‘Bi peymana 9’ê Cotmehê fermanekî spî li ser civaka me tê meşandin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Îlyas li ser peymana 9’ê Cotmehê a di navbera Bexda û Hewlerê de hat îmzekirin axivî û diyar kir ku ew wê peymanê nas nakin, wê rêxistinkirina xwe li himberî hemû êrîşkaran bihêz bikin.

Şengal- Piştî peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin êrîşên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî di nav 3 salên borî de bi rengekî hovane her çû girantir bû. Ji aliyê dewleta Tirk ve bi dehan pêşengên civaka Êzidî bûn hedef û û jiyana xwe ji dest dan. Civaka Êzidî bi salan li hember vê peymanê serî radikin, qebûl nekirin û wekî fermana 75’an binav kirin. Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Îlyas nêrînê xwe der barê peymana 9’ê Cotmehê  de ji ajansa me parvekir.

‘Dixwazin ku Şengal ji fermanan re vekirî be’

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Iliyas di serî de armanca peymana 9’ê Cotmehê nirxand û wiha got: “Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera PDK’ê  Iraq û Tirkiyeyê de çêbû. Ev peymaneke li ser Şengalê bû 3 sal berê hat îmzekirin. Ev peyman li dijî berjewendiya civaka Êzidî bû. Ne îrade û ne nêrîna Êzidiyan tê de hebû. Dixwazin Şengal bikeve rewşa beriya 2014’an. 10 hezar Êzidî hatin qetilkirn û koçberkirin, di fermanê re derbas bûn. Îro hê jî ew ferman wekî ferman nehatiye binavkirin. Dixwazin bi vê peymanê fermanê bidin jibîrkirin û dîsa civaka Êzidî ji bo fermanan amade bikin.”

‘Bi saya gerîlan hêza me ava bû’             

Neam Iliyas bal kişand ser rola gerîla di parastina Şengalê de û birêxistin kirina civaka êzidî de û wiha got: “Bi saya gerîlayan civaka me di Şengal de li ber xwe dan û hêza xwe ava bû, keç û xortên me çek rakirin û li hemberî DAIŞ’ê şer kirin. YJŞ û YBŞ’e hatin ava kirin. Piştre asayişa me ava bû. Rêveberiya me ya xweseriya demokratîk hat avakirin, sazî û dezgehên me ava bûn. Lê bi peyaman 9’ê cotmehê dixwazin destkeftiyên me hemû ji destên me biçin û dîsa civaka Êzidî bê îrade bihêlin. Lê belê Şengal ne Şengala 2014’e ye û ne jî beriya wê ye. Şengal îro xwedî îrade û hêze û bi xwînê hat rizgarkirin û avakirin. Rêxistina me hatiye avakirin, çi netewên ku li Şengalê dijîn ferq nake, ev sîstem her kesê hembêz dike.”

‘Qaşo me diparastin reviyan’

Neam di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hêzên ku qaşo civaka Êzidî diparastin û wiha got: “Hêza Iraqê li vir bû, polîs, leşkerên wê li vir bûn. 12 hezar pêşmerge li vir bûn lê dema ku ferman çêbû me kes nedît. Ew kesên ku digotin em ê Şengal biparêzin reviyan. Qaşo wan parastina me dikir lê niha hêza me heye û em xwe diparêzin. Xwîna 500 şehîdan li vir hatiye rijandin û bi saya wan me Şengalê parast. Em îradeya xwe teslîmî tu hêzê nakin û em wê peymanê qebûl nakin.”

‘Ger rêxistinkirina civakê hebe tune nabe’

Neam bal kışand ser siyaseta koçberkirinê ya li ser civakê tê meşandin û wiha got: “Bi fikir û felsefeyê me xwe birêxistin kir. Pir êrîş hatin ser me ji bo ku hêza me tune bikin. Em dibînin Viyan Dexîl û Mihemed Dexîl çûn parlamentoyê, ka ji bo Êzidiyan çi kirin? Tenê bi navê Êzidiyan diçin lê tu tişt ji bo berjewendiyên Êzidiyan nekirine. 10 sal derbas bûn di ser fermanê de lê hê jî jî gelek Êzidiyên me dibin kon û naylonan de ne. Nevegera gel jî xeteke siyasî ye. Lê bila Iraq ji bo vegera xelkê Şengalê ya li ser axa xwe nebe asteng. Dixwazin peymana 9’ê cotmehê pêk were wisa vegerînin. Riya koçberiyê ji civaka Şengalê re vedikin, hebûna civaka Êzidî qebûl nakin û berê wan didin devrî welat.”

‘Tişta herî bi rûmet jiyana li ser axa xwe ye’

Neam Iliyas helwesta dewleta Almanyyaê jî rexne kir û da zanîn ku ew bi koçberkirina civakê tu feyde nadin Êzidiyan û wiha got: “Elmanya ji bo qebûlkirina fermana ku li ser civaka me hat wekî jenosîd binav bike, pêwîst dibîne ku peymana 9’ê cotmehê bê pêkanîn. Lê Elmanya çekan dide wan hêzan ku êrîşî me bikin. Riya koçberiyê vedike ji civaka me re. Bi wê koçberiyê hîç feydeyekî li me nake, civaka me belav dike. Em li ser axa xwe bin ji bo me birûmetire. Destê pir dewletan di peymanê de heye.”

Neam da zanîn ku fermana ku hat kirin armanca wê tunekirina bîr û baweriya Êzidyan bû, wiha got: “Di fermanê de keç û jinên Êzidiyan birin, tecawizê wan kirin û firotin. Lê civaka me ne dewletek bû, ne nift û zêrê wê hebûn, êrîş kirin ser ola me. Dixwazin ola me, çand û baweriya me ji holê rakin. Êrîşên li ser me berdewam dikin. Iraq êrîşê Dugurê û Sinûnê kirin dîsa ciwanên me şehîd bûn. Ev êrîş û plan hemû girêdayî peymana 9’ê Cotmehê ne. Avabûna polîsan yek ji xalên wê peymanê ye, dixwazin bi avakirina polîsan hêza me tune bikin. Civaka me, îrade û baweriya me ji wan û ji tang û topên wan xurtir e.”

‘Fermaneke spî didin meşandin’

Neam Îlyas endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiyê û banga yekitiyê kir û wiha got: “Pêwîst e her Êzidiyek, di nava çi partiyê de be jî pêwîst e destên xwe bidin hev û bibin yek. Xeteriya herî mezin ew e ku niha fermanekî spî bi ser civaka me de tê meşandin. Ji fermanê xiraptir e. Di dema fermanê de me dizanibû ku DAIŞ hatiye. Lê mixabin niha derdora me hemû dijmin in. Xêrxwazekî Êzidiyan nîn e. Pêwîst e mezinên Êzdiyan bi wekhevî destên xwe bidin yek û li pêşiya fermanan bigrin. Bi hezarên salan e ku ferman tên serê me lê me baweriya xwe bernedaye. Bi saya hêza xwe em axa xwe bernadin. Em girêdayî axa xwe ne û em ê li ser çand û baweriya xwe bijîn. Em ê li ser çand û baweriya xwe bimînin û li hemberî dijminan bisekinin. Dijminê Êzidiyan yek e.”