Bi hinceta ‘dijberiya hîcabê’ doz li jinan hat vekirin

Li gorî navenda ragihandinê ya Dezgeha Dadwerî, der barê Azade Semedî û Leyla Blokat bi hinceta “dijberiya hicaba bijarte” doz hatiye vekirin.

Navenda Nûçeyan Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ferzkirina hîcabê ya li ser jinan bi rê û rêbazên cûda didome, li ser jinan dozê ‘dijberiya hîcabê’ tê vekirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Dezgeha Dadwerî ya Îranê di raporekê de ragihand ku bi biryara Serdozgeriya Çand û Ragihandinê Azadeh Semedî û Leyla Blokat bo dadgehê hatine gazîkirin.

Li gorî vê raporê, piştî ku Azade Semedî beşdarî merasîma cenazeyê hunermendek bi hicaba bijarte bû, bi hinceta ku “xerabkirina exlaqê” doz hatiye vekirin.

Her wiha der barê Leyla Blokatê jî bi hinceta li hember biryara hicabê derketiye, li ser medyaya dîjîtal wêne parvekiriye û “xerabkirina exlaqa gel” doz hat vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de Azade Semedî û hejmarek ji lîstîkvan û hunermendên din di meha Çile ya sala borî de ji ber piştgirîkirina xwepêşanderan dozgeriya 23 ya bajarê Êvînê hatibûn gazîkirin.