‘Bi îsrar û têkoşîna domdar em ê Jineolojiyê bigihînin tevahî jinên cîhanê’

Jinên pêkhateyên Ereb ku beşdarî Konferansa 2’yemîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûn tekez kirin ku zanista jinan bi ked û tekoşîna wan dê were belavkirin û gotin ku Jineolojî derfetek mezin e ji bo azadiya jinan.

RONÎDA HACÎ  

Hesekê – Konferansa 2'emîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li hola Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di konferansa ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên Jineolojî nîqaş hatin kirin. Jinên pêkhateyên Ereb ên beşdarî konferansê bûn derbarê konferansê de ji ajansa me nirxandin kirin.

‘Şoreşa jinan xwe dispêre Jineolojiyê’

Berdevka Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Minbicê Mêrvet Emîn lidarxistina konferansa duyemîn a Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Zanista jinan Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyarî tevahî jinên cîhanê kir. Em baş dizanin jin ji rastiya xwe, dîroka xwe û cewherê xwe hatine dûrxistin bi riya zihniyeta kampîtalîst lewma bi Jineolojiyê jin zana dibin, cewherê xwe nas dikin û xwedî li dîroka xwe derdikevin. Jineolojî zanistekek ne tenê ji bo pêşxistina jinan ji bo mêran e jî ji ber ku bi jinên azad û zana mêr jî zana û azad dibin. Li ser vê bingehê mirov dikare bibêje ku bi zanista Jineolojî civakek azad, wekhev û demokratîk dê ava bibe. Şoreşa Rojava xwe spartiye Jineolojiyê, îro em encamên wê yên berbiçav dibînin.”

Mêrvet Emîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne zanista Jineolojî gavên bêhtir bavêje, em jî weke endamên Navenda Jineolojiyê erka me ew e ku em vê zanistê bigihîjînin her jinekê.”

‘Jineolojî zanista vegera li cewherê xwe ye’

Endama Navenda Jineolojiyê ya Tebqayê Wisam Şimalî tekez kir ku zanista Jineolojiyê xwe li ser dîrok, çand û rastiya jinan ava kiriye û wiha axaftina xwe domand: “Zanista Jineolojî zanisteke girêdayî dîrok, çand, şaristanî û qonaxên dîrokê yên jin tê re derbas bûne ye. Em vê zanistê weke jinên Ereb weke azadiya bîrdozî dibînin. Ji ber ku di civakê de jinên Ereb di bin ol, eşîr û keveşopiyan de bêmaf, nezan û bêbawerî mane lewma ev zanist ji bo me weke şiyarî û şansek e ku îro em ji nû ve bîrdoziya xwe pê xurt bikin, rastiya xwe bizanibin û civakek zana li ser bingeha vê zanistê bidin avakirin. Hemû pirsgirkên ku niha di civaka me de hene, pirsgirêkên bîrdozî û hişmendiyê ne dema em zanista jinan li şûna vê hişmendiya baviksalarî bidin avakirin em ê civaka xwe ji gelek pirsgirêkan xelas bikin.”

Wisam Şimalî lidarxistina konferansê li tevahî jinan pîroz kir û wiha axftina xwe bi dawî kir: “Îro em li vê derê amade ne ji bo bikaribin mohra xwe li dîrokê bixin û xwe bi pêş bixin, civakek li ser zanista rast bidin avakirin.”