‘Bi nûçeyên talanê pêşî li fitneyê vekirin’

Em bi parazvana nafên mirovan Fatma Bostan Unsal re, li ser tabloya giştî ya piştî erdhejê û dîmenên ku ji ber zimanê cudakar derketine holê axivîn.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- Piştî erdhejên ku bûn sedema hilweşîna bajaran, roj derbas bûn lê hê jî şoka ku çêbûye, nehatiye derbaskirin. Mirov di bin xirbeyên avahiyan de li benda rizgarkirinê man, xizmên wan li ser xirbeyan bi şev û roj nobetê girtin. Xebatên ku ji bo lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin, alîkariyên ku negihîştin, mirovên li ber sermayê man, zarokên windabûyî, kesên ku bi îdiaya ‘talankeriyê’ hatin qetilkirin... Erdhejê bi xwe re gelek aloziyan anî.

Em bi parazvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal re li ser tiştên ku piştî erdhejê çêbûn axivîn. Fatma Bostan Unsal diyar kir ku mirovên terzê jiyana wan ji hev pir cuda bûn, berê xwe dane herêma erdhejê û got ku vê rewşê derfet çêkiriye ku şîdeta ji ber parçebûnê li Tirkiyeyê heye, kêm bibe da zanîn ku ev derfet nayê nirxandin. Fatma Bostan Unsal diyar dike ku ji aliyek din ve bi nûçeyên talanê, deriyek bi xeter ê bibe sedema fitneyê vebûye.

‘Berpirsyariyê davêjin ser kesên din’

*Ji herêma erdhejê dîmenên ku mirov nikare bipejirîne hene. Avahiyên hilweşiyayî, jin, zarok... Avahiyên ku bê pîvan û rêbaz hatine çêkirin... Hûn vê tabloyê çawa dinirxînin?

Dîmenên bi vî rengî me di sala 1999’an, di erdheja Adapazariyê de dîtibûn. Piştî wê erdhejê, der barê çêkirina avahiyan de mewzûat guherîbû lê bi vê erdhejê diyar bû ku avahî li gorî mewzûatê çênebûne. Guherînên têkildarî mijareke ku xwedî bandorên civakî ye, tenê bi hevkariya otorîteya giştî kesên kar dikin û pîvana yên bi kar tînin pêkan e.

Mînakeke serkeftî ya têkildarî mijarên civakî, qedexekirina cigareyê ya li cihên girtî ye. Di vê  mijarê de berpirsyariya otorîteyên giştî li holê ye. Serokomar Tayyîp Erdogan îdia dike ku ji sedî 98 avahiyên hilweşiyane beriya sala 1999’an hatine çêkirin. Bêguman ji vê yekê tenê tu nikarî otorîteya giştî berpirsyar bibînî, mutehîd û xwediyên avahiyan jî ji vê felaketê berpirsyar in lê em dibînin ku di raya giştî de zêdetir mutehîd berpirsyar tên dîtin û girtin, ev yek jî tê wateya ku hinek alî berpirsyariya xwe davêjin ser kesên din. Ev yek jî li pêşiya çareseriya pirsgirêkê dibe asteng. Her wiha wekî ku di teklîfa  ‘aştiya îmarê’ de jî tê dîtin, diyar dibe ku mijara “li gorî mewzûatê çêkirina avahiyan” girîng nehatiye dîtin. Xuya ye ku rayeya ji bo avahiyê, bi beramberî pere hatiye kirin.

Tenêmayîna gel şokeke mezin çêkir

Mijareke din jî derengmayîna AFAD’ê ye her wiha astengkirina saziyên sivîl ên di demê de berê xwe dan cihên karesatê. Du rojên destpêkê di sir û seqemê de gel bi tena serê xwe ma û bi derfetên xwe hewl da xizmên xwe ji bin kavilan derbixe. Vê yekê şokeke mezin çêkir. Ji ber ku di karesatên bi vî rengî de destpêkê AFAD divê biçe cihê bûyeran her wiha Kizilay û endamên artêşê jî di demê de berê xwe nedan herêman. Vê yekê jî bû sedema bertekan.

‘Ji bo pêşî li lêpirsînkirinê were girtin vê yekê xistin dewrê’

*Erdhej bi gotina ‘Plana qederê’ li ser hesasiyetên olî tê nîqaşkirin. Vê gotinê di her bûyerê de dikeve rojevê. Li gorî we çima ev yek tê kirin... Hûn çawa şîrove dikin?

