Bi Mala Xwendinê ya li Helebê çanda xwendinê bi pêş dikeve

Mala xwendinê û pirtûkxanya Şehîd Negîhan Akarsel li taxa Şêx Maqsûda bajarê Helebê bûye derfetek ji xwendevanan re ku tê de bi riya pirtûkan dikarin çanda xwendinê bi pêş bixin.

HESNA MIHEMED

Heleb - Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Helebê bi armanca pêşxistina çanda xwendinê di nava ciwanên civakê de û vekirina derfetên xwendinê, li taxa Şêx Masûd Şerqî Mala Xwendinê û pirtûkxaneya bi navê Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2023'an de di salvegera qetilkirina wê de vekir. Di vê pirtûkxaneyê de pirtûkên cur bi cur ên dîrokî, çandî, felsefî bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî tên peydakirin. Mala Xwendinê ji xwendevanan re bûye cihekî guncav ji bo xwendinê. Endama pirtûkxaneyê û xwendevanên ku tên tê de dixwînin ji ajansa me re axivîn.

'Ji bo xwendinê cihekî gelek baş e'

Endama Mala Xwendinê ya Nagîhan Akarsel Orîvan Ebdo di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser armanca wan bi vekirina vê pirtûkxaneyê û got: "Weke endamên navenda Jineolojî me pêşniyar kir ku cihek ji xwendekaran re û kesên ku dixwazin bixwînin re vekin da ku em çanda xwendinê bi pêş bixin. Lewra ev Mala Xwendinê hat vekirin. Ev projeya yekem e ku pirtûkxane bi vî rengê bê vekirin. Her wiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev pirtûkxaneya yekem a Navenda Akademiya Jineolojiyê ye. Ji ber rewşa mal û malbatan ne guncav e ku xwendevan bi rehetî bixwînin bi taybet piştî erdheja ku çêbûye, xwendekaran gelek zirar dîtin lewra me xwest em cihekî ji wan re peyda bikin da ku bikaribin xwendina xwe bi rehet û bê bandora rewşa heyî û dorpêçê berdewam bikin."

'Pirtûkên cûrbicûr lê hene'

Orîvan Ebdo di nava axaftina xwe de diyar kir ku di pirtûkxaneyê de pirtûkên cur bi cur tên peydakirin her wiha projeyên wan ji ciwanan re hene û wiha pê de çû: "Di Mala xwendinê de ne tenê xwendevan dixwînin, li kêleka wê di demên xwe yên vala de pirtûkên cur bi cur jî dixwînin û dixwazin çandên din nas bikin. Li gel me pirtûkên zanistî, çandî, dîrokî û felesfî hene ku dihêle mirov çandên din jî nas bike her wiha xwe di aliyê zanistî de jî kûrtir bike. Di heman demê de xwendekar jî pêşniyar dikin ku pirtûkên reng bi reng bihewînin. Ji zarokan heya kesên bi temen mezin hebûna xwe di vê pirtûkxaneyê de dibînin û tê de cih digirin. Li kêleka wê plansaziyên me hene ku em di demên nêz de komên xwendekaran ava bikin û ji wan re belgefîlmên çandî û dîrokî pêşkêş bikin, pirtûkan bixwînin. Armanca me ew e ku xwendevan li vir di rewşeke guncav de bijîn dûrî rewşa şer û dorpêçê bin."

'Xeyalên wê Mala Xwendinê bû'

Orîvan Ebdo diyar kir ku Mala Xwendinê bi navê Nagîhan Akarsel hatiye vekirin ji ber xeyala wê bû û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Navê vê pirtûkxaneyê yan jî Mala Xwendinê bi Şehîd Nagîhan Akarsel hat vekirin, ji ber xeyala wê bû ku cihek ji xwendinê re bê vekirin. Nagîhan Akarsel jineke Kurd bû. Her wiha akademîsyon, lêkolîner, çalakvan û rojnamevan bû. Her dem dixwest cihek ji bo çanda xwendinê bi pêş bikeve bê vekirin. Ev Mala Xwendinê jî li ser esasê pêkanîna xeyalên wê bû. Em ê her dem li ser soza pakrewanên xwe bin û xeyalên wan pêk bînin ji ber ew sembolên me ne."

'Mala Xwendinê gelek bi sûd e'

Şehed Xelûf ji pêkhateya Ereb e tê Mala Xwendinê û li wir dixwîne teqez kir ku ev cih gelek guncav e ji bo xwendinê û got: "Ez li taxa Şêx Maqsûd rûniştime, ez derbasî Mala Xwendinê dibim û gelek sûdê jê digrim. Ji ber rewşa malbat û malên me ne guncav in ji bo xwendinê em berê xwe didin Mala Xwendinê ya Nagîhan Akarsel. Li gel dersê me em pirtûkên din dixwînin bi zimanê Îngilîzî û bi taybetî yên Kurdî. Em hewl didin dîrok û çanda wê nas bikin. Ez û hevalên xwe li hev dicivin û sûdê ji hev digrin. Ev cih ji bo me gelek baş e û em bi vê gavê kêfxweş in. Ez ji sibehê heya saet 5:00'an li Mala Xwendinê dimînin û rojên xwe li vir derbas dikim, nahêlim dema min vala derbas bibe."