"Bi pilanên nû em ê rêxistina xwe berfireh bikin"

Endama Koordenisyona Kongreya Star ya herêma Firarê Mizgîn Xelîl di derbarê li darxistina civînên salane ya Kongreya Star de axivî û wiha got: "Ji bo em van pirsgirêkên heyî çareser bikin, li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin û asta kar û xebat bighînîn lukteya herî jor dixebitin."

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê  - Bi nêzikbûna sala nû re Kongreya Star dest bi rêze civînên xwe yê salane dikin, li dijî tundî, dagirkerî û pirsgirêkên civakî, Rêxistina Kongreya Star di nava civînên xwe de van xalan nîqaş dike û çawa li beramberî van pirsgirêkên heyî jinan bi rêxistin bikin. Çawa kar û xebat bighêjînin asta ku tê xwastin. Her wiha rêxistinakirina jinên ji pêkhateyên Eereb çawa hîna bi awayekî alternatîf tevbigerin û hemû jinan bi rêxistin bikin. Di heman demê de çawa van destkeftiyên şoreşa jinê mayinde bikin û biparêzin. Armanca hêzên desthiladar ewe ku çawa sazî û rêxistinên jin tine bikin, jinan ji rêxistinê dur bixin. Herî zêde jî çawa hemû jinan ji asta koletî û tundiyê derxin û xwedî li jinan derkevin. Her wiha dagirkeriya ku li ser herêmê ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin, hemû jin bi hev re li dijî kiryar û gefên dewleta tirk bisekinin.Têkildarî mijarê Endama Koordenisyona Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl ji ajansa me re axivî.
"Bi rêka civînan em xwe digihînin pirsgirêkên jinan"
Mizgîn da zanîn ku di encama van civînan de wê pirsgirêkên jinan û civakê bêne çareser kirin û wiha got: "Demeke dirêje em amedakariyên orgenîzekirina civînên salan e dikin. Her sal em civînên xwe çêdikin, ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî di milê rêxistinî de gelek pirsgirêkên jinan derket holê û bi xwa re lewazî derxistin. Ev dû salin rewşa jinên ku koçberî kampa Til Semin bûne, ne başe. Her çiqas me hewl dabe ku em pirsgirêkan çare ser bikin û bighêjin encamê lê ji ber gef û êrîşên heyî, jin rastî tundiya dagirkeriyê tê. Di civînan de rewşa siyasî, rewşa jin, rexne, rexnedayîn û pilansazî tê nirxandin. Li ser asta Rojhilata Navîn siyaseteke li ser gel û bi taybet li ser jinan tê meşandin. Ji bo vê em wek jin çawa xwe li gor vê siyasetê xebatên xwe bidin meşandin, desthiladariya ku li ser jinê tê kirin xwe jê durxistin û xwe gihandina asta bilind, nîqaş û nirxandin tên kirin. pirsgirêkên ku di van demên dawiyê de derketin holê û me nedikarî em careseriyê jê re bibînin, di vê civînê de me biryar girt ku em êdî pilanên xwe yê li dijî kuştin, xwekuştin û tundiyê çêbikin. Her jineke ku hewcedariya vê rêxistina jine divê em xwe bighînin wê û mafê wê biparêzin."
"Dagirkerî bi xwe tundiya herî mezin e"
Mizgîn di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser hişmendiya mêr-tewletê û çawa xwe ji vê hişmendiyê biparêzin û wiha dom kir: "Dewleta tirk ne tenê dixwaze tevgera azadiyê tunde bike, di heman demê de li kur rêxistineke jin an jî jineke bi rêxistin hebe li gor dijmin wê çarenûsa wê kuştin an jî kole kirin be. Em wek jin me dest bi şoreşekê kiriye û em tu carî gav paşe venagerin. Ji bo vê jî asta berxwedanê hîna ku em xortir bikin pêwîste. Gelek jin rastî wê tundiyê hatin, lê em di asta xebat de li dijî van gefan dibin bersiv ji hemû kujerên jin an jî hêzên hegomonîk re. Kongreya Star gelek komîteyên xwe hene, helbet wê pirsgirêk derkevin, lê em çawa van pirsgirêkan çareser bikin ew pêwîste. Çi di asta belde an jî navçeyan de be, ya girîng ku jin ji xwe bawer be. Destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, îroj gelek gef li ser hene ku van destkeftiyan bi dest bixin û jinan vegerînin wek demên kole darî. Li milê herêmên Ereban jî civan hat li darxistin û bal hat kişandin ku jin carek din li xwe veger û êdî jina Ereb jî xwe ji çarşefa reş xilas bikin, li dijî hişmendiya kevneşop ya kilasîk rizgar bikin."
"Xebatên me wê desthiladaran tune bikin"
Mizgîn di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku li dijî dagirkerê bisekin û herêmên dagirkirî bi destê jinan bê rizgarkirin û jin asta xebatên xwe xortir bikin û wiha bi dawî kir: " Ji ber hişmendiya civakê heya niha jin rastî gelek pirsgirêkan tên, lê belkî me nedikarî em li rex jinan bisekin. Ev yek jî kêmasiya meye ku heya niha me çawa ev jin ne parastine. Lê hewldan hene ku em xwe bighînin hemû jinan, şoreşa xwe civakî bikin. Destkeftiyên xwe mayinde bikin. Helbet wê bi rêka perwerdeya jin xwe ji hişmendiyê rizgar bike. em ê civîna xwe li navçeya Eyn Îsayê jî li darbixin. Her çendî dijmin xwastibe ku êrîş bibe ser saziyên jin, lê jinan heya niha jî dest ji xebatên xwe ber nedaye, çiqas metirsî hebin jî lê îsrara wan ji gefên dijmin mezintir e. Her kes bi çav dibîne ku dewleta tirk û çeteyên wî bê navber êrîşî navçeyê dikin. Her çiqas şert û mercên zehmet jî hebin jî lê armanca dewleta tirk pêk nehatiye û wê pêk neyê. Jin Girê Spî wê bi xebatên xwe bikaribe herêmên xwe rizgar bike. Êdî dem hatiya ku em têkoşîna xwe li beramberî dijminê hov mezintir bikin. jinên ku behsa doza azadî, edalet û wekheviyê dikin û bikaribin bi van gavên xwe terora heyî ji axa xwe derxînin. Paştî ku em civînên xwe li ser asta kantonan bi dawî bikin, em ê li ser asta herêmê jî li darbixin û bi pilansaziyeke fereh civîna xwe bi dawî bikin."