Bi hinceta hicabê çûyîna ezmûna ajokariyê hat astengkirin
Jinên ku dixwestin li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê têkevin ezmûnên ajokariyê, bi hinceta ku li gor quralên cil û bergan tevnegeriyane, demeke dirêj destûr nehat dayîn ku beşdarî îmtîhanê bibin.
HÎMA RAD
Sine- Jinên ku diçin ezmûna bîrdoznameya ajokariyê divê ji parzûnê zagonên li dijî jinan derbas bibin û hîcabê bi kar bînin, mantoyên asayî û kurt û kincên rengîn nayên pejirandin û yên ku çarşefan bi xwe re nebin divê bi saetan li bendê bin ku çarşefên jinên din bi xwe re anîne ji bo ezmûnê bigirin.
Yek ji şahidên bi nasnameya P.N di vê mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Dema em ji bo ezmûna bîrdoznameyê çûn, xerc ji me digirtin û dema çûyîna me li salona ezmûnê dihat, ji ber ku hicaba me bi dilê wan nebû pêşiya me digirtin. Tevî ku jinan giştî çarşef û hîcabê li xwe kiribûn jî bi bêhurmetî nehiştin em bikevin hundir û gotin ku hicaba we ne rast e. Gotin an divê bang bikin û çarşefê bi xwe re bînin an jî hûn ê li bendê bimînin ku çarşefên jinên din werin hûn li xwe bikin.”
P.N wiha got: “Heta li dijî kincên bi rengin û jinên ku mantoyên wan ên dirêj lê rengîn hebûn jî neçar dibûn ku çarşefê li xwe bikin. Hinekan ji wan gotin ku xercên me bidin da em careke din werin lê wan bersiv nedan û em li ber derî li bendê man. Tevî ku em di saetên ewil ên ezmûnê de hatibûn û gelek ji me neçar bûn zû vegerin, ji ber ku hinek ji me dixebitîn an jî dayik bûn û zêde dema wan tunebû.”
‘Danûstandina wan a qirêj bi jinan re hebû’
P.N diyar dike ku mêr bi tîşort û kincên hênik, gelek rehet dihatin û diçûn lê jin nikarin bi rehet hereket bikin û wiha got: “Ji xeynî hicabê ku digotin zagon e û ew neçar in. Danûstandina wan a qirêj bi jinan re hebû. Dikaribûn gelekî bê hurmed tevbigerin lê ji dema ku nedihiştin jin biçin ezmûnê û heta dayîna ezmûnê û paşê jî tinazên xwe li jinan dikirin. Di dawiyê de piştî ku sihetekê yan jî zêdetir em li bendê man, ew neçar bûn ku bihêlin em herin ezmûnê û dema ku em ketin salonê, di dema ezmûnê de efseran bi tinazan, bi heman nêrînê bi jinan re danûstandin dikirin, an jî henekê xwe bi jinên çend caran di ezmûnê de bi ser neketibûn, dikirin.”
‘Piştî tevgera azadiya “Jin Jiyan Azadî” ev zagonan tundtir bûne’
P.N di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema dibêjin ev zagon e mirov bawer nake ji ber ku dikaribûn ji destpêkê ve destûr bidin û armanca wan tenê acizkirina me bû yan jî ger zagon bûya, çima dema girtina lêçûnê, zagon tunebû. Lê ez bawerim ku piştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ev zagonan tundtir bûne û dixwazin jin zêdetir di bin zextê de bin.”
Li gorî nûçeyên ku gihîştine destên me, ne tenê li bajêrê Sine, li gelek bajêrên din jî rewş bi heman awayî ye û jin di ezmûna trafîkê de rastî agahdariya hicabê û destûra rênedanê tên. Li gorî şahidan, jinên ku li bajêrê Merîwanê û bajêrê Seqezê ji bo ezmûnê çûne rastî rewşek wiha hatine û bi qasî ku mêrên amade bûne û li kêleka jinan bûne jî li ser vê rewşê gilî kirine. Lê tu nîşanek ji wan nedan û heta ku jinan çarşefên xwe venekirine, nehiştin ku bikevin hundir. Yek ji wan şahidan jî wiha dibêje: “Hestên min wisa xirab bûn ku min ne dixwest biçim ezmûnê lê bi israra birayê xwe ku bi min re bû razî bûm herim ezmûnê. Ew kincên jinan qabûl nakin.”