Bi milyonan zarokên Sûdanî ji xwendinê bêpar mane

Li Sûdanê ji ber şerê navxweyî, hê jî gelek zarok ji xwendinê bêpar in û ji dibistanê heta demeke nediyar dûr ketine. Tê destnîşankirin ku ev zarok nexwînin ewê meyla xwe bidin ser mîlîsbûnê û şerê li Sûdanê tu car dê bidawî nebe.

MEYSA EL QADÎ

Sûdan –  Li gorî Neteweyên Yekbûyî 19 milyon zarok ji ber şerê li Sûdanê bê xwendin mane. Çavdêran jî ji bo encamên van şeran hişyarî dan. Her wiha bandorên derûnî yên di encama şer de, dibin sedem ku ji nû ve tevlîbûna wan a li perwerdê, mijarek zor e.

Li gorî rapora saziya bi navê Save the Children, zêdetirî milyonek û nîv zarok bi malbatên xwe re sînor derbas kirine û berê xwe dane welatên cîran. Her wiha derdora 6 milyonî zarok bi malbatên xwe re li hundirê welatê xwe ji ber nakokiyan koçber bûne. Rêjeya zarokên di rewşên zehmet de dijîn û li navendên stargehan û kampan dimînin,  ji sedî 45 e.

‘Zarokên di kampa me de naçin dibistanê’

Yek ji dayîkên ku zarokên xwe bi riya sînor xilas kirine, Faize Yeqûb e. Dixwaze ku êdî ji şer xilas bibin wiha dibêje: “Ez ji bo ewlehiya malbata xwe ji welatê xwe derketim. Min ewlehî peyda kir, lê zarokên min ji xwendinê bêpar man. Ez bi vê yekê pir diêşim. Fêrkirin yekcar tuneye. Hemû zarokên ku bi me re di kampê de ne, naçin dibistanê. Derfeta fêrkirinê û ketina dibistanan tuneye, ji bilî perwerda ku ger em bikaribin pere bidinê. Ev jî zêdetirî enerjiya me ye. Em di kampeke koçberan de dijîn. Em nikarin heqê alavên veguhestinê ji bo dewamkirina xwendinê jî bidin. Em di rewşên zor de dijîn."

‘Em niha li kampeke tijî mar û kêzik in’

Faize Yeqûb behsa serdana xwe ya ku ji Sûdanê ber bi Yogenda ve dike û wan demên tengav bi van gotinan tîne ziman: “Xelkê henekê xwe bi me kir. Pereyên ku ji bo em bi balafirê bighên cihê bi ewle me dabûn, hatin dizîn. Em du hefteyan li Başûrê Sûdanê man, heta me dikarîbû careke din biçin Yogendayê. Em niha li kampeke tijî mar û kêzik in. Av û xwarin nayê peydakirin. Nexweşên bê derman hene. Xelkê xwaringehek xêrxwaziyê ji bo alîkariya koçberan vekir. Carnan jî xwarin lê namîne.”

‘Zarokên nexwînin, mezin bin ewê bibin mîlîs’

Endama Komîteya Mamosteyên Sûdanê Qemeriye Omer qutbûna zarokan ji xwendinê bi kareset binav dike û wiha dibêje: “Hejmarek mezin ji zarokan, li derveyî proseya xwendinê ya birêxistinkirî mane. Eger zarok ji refa seretayî ji xwendinê dûr bikevin, vedigerin asta nezanîna xwendin û nivîsandinê. Niha me 3 ast wenda kirine. Nakokiyên berdewam dikin, derdora 20 mehan dirêj kir. Diviyabû xwendekarên refa yekê îro bighîjin refa sisyan. Ev yek ji bilî xwendekarên dema şer destpê kir di refên 3. de dixwendin e. 6 nifşên me hene em wan wek zarokên nizanin bixwînin û binvîsin binav dikin. Ev ji bilî xwendekarên di refên pêş de mîna refa 5 û 6 û xwendekarên asta navîn û amadehî ne. Ev hemû qonax 3 nifşên xwendekaran dihewînin ku wê piraniya wan dest ji xwendinê berdin. Dê kar nebînin û piraniya wan dê rewşa wan ber bi rakirina çekan ve bibe û bibin mîlîs. Bi vê yekê em ê di çarçoveya nakokiyan de bimînin."

Digel ku saziya xêrxwaz heye, rewş nebaş e

Qemeriye Omer balê dikşîne ser hebûna saziyên navnetewî û wiha dibêje: “Hejmarek insiyatîfên niştîmanî bi hevbeşiya UNICEF, UNESCO û Komîteya mamosteyan di navendên stargehan de hene. Ev sazî li hinek walatên wek Tşad, Kenya, Rûanda, Misir û Lîbyayê hene. Insiyatîfek Sûdanî bi navê "Meşet" jî heye. Ji bo peydakirina jîngeheke xwendinê ya ji xwendekaran re, li gor derfetên heyî li herêmên lê ne, kar dikin.”