Dîtina tiştên hatine jiyîn wekî “Plana qederê” bi zanîn tê kirin. Derdorên hikumetê ji bo pêşî li dîtina berpirsyariya xwe ya di vê karesatê de vê yekê îdia dikin. Di erdheja Adapazariyê ya sala 1999’an de, muhafezekar û çapameniya alîgirên wan ên ku gotin “dewlet têk çû” û rexne kirin, di vê erdheja ku felaketa sedsalê ye; hewl dide berpirsyariya rayedarên dewletê biçûk nîşan bide. Di mijara qederê de li gorî min yek ji pêşengên ramana îslamîst a ku van îdiayan bi awayê herî xweş rexne dike Mehmet Akîf Ersoy e. Di risteyên xwe de wiha dibêje: “Qeder bûye, haşa, ev tenê gotin nîn e./Te balaya xwe xwest Xweda jî da.” Dîsa di dîroka îslamê de Kerbalaya ku encama bûyerên siyasî ye jî wekî “qeder” hat dîtin ji bo pêşî li nîqaşan were girtin. Em dibînin ku ji bo peşî li lêpirsînê were girtin, heman tişt tên gotin.

‘Derfeta kêmkirina şîdeta ku parçebûnê çêdike ava bûye’

* Îro li cihên erdhejê di dema xebatên rizgarkirinê de her dem dengê tekbîran tê. Dema ku kesan ji bin xirbeyan derdixin ku divê ji ber rewşa tendirustî û derûnî ya kesan bêdengî hebe, em dibînin ku dengê tekbîran bilind dibe. Gelo ev ji ber çiş ye... Dixwazin li cihê erdhejê çi nîşan bidin?

Di dema xebatên rizgarkirinê de, dîtin û rizgarkirina kesan mirovên li derdorê kêfxweş dike, li çepikan didin, bi heyecan dibin, hinek ji wan jî tekbîran didin. Dema ku rewşeke mucîzewî çêdibe, kêfxweşiya bi tekbîran di rastiyê de divê tiştek ecêb neyê dîtin. Ji ber ku dirûşmên wekî tekbîrê salên dirêj di jiyana giştî de nehatin bihîstin, ecêb tên dîtin lê bi taybetî ji bo komên olî îfadekirina kêfxweşiyê ye. Yanî tişteke ji rêzê ye lê divê di vê rewşê de bêdengî hebe, ji bo rewşa kesên ku bi rojan di bin xirbeyan de mane bêdengî girîng e.

‘Berpirsyarê sereke burokrasiya ewlehiyê ye’

*Ji bajarên erdhejê her dem nûçeyên talan û xespê tên servîskirin. Bi van nûçeyan penaber, zêdetir jî Sûriyeyî hedef tên nîşandan. Dîmenên îşkenceyê tên weşandin. Kesên ku ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest dan hene. Gelo vê rewşê xeterên çawa di nava xwe de dihewîne?

Lîderê partiyek ku hebûna xwe li ser dijminahiya penaberan ava kiriye û hejmarek zêde mirovên ku van gotina dipejirînin hene. Di vê pêvajoyê de bi gotinên “talanê” hêrsa gel zêde kirin û berê wan dan wan penaberan. Em dizanin di demên wiha de her dem bûyerên dizî û talanê çêdibin, di erdheja 1999’an de jî me dît ku ji bo bazinên jinan bigrin destên wan jêkirin. Wekî ku tê bîra me wê demê, Sûriyeyiyên ku em van sûcan bixin stuyê wan tunebûn.

Ji ber ku hikumetê pir dereng dest bi xebatê kir û di gelek waran de kêm ma, bi vê yekê hewl dide berê erdhejzedeyên xemgîn û bi hêrs bide “talankeran” û bi wê yekê kêmasiyên xwe veşêre. Ji bo îlankirina OHAL’ê li herêma erdhejê hewl didin vê yekê hincet nîşan bidin lê ji bo ku hêzên ewlehiyê ji bûyerên “talanê” re mudaxele bikin pêdivî bi OHAL’ê tune ye.

Tişta ku pêşî li bûyerên dizî û talanê bigre burokrasiya ewlehiyê ye. Divê berê welatiyan nedin kesên ku talanê dikin. Her wiha vê rewşê pêşî vekir ku şîdet liş dijî kesan, mînak ên ku ji bo alîkariya erdhejzedayan hatine were kirin. Em dikarin bibêjin deriyê fitneyek ku pêşî li xeterên mezin veke hatiye vekirin. Li vê derê kesên berpirsyar hêzên ewlehiyê ne, wan karê xwe baş nekirine loma jî divê beriya her tiştî berpirsyariya burokrasiya ewlehiyê were dîtin. Tedbîra ku divê were girtin ev e ne OHAL’e.