Bi lêdan û gefa kuştinê hemû kesên malbatê binçav kirin
Li Çewlikê di serdagirtina malan de 6 kes, bi lêdan û heqaretê hatin binçavkirin. 5 kes hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Hatun Gurdegîr got ku polîsan li malê ji wan re gotine; "Biryar heye em dikarin hem li we bidin hem jî we bikujin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Çewlik- Li Çewlikê di 24'ê Tebaxê de di serdegirtina malan de 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. Pênc ji endamên malbatê ku rastî lêdan û heqaretê hatin û hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamên rêxistina terorê ne" hatin girtin. Di serdegirtina malê de lingê jinekê şikest. Hat diyarkirin ku endamên din ên malbatê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve bi kuştinê hatine tehdîtkirin û gotine "biryar heye em dikarin li we bidin û we bikujin."
Her kesê li malê lêdan xwar
Hatun Gurdegîr a 70 salî, got ku roja ku kurê wê li Stenbolê hatibû binçavkirin, polîsên ku hatin mala wan tevî neviyê wî li hemû zilamên malê dane. Hatun Gurdegîr diyar kir ku efserê ku hatibû malê navê keçikan jimart û got; "Wan ji me re bînin", Hatun Gurdegîr tiştên ku qewimîn bi van gotinan vegot:
"Di saetên serê sibê de avêtin ser mala me, li her cihî geriyan. Me pêşî nizanibû çima hatine. Dûre em hîn bûn ku kurekî min ê ku bûbû gerîla li Stenbolê hatiye binçavkirin. Dema ku bi ser malê de girtin, ji hêrsê çavsor bûbûn, çavên wan fireh bûbûn. Wan nehiştin jin ji hundir derkevin derve. Wan li zilamên li derve jî xistin. Wê rojê tiştek ku me nedît nema, hemî zarokên min ên li malê girtin."
Gefa kuştinê xwarin
Hatun Gurdegîr got ku ji bilî zarokên wê Ozge, Prenses, Mehmet û Ertan, nevî û bûka wê jî hatine binçavkirin û di serdegirtinê de piyê bûkê jî şikestiye û wiha got: "Wan heqaret li me hemûyan kirin. Gotin 'biryara me ya lêdan û kuştine heye, em ê bikin.' Min got 'bike, ez ji te natirsim.' Min got, 'Hûn ne dewlet in, hûn çete ne, bi çi mafî wan tiştan dikin?' Wan wê rojê kes li mala min nehiştin, her kes binçav kirin. Wan zilaman bi lêdanê binçav kirin.”
"Ez ji wan natirsim"
Hatun Gurdegîr diyar kir ku ew tu carî serî li ber zordariya ku li ser wê û zarokên wê hatiye kirin natewîne vê zordariyê wê netirsandiye û wiha got: “Jiyana min ji ya kurê min hêjatir nîn e. Ew dikarin her tiştê ku dixwazin bi me bikin lê ez ji wan natirsim. Ez nikarim kezeba xwe derxim û bavêjim, ez ê dev ji wan û doza wan bernedim. Wan nehiştin em li dadgehê bikevin hundir. Gotin, 'Vê malbatê negrin li hundir.' Lê ew çi dikin bila bikin, em ji wan natirsin. Em ji yên din ne cuda ne. Eniya kurê min vekirî ye û serê wî bilind e lewre riya wî rast e.”