin min depoyên avê anîn û ew tijî kirin da ku mirov bi hêsanî avê wê vexwe bi taybetî yên koçber. Ev erd ji jinên herêmê re cihê sûdgirtinê bû û destek dida debara wan a jiyanî. 20 jin di nava vê erdê de bi pereyên xwe kar dikirin.
‘Bi dayîna alîkariyan gelek şad dibim’
Cewhera El Qaîdî di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku bi destekdayîna piştgiriyê ji jinan re gelek kêfxweş dibe û wiha dibêje: “Ez parçeyek ji erdan didim jinan ku tê de pêdiviyên xwe yên çandiniyê biçînin û debara xwe pê bikin. Ez vê projeya xwe berdewam dikim ji ber di nava aloziyên aborî de ev proje dibe destek ji jinan re. Her wiha di projeya çinîna milûxiyê de nêvî wê em ji xêrxwaziyan re dişînin. Li kêleka wê belgeyên jidayikbûnê ji bo zarokên jinên ku li çandiniyê dixebitin ji bo ku perwerdeyên xwe bibînin, digrim. Bi taybetî zarokên herêmên Tehama û Zabîdê ku ji ber şer zirar dîtine. Bi dayîna alîkariyan ji jinan re gelek kêfxweş û şad dibim. Hêvîdar im hemû jin têbikoşin û berê xwe bidin çandiniyê, ji ber ku jin her dem têdikoşin û yên ku dikarin debara xwe û pêdiviyên malbata xwe pêk tînin."
Girêdana wê ya ruhî bi axê re
Cewher El Qaîdî girêdana xwe ya bi ax û çandiniyê re anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Gelek ked didim ji bo ku ev erd her dem şîn bimîne. Ji ber karê hevjînê xwe ez neçar dibûm li derveyî welat bijîm lê ji niha û şûnve ez ê tu carî terka axa xwe nekim ji ber girêdanek min a ruhî û wijdanî bi vê axê re heye. Bang û daxwazên me ew in ku pevçûn li Yemenê bên rawestandin û hezkirin û aştî di nava civakê de bên avakirin. Her wiha divê jin mafên xwe ya beşdarbûna ji hemû projeyan re bi dest bixe. Ji ber projeyên geşepêdanê bêyî hebûna jinan bi ser nakevin.